logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. 6 xizmên lîstikvanê Amedsporê mirin

Welat Dilken

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
Welat Dilken

Welat Dilken

Pênûsa hoste

  • Dîrok: 14/11/2021
Pênûsa ku wekî navgîneke bi nivîsê re heyî bûye, bûye hemdema nivîsê; çendîn nivîs neguherî be bi cerebeyan xwe pircureyî kiribe jî lê pênûsê çendîn dirûv guhertine; wekî mîx, çoyê pîj, perik, pênûsa navê xwe daye pênasa îro ya darinî û metal û vesta jî bişkokên klavye û telefonê. Û yeka din jî heye naye ser zimanan; li ser dîwar û çarşefên zindan û nexweşxaneyên derûniyê şopên tiliya hibra xwe ji xwînê…
Pênûs şîrîka nivîskar a ku poz li ser erdê kaxizê dikudîne; ew nebe nivîs nabe, nivîskar di hewla afirandinê de hewcedarê du şirîkan e, kaxiz û pênûs; du çekên ku nivîskar bêyî wan naçe seyda peyv û çîrokan; wekî serafê bêyî êr û têl nikare teşe bide zêrê, di nav tiliyên xwe de wî bixemilîne…    
Çendîn gotine pênûsa xurt jî, lê ew pênas ne bi kurdî ye (“kalemi guçlu” ya ku tirkîhizirînên kurd) ji tirkî xistine nav kurdî ye! Çimkî bi kurdî pênaseyeke wisa tune ye, bi kurdî ‘vebijêrekî baş, gotinbêjekî baş, an kesê xwedî rêzikên xurt’ û hwd. tê gotin!
Her çi be jî lê pênûs di ferhenga wêjeyê û hemî lewnên nivîsê de tişt-objeyeke xurt e.
Ji loma jî ew objeya xurt di nav nivîshezan de bi qîmet e; bo şanenavê, xêzê, nivîsandinê, nişandayînê, heta bo motîvasyonê timî bûye tişta lê gerînê, ceribandinê; heçî ji destê hezkirî yan hêjayekî/ê ya wekî diyarî tê wergirtin…
A min, bo destnivîsa min xaromaro ye çavên min timî li ya nivîs çak e; bo qisûra nivîsa min a ne bi xeml veşêre…
Heta niha pênûsek ji bîra min neçûye; li dibistana pêşî-şikur ku yên paşîn nebûn nebûm mêjûtirk-î, pênûsa keçeke ji gund hebû qasî tiliya qereqîçikê ya mabû ya nemabû; reşik nerm û çak, wekî rûn tevlê kiribin nivîsa xwe dibiriqî. Me sê kesan ew pênûs dişixuland, dibû sedema pêvçûnan; sparteka min heye bila îşev bi min re bimîne…
Xeynî wê min pênûs nebijartine, ji ber destnivîsa min a ne çak xeynî çavberdana yên qisûrên destnivîsê vedişêrin…
Pênûs parçeyekî nebe nabe ya nivîsê-şîrîka nivîskar e û ji lew re jî bi serê xwe xwedî pênaseyekê ye, lê ew pênase nejiber dirûvê wê yan xweşnivîsa wê; ji ber dest û tiliyên xwe li wê dişidînin li ser erdê kaxizê wê bi nazdarî digerînin hevokeke bi rih dikin e! 
Û helbet, ji ber destek wê digire pênûs jî mîna mirovan e; pênûsa dirust jî heye pênûsa nedirust jî! 
Yanê tê û disekine; armanca destê bi pênûsê re digire! Û girîngtir jî, şopa li ser kaxizê dihêle… Loma bo pênûsê divê pirs ev be ‘çi’ nivîsiye! Lê di çanda populer de wiha tê pirsîn ‘kê’ nivîsiye! Wekî ku teqezî-qerentî be, ku ‘kê’ nivîsî be îlam tiştekî awandgard nivîsiye!
Lê, tiştê ku pênûsê dike diyariyeke nejibîr, yadigariyeke ji hoste mayî, parçeyekî bi qîmet a li muzeyê, nejiber ‘kê’, ji ber ‘tiştê’ nivîsandiye!
Pênûsa hoste; nizam pênûs hoste ye yan hoste! Lê ya dizanim, dibêm her hal a herî baş a ku ji bejna xwe qederek ji destgirê xwe re bi destê wî/ê daye neqişandin û ya herî çak, a hosteyê ji şagirtê/a xwe re bûye mînak û ya herî serketî, ya şagirtê/a ji hosteyê xwe borî...

Hin Nivîsen Nivîskar

Peyxam-îlhambexşê/a nivîskêr!

  • 22 Sermawez 2021

Bo derbarê jiyana tekakesî jî, bo kesên derbarê pirsgirekên kolektîf de dipeyvin jî bilêvkirina peyva ‘Dixwazim’ hema hema peyva sereke ya tê ser zimên...

Çima ne Amed lê Stenbol?

  • 04 Avrêl 2021

Ez ê piranî bêjim Beyoglu û tika ye kes bi gotina Beyogluyê sil neyê! Çiku tevî li Sultanbeyliyê, Avcilar, Bagcilar û GOP’ê rûdinin jî lê...

Aloziya nivîsandinê

  • 03 Kewçêr 2016

Çi wext ku roj bi ser hev de diqulibin û dema lêkirina nivîsa ji bo quncikê ‘Siya Pênûsê’ yê di malpera Diyarname de tê da ku xwe û wê...

Hemû Nivîsen Welat Dilken

Welat Dilken kî ye?

Welat Dilken di bihara 1975'an de li gundê Dolê ya Semsûrê hatiye dinê. Nivîs û helbestên wî di kovarên wekî Tîroj, Çirûsk, W û di malperan de hatine weşandin. Wî demek di rojnameya Ewropres nivîsî. Demek dirêj e di Diyarnameyê de qunciknivîskarî dike. Di pêşbaziyên Huseyîn Çelebî û Feqî Huseyîn Sagniç de helbestên wî xelat girtine.
Pirtûkên wî ev in:
- Ken deyndarê giriyê ne, Helbest, Weşanên Belkî, 2006
- Sî bi rojê xweşik e, Helbest, Weşanên Lîs, 2009
- Şeva dawî, Roman, Weşanên Lîs, 2012
- 29 kul, 29 gul, Helbest, Weşanên Ronahî, 2012
- Siya derizî, Helbest, Weşanên Ronahî, 2012
- Neynik û hinek, Helbest, Weşanên Ronahî, 2013
- Stêrka xuricî Ferat, Roman, Weşanên Peywend, 2016
- Me Herî pir ji helbestkaran bawer kir, Ozgur Doga (wergera ji tirkî Welat Dilken), Weşanên Lîs, 2016
- Kevir û tiştên din, Helbest, Weşanên J&J, 2017
- Orîjîn, Çîrokên Mînînal, Weşanên Avesta, 2019

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Ji Şêrzad Hesen vê carê 'Xewna Pîrepindan' hat

ad

Pirsgirêkên Firna Efrînê hatin çareser kirin

ad

Ji bo 3 rojan pirtûk diçin Mêrdînê

ad

Wezîrê Edelatê bi BDP'yiyan re hat ba hev

ad

Hunermend Çifçi ligel ku nexweş e jî hat girtin

ad

1650 - 2009

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname