logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Xêz
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Culemêrg çi reng e dayê?
  2. Tûrnûvaya Futbolê ya Navsaziyan bi 44 tîman dest pê kir
  3. Ev tenê mabû: Ji her derê dîmena Trumpî derdikeve pêş amerîkiyan!
  4. Ji bo Mûş, Mêrdîn û Şanliurfayê dema lîstina maçên play-offê ye
  5. Sazî Ziwanî qeybî Roşanê Ziwanî deklerasyon eşkera kenê

Krîstîn Ozbey

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
Krîstîn Ozbey

Krîstîn Ozbey

KURDÎ Û 'ÇEŞÎD'ÊN WÊ

  • Dîrok: 16/04/2019
Silavên zimandirêj li we kurdîhezno, gulgewezno. Ez ê di vê nivîsê de qala hin devokên kurdiya perçê Bakur bikim. Hinek populer in, hinekan jî ez ê bi vê nivîsê populer bikim bi îzna Enstîtuya Kurdî. Pêş de belkî qala kurdiya hemû Kurdistanê bikim (ax û xwezî). Kerem bikin, fermo, fermê..  
Kurdiya akademîk 
Kurdiyekê ji bilî çend kesên ku ava kirine tu kes pê nizane. Mîna efsaneyekê li nav gel tê qalkirin. Peyva akademîk çima tê bikaranîn min lêkolîn kir nekir nedît. Bawerim ji kurdiya nivîskî re hinekan bi şaşî gotine akademîk û ew ro îro em li dora vê peyvê diçin û tên gêjomêjo dibin. 
Kurdiya ozan hozan û stranbêjên kurd ên tv’yên herêmî an li ser înternetê
Di vê çeşîdê de tîpên tirkî yên mîna “ğ” “ü” “ö” “ı” jî hatine bicihkirin. “ı” ya herî hişk zêêde zêde bikartînîn. Dema ku hozanek dibêje “gula min” meriv ji hişkiya  “ı” yê wisa aciz dibe ku dixwaze hemû diriyê gulên dinyayê di canê hozan de biçikilîne. Ev hooozan carna dibêjin “eşşte hess dikim güla mın, bawe te astengeee, diya te dılteng e, xwişka te çavteng e” û meriv dixwaze tv’yê telefonê an jî compîturê ji paceyê de bavêje xwarê.  
Kurdiya Serhedê
Di vê devokê de qet deng ji qirikê dernayê. Heta ku ji wan tê peyvên tirkî dikin navê. “Teşekura te dikim, ji efendime xwe re bejim” “xwedê ardimçiyê te be” hin mînakên wan in. Meriv dikare bêje tirkmancî jî lê di dilê xwe de bêjin haa, ji bo ku pir hestiyar in xwe dixeyîdînin. 
Kurdiya Semsûr û Meraşê
Kurdên vê herêmê dema diaxivin devê wan diçe ber guhê wan, gotina di devê xwe de 3-4 caran dicûn û hê derdixin derve. Em dikarin bêjin kurdiya ku qamyon lê qelibiye a wan e. Dema we li wan guhdarî kir wekî ku we fehm kiribe li wan binihêrin ku neşkên çimkî dijberî kurdiya xwe pir dilnazik in.
Kurdiya Botiyan
Botî lêva xwe qulloz û gilover dikin û gotin ji devê wan bizorê dertê. Uw ru mu gu um ju xu ru bulkuîkan tiju bikun, hirî hindik bo, me tiju nekir (ew roj me go em ji xwe re balîfa tije bikin, hirî hindik bû me tije nekir). Ji tevliheviya tîpên “o” û “u”yê pir hez dikin. Mînak; no (na), niho(niha), seruk (serok). Yekî Botî ji we re bêje “tu pir boş î?” xwe nexeydînin çimkî ew peyv “baş” e. Pirr zû diaxivin. Dikarin di 4 xulekan de 400 peyva bêjin û hûn ji vana tenê 2-3 peyva fehm bikin. Qet zorê nedin xwe, bo ku hûn ji axaftina wan fehm bikin divê hûn Botî bin.   
Kurdiya Badîniyan 
“Hûn kutken, tu kutkî” peyva wan a herî populer e. Dema meriv nû dibihîse wekî ku ji meriv re dibêjin “hûn kitik in” yanê pisîk in an ji “kutik” a zazakî ne, yanê kûçik in. Malneketino qaşo peyva “hûn çidikin” dibêjin, meriv awsa mat dimîne, li rûyê wan dinhêre. 
Kurdiya Farqînê
Farqînî ji hundir re dibêjin zik. Dibêjin “ez ji zikê Farqînê me” û kêfa hemû kurdan tînin. Bifikirin ji bo vê bersivê bi taybetî ji hemû Farqîniyan dipirsin “tu ji ku derê Farqînê yî?” Xwedê kêmasiya wan nede heyy. Ergatîvîteya wan berkendal e lê kurdiya herî sade ya ku pir jê tê fehmkirin ev e.  
Kurdiya Kurdên Swêdê
Kurdiya nivîskaran e. Kî li wir perwerde bibe ferz e ku bibe nivîskar an Darînê Daryo.  
Kurdiya Kurdên Almanya
Kurdiyekê wisa tune ye çimkî li Almanyayê kes bi kurdî naaxive!! 
Kurdiya Eşîra Badikanî
Kurdiyekê orjînal/marjînal e. Hemû tîpên “b” wekî “v” dibêjin û “e” ya dawiya peyvê bikar naynin. Wekî mînak; bivêj, bivîn. Ji “ê” ya dawiya peyva pir hez dikin. Diçê, naçê, dimrê, radizê çend mînak in. Gelek peyvên wan ên ku tu kes pê nizane an di ferhenga de nîne hene. Tajane, terpase, tewarê, teploran, xirisîpe, çimçimk… 
Kurdiya Mêrdîniyan
Mêrdînî kurdiya xwe wekî ya herî zelal an rast! dibînin malnemîratino. Axlemîn jî Qoserî dibêjin qey kurdî ji wir belav bûye hemû Kurdistanê. Ji sedema nêzî ereban e kurdiya wan hişk e. Ji “mil” re dibêjin “pê” , bi fikra wan hemû kurd şaş dibêjin û ew rast dibêjin. Wexta hûn bêjin gelo ku kurdiya we rast be “pêlav” û “pêlkirin” ji ku hatiye? A wê gavê bitirsin çimkî dikarin pêlava xwe derxin û bidin dû we. Ez pir mereq dikim ku kîngê mil û pê tevlihev kirine. Divê zimanzan vê bikolin. Mêr-dînî hişk in, zor in lê qet kurdî naterikînin, evîndarê zimanê xwe ne yabo heyran, çepikk.
Kurdiya Toriyan
Kurdiya herî orjînal û tevlihev e. Ji sedema ku Torî pir fena ne kes newêre ji wan re bêje. Vaye min dilê xwe kir pola û dibêjim. Torî ji tîpa “a” yê pirrr hez dikin. Dixwazin “a” yê bînin pêşî û paşî û nav hemû peyva. Ji “erê” an “e” re dibêjin “aa”. “aw kiyaa, az diçimaa” mînakên wan ên Aperestiyê ne. Bawerim ku kîjan Torî diçe mueyneya çavan berçavka şaş didin wan çimkî ji “E” yê re dibêjin “A”. Kurd dibêjin “rûdinim” Torî dibêjin “dirûnim, dirazim”. Ew jî wekî her kurdî dibêjin kurdiya herî rast ya ma yaa, vanakê şaş dixeberdin.    
Hinek kurdên ku nû fêrî kurdî dibin dibêjin qey li ser hemû tîpên kurdî şewqe heye. Yanê; â ê ô î… filan,  bê lome. Hinek jî ji bo ku ji tîpa “w” pir hez dikin dixwazin di her derê da bikar bînin ( şew baş, hewwal, kêwjal, kewçî…). Min wê rojê ji hevaleke xwe ya ku nû fêrî kurdî dibe re tiştekî wergerand (Diyarbekir mala min e), keçikê go ka çima qe şewqe tune ne li ser tîpan? De wereee bi goştê canê xwe nekeve. Ji sedema şewqeperestan keçikê kurdiya şaş hînkiriye. 
Belê hewalên helaw, em hatin dawiya nivîsê lê dawiya kurdî qet û qet nayê şikir. Bifikirin ku li Japonyayê jî li zanîngehê dersên kurdî destpêkirin (wîîî, loma di lîstika Balansê de digotin “hawarey hawarey, biranoy hawarey, Japonyayê rizgar kin, ji bindestên neyarey” Dêmeg wekî her derekê ku kurdî lê heye kurd ji bo dagirkeriya wir ditirsin û hewarê radikin/dadixin, himmm). Heya ku kurdek li vê dinyayê bimîne wê vî zimanê şîrîn ê dewlemend her û her hebe. Bi hêviya ku hûn di nav behra kurdiya bi şîfa de soberiyê/avjeniyê bikin. 
Zimanzan a Herî Zana   

Hin Nivîsen Nivîskar

BALAFIRGEH AN DERGEHA DERDAN?!

  • 03 Tîrmeh 2019

Silav kurdên ku termometreya welatê wan bûye germometre. Ez ê di serê nivîsê de ji we re çend tiştên ku we hênik bikin bêjim. A vane li jêr in;Di...

ASTRO-LOLO-JIYA KURDAN

  • 21 Tebax 2018

Silav, gulav û kulav, kurdino, merdino, derdino, kêfa we hol e ? (di zazakî de peyva herî bi min xweş tê hol e). Zanim, dinya xera bibe jî hûn teslîmê derda nabin...

KART KURT KURD KURMANC ZAZA SORAN LORAN

  • 15 Tîrmeh 2018

Tu kurd î?- Ku tu kurd bî ez jî tirk im-Ez zaza me, dimil im, kurmanc im, soran im, qizilbaş im-Ez quzê kerê me, û tu li eynikê dinihêrî. Do you understand me damn?! (te ji...

Hemû Nivîsen Krîstîn Ozbey

Krîstîn Ozbey kî ye?

Youtube Me

8751 Alya

news

Kedkarekî kurdî: Îhsan Colemêrgî

news

Fîlmên Kurdî

news

Rûpelek ji Geliyê Zîlanê; 'Dîwarê Me Jî Hilweşandin'

news

‘Şerê Meşrûiyetê’ û ‘Bindest Dikarin Biaxivin?’ derketin #podcast #newsong #deng #booktok

news

Rojên dawî yên dengbêj Karapêtê Xaço

news

Li Çemçemalê xelat dan Hunermendên Rojava #podcast #deng #diyarname#nivîs #fire #automobile #xwendin

news

Hogir Berbir: Di govenda nedîtbar de bextê nivîsandî û vîna azad!

news

H. Kovan Baqî: Wekî bombeyek ji balafira hebûnê hatibim avêtin

news

Deham Ebdilfettah: Zilamek û Zimanek

news

diyarname podcast,Pirtûkeke nû '4 Bajar û 45 çîrok' derket #diyarname #deng #fire #podcast

news

Omer Dilsoz: Di kişika zilhêzan de para kurdan çi ye?

news

Newroza Şima Pîroz bo/ Newroza we pîroz be

news

Newroz

news

Hogir Berbir: 4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

news

Hogir Berbir: Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

news

Cemil Oguz: Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

news

Cemil Oguz: Ji pencereya min Ozgu Kaya, Dilan Karaman

news

diyarname podcast #diyarname #film #news #deng #motivation #pirtûkênkurdî

news

Aysegul Kizilkaya: Fermo Seyda

news
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Li Cizîrê erezyona zimên

  • Zekî OZMEN
news

Çavdêrî

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji bo Ehmedê Huseynî

  • Helîm YÛSIV
news

Ziman bi tirkî, nav bi kurdî; qilopiloyên kurdan

  • Cemil Oguz
news

Ez li sikakên qermiçî direviyam

  • H. Kovan Baqî
news

Taldeyek Bi Sî

  • Kadir Stêra
news

Di klama Hemdîn û Şemdîn de tevna xayîntî, tolhildan û heqiyê

  • Hogir Berbir
news

Pelekî Mizawir

  • Mesûd Qeya
news

Kerbelaya ve-gotinê

  • H. Kovan Baqî
news

Nifşê ‘palê pûşî’

  • Omer Dilsoz
news

Newroza li Bonnê yan a Frankfurtê?

  • Zekî OZMEN
news

Kîlotê Mor

  • Dilşêr Bêwar
news

Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

  • Hogir Berbir
news

Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

  • Cemil Oguz
news

Xwîna keviran diherike li sikakên Kobanî

  • H. Kovan Baqî
Ev jî hene
ad

Malbata "Kevirên Çeqmaqîn" dîsa tê

ad

Ji KCD’ê ji bo Arjen Arî peyama sersaxiyê

ad

Baydemîr: Min dixwaset li qilûbeyeke bijîm

ad

*KAKÛNÎ

ad

Belgefîlmekî din li ser "Silo Qiz"

ad

Yûûûh!..

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Culemêrg çi reng e dayê?

  • 29 04 2026
news

Tûrnûvaya Futbolê ya Navsaziyan bi 44 tîman dest pê kir

  • 29 04 2026
news

Ev tenê mabû: Ji her derê dîmena Trumpî derdikeve pêş amerîkiyan!

  • 29 04 2026
news

Ji bo Mûş, Mêrdîn û Şanliurfayê dema lîstina maçên play-offê ye

  • 29 04 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Foto-Nûçe
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî

Copyright © 2005-2026 Diyarname