logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Xêz
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Culemêrg çi reng e dayê?
  2. Tûrnûvaya Futbolê ya Navsaziyan bi 44 tîman dest pê kir
  3. Ev tenê mabû: Ji her derê dîmena Trumpî derdikeve pêş amerîkiyan!
  4. Ji bo Mûş, Mêrdîn û Şanliurfayê dema lîstina maçên play-offê ye
  5. Sazî Ziwanî qeybî Roşanê Ziwanî deklerasyon eşkera kenê

Krîstîn Ozbey

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
Krîstîn Ozbey

Krîstîn Ozbey

BALAFIRGEH AN DERGEHA DERDAN?!

  • Dîrok: 03/07/2019
Silav kurdên ku termometreya welatê wan bûye germometre. Ez ê di serê nivîsê de ji we re çend tiştên ku we hênik bikin bêjim. A vane li jêr in;
Di youtubê de hermeta Zeyno Erdem ji bo nasîn û çêkirina xwarinan/şîvan, bi navê Nanoziko bi kurdî kanaleke vekiriye. Dîsa Ayhan Erkmen di youtubê de ji herêma Serhedê çîrokan kom dike û dixwîne. Kovara Derwaze li ser Zanistên Civakî xebatan dike. Fanzîna Flashhilat li ser fotografiyê dinivîse. Destan xoş bît jêhatîno (hofff, bi soranî jî dizanim, dûrî çav û zara).
 
Wekî kurdekê bi tiştên wiha bi firê dikevim lê her fir jî ne wekî hev in heyran. Ev çend sal in bi dehan caran ji bo ku rêya dirêj di demekê kin de herim xwe davêjim bextê balafirê. Piyuuuu, bexto tu çi bext î! Ew bextê ku mirov bi pereyê mirov canzerî dike. Hûn ê ji min re bêjin tu pitpito yî lê ka ez çend tiştan bêjim ku hatiye serê me gelekan, a wê çaxê min sûcdar bikin. 
Ku saeta balafirê 6 be divê tu herî dereng di 1’an de ji malê derkevî. Ew wext hemû ji kîsê te diçe. Tu bi zorê dikevî balafirgehê û dest bi lêgerînan dikin. Tu di 6-7 derî û dergehan re derbas dibî. Kamera, X-ray, dedektor, çavên polîs û peywirdaran hemû li ser te ne. Ji valêzan bigre heta bincilê te, her tiştî lêkolîn dikin. Mêr kemerên xwe derdixin, yên lawaz ditirsin ku pantor ji wan de bikeve, hişk bi piziya (maldoxîn) xwe digrin. Carekê min bamyayê hişkirî ji Amedê anîbû. Li pişt X-Rayê sekinîme. Min dît ku ketin alarmê. Peywirdar go ka valêzê veke em ê li tiştekî binihêrin. Min vekir û zilam torbeyê bamya derxist, ji hevalên xwe re go “ne gule ne, bamya ne”. De weree nekene an negrî. 
Tu têyî rûdinî hefsarê xwe (kemer) girê didî û disekinî. Balafir li benda kuleyê dimîne ji bo ku destûra firînê bide û em birêkevin/bihewakevin. Di vê navberê de em li balafirgehê tûran davêjin. Ji anonsa serî û mêjî ji me dikin. Pîlot dibêje em ê aniha bifirin lê di hundirê meydanê de hezar tûrên din jî davêje. Rojekê zarokekî ji diya xwe pirsî “dayo, balafir difirin ne?” Dayê got “erê”, zarok “ê çima vêya wekî erebeya di rê de diçe?” dayîk mat ma, em keniyan. 
Hostes sed û pêncî caran ji pêşiya balafirê heya paşî diçin û tên, ji bo ku tu tiştekî ji wan nexwazî li hewa an pêş xwe dinihêrin, zarok digirîn, dê bav perîşan, ciwan geh li muzîkê guhdar dikin geh dixwînin lê dem derbas nabe. Çixarekêş di dilê xwe de difikirin ku me niha herî kêm 3-4 çixare kişandibû, theee, heyff, çû ji kîsê me. 
Pîlot bizzzorê gazê dide balafirê, ji nişke ve dibêje vinnnn, bi hewa dikeve û pişta te bi qoltixê te ve dizeliqe. Tu dibêjî ehhee, êdî kes nikare min ji qoltix veqetîne, ez pê ve mam. 
Balafir di nav ewran de derbas dibe, ewr aciz dibin, ditengijin û dibêjin “law ev çivîkên ku mirov bi destê xwe çêdikin nahêlin em ji xwe re konsantreyî barandina baran an berfê bibin, hizûrê nadin me, ne xew heye ne razan offf”. Dûre li hev dinihêrin, balafirê dihejînin ku bitirse û carek din ew çivîka hesin nekeve nava wan. Mirov jî bêyî ku haya wan ji vî tiştî hebe dibêjin em ketin trîbulansê, tew lêêê narê. Esmanê şîn ji deng diqelişin lê şikir Xwedê bi derziya xwe ya mezzin zûzûka didirû. 
Çivîk jî ji balafirê hez nakin. Dibêjin ev hesinok xwe dişibîne me lê qet eleqeya wê bi me tune ye. Jixwe li jêrê ji dengê fişekên hewayê mirovên me ji tirsan dimirin, îca tên heya vir jî belqitîno. A ji bo heyfa wan mirovên xwe carnan harakîrî dikin û dikevin motorê û balafirê dixînin erdê. 
Xaltî û xaloyên me yên ji gelek tiştan bêhay li dora xwe dinihêrin ku ji rewşê fêm bikin lê kaa?! Bang û agahdarî bi tirkî û îngilîzî tên kirin. Rebenan tenê dia dikin, tizbiya xwe dikşînin. 
Gelo qet hûn fikirîne ku çima di zanîngeh û televîzyonan de kurdî heye lê li balafirgehan tune ye? Bi texmîna min dewlet ditirse ku kurd ji kêfa anonsên kurdî bi bask bikevin, bê balafir bifirin, bibin Cemşîdxan, herin galaksiyan, li wan deran deh Kurdistanan ava bikin û heyfa ew qas salan bistînin. Ka bifikirin wîîî, xeyala wê jî xweş e bi serê NASA’yê kim. Ha larooo, hema bila wê çaxê her partiyeke me ji xwe re welatek an du-sê heban ava bikin, feza fireh eee, têra 40 mîlyon kurdan dike.
Dawiyê tu dibêjî xwezil û heftxwezil ez bi Fîestaya xwe ya ku nadim bi deh Audî, BMW û Mersedesan (şêkira feqîra) bihatama. Tu ji balafirê peya dibî, dibêjî qey te wê çivîka hesin li ser pişta xwe aniye gidî emman. Dengê klîma û motorê meriv gêjomêjo dikin. Guhê meriv tên girtin. Dema tu ji balafirê peya dibî tu nizanî berê xwe bidî ku. Dawiyê didî dû qerebalixê, ew bi ku da tu bi wê da. Li balafirgehên biçûk erê temam lê li yên mezin nebî nebî hûn wisa bikin. Rojekê min wisa kir û li benda valêzê mam. Ê her kesi hat, valêz qediyan lê ez li wir çik mam. Min ji yekî pirsî “çima valêzê min nehat” , go “tu rêwiya ku der î ?”, min go “ya Amedê me”, zilam go “ev cihê rêwiyên Yozgatê ye” .Nekenin kenkenokno, bêjin bê lome çimkî kî bilomîne ditehmîne haa. Ayyy mijar dirêj bû mîna Çemê Dîcleyê. Bi zor û zehmetiya tu dighîjî cihê valêzan (cihê rast tabîî) û dikevî dora hatina wan. De bisekineee ha bisekine, dem ji kîsê te diçe. 
Rojekê ji Amedê çûm Antalya. Em li benda valêzan man lê belkî 40 deqe nehatin. Guregura qayîşê ye vala digere lê valêz nayên. De îca Amediyan serê xwe kirin wî deriyê ku valêz jê de tên û têr çêra kirin (…) .Du kesan ji hev re digotin “em kurd in loma vana ew qas valêzan dereng didin me.” 
Dema ku ew qayîş vala dixebitin, çavên te li rêya valêzên te, çavên hezkiriyan li rêya te ye. Belkî mirov li benda evîndarê/a xwe ew qas bi heyecan namîne ellawekîl. Tu valêza xwe bi dest dixî wekî ku dinya bûye a te. Heyfa te li ew qas pere û wexta te tê. Tu xwe dixapînî, dibêjî; de ez bi otobusê bihatama ez ê 5 mîlyon car biçûma tiwaletê û min ê 300 car xwarina nexweş bixwara, bêhna mirovan, bêhna otobusan, pê diwerimin filan bêvan…
We dît ku dem, sebir, taqet û pereyên we pir bin hûn dikarin her roj li balafirê siwar bibin. Bi serê we kim nizanim min li jor çi nivîsî. Tu dibê qey min bi saetan li dueta Aydin Baydin û Nîxat Doxîn guhdarî kiriye. Ku qisûreke min hebe biborin û bikin sûcê çivîka hesin firfirokno. Mi go hê ev tiştan ji bîra min neçûne ji we re binivîsim. Aaaayyy ez rabim valêza xwe vala bikim, bes e min serê we êşand, jixwe serê min bûye defê mirtiban. De haydê gulgewezno, li xwe û welatê rojê miqate bin.

Firistîn Firuxzat
Hin Nivîsen Nivîskar

'Ev Ne Pif e Tif e' çi ye?

  • 13 Sibat 2017

Zimanê dayîka me bi qasî dayîka me şêrîn û bi qasî xwezaya welatê me dewlemend e. Her çiqas dayîk û welat bindest bin jî ji bindestiyê...

ASTRO-LOLO-JIYA KURDAN

  • 21 Tebax 2018

Silav, gulav û kulav, kurdino, merdino, derdino, kêfa we hol e ? (di zazakî de peyva herî bi min xweş tê hol e). Zanim, dinya xera bibe jî hûn teslîmê derda nabin...

'Bûk petêx e zava rêx e'

  • 13 Tebax 2017

Hin kesên bêgav an şermok bi zorê biryara xwe didin ku bikevin dîlanê lê çawa dikevin an jî di nîvê rê de muzîk disekine. Mîna ku miradê wan di...

Hemû Nivîsen Krîstîn Ozbey

Krîstîn Ozbey kî ye?

Youtube Me

8751 Alya

news

Kedkarekî kurdî: Îhsan Colemêrgî

news

Fîlmên Kurdî

news

Rûpelek ji Geliyê Zîlanê; 'Dîwarê Me Jî Hilweşandin'

news

‘Şerê Meşrûiyetê’ û ‘Bindest Dikarin Biaxivin?’ derketin #podcast #newsong #deng #booktok

news

Rojên dawî yên dengbêj Karapêtê Xaço

news

Li Çemçemalê xelat dan Hunermendên Rojava #podcast #deng #diyarname#nivîs #fire #automobile #xwendin

news

Hogir Berbir: Di govenda nedîtbar de bextê nivîsandî û vîna azad!

news

H. Kovan Baqî: Wekî bombeyek ji balafira hebûnê hatibim avêtin

news

Deham Ebdilfettah: Zilamek û Zimanek

news

diyarname podcast,Pirtûkeke nû '4 Bajar û 45 çîrok' derket #diyarname #deng #fire #podcast

news

Omer Dilsoz: Di kişika zilhêzan de para kurdan çi ye?

news

Newroza Şima Pîroz bo/ Newroza we pîroz be

news

Newroz

news

Hogir Berbir: 4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

news

Hogir Berbir: Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

news

Cemil Oguz: Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

news

Cemil Oguz: Ji pencereya min Ozgu Kaya, Dilan Karaman

news

diyarname podcast #diyarname #film #news #deng #motivation #pirtûkênkurdî

news

Aysegul Kizilkaya: Fermo Seyda

news
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Li Cizîrê erezyona zimên

  • Zekî OZMEN
news

Çavdêrî

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji bo Ehmedê Huseynî

  • Helîm YÛSIV
news

Ziman bi tirkî, nav bi kurdî; qilopiloyên kurdan

  • Cemil Oguz
news

Ez li sikakên qermiçî direviyam

  • H. Kovan Baqî
news

Taldeyek Bi Sî

  • Kadir Stêra
news

Di klama Hemdîn û Şemdîn de tevna xayîntî, tolhildan û heqiyê

  • Hogir Berbir
news

Pelekî Mizawir

  • Mesûd Qeya
news

Kerbelaya ve-gotinê

  • H. Kovan Baqî
news

Nifşê ‘palê pûşî’

  • Omer Dilsoz
news

Newroza li Bonnê yan a Frankfurtê?

  • Zekî OZMEN
news

Kîlotê Mor

  • Dilşêr Bêwar
news

Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

  • Hogir Berbir
news

Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

  • Cemil Oguz
news

Xwîna keviran diherike li sikakên Kobanî

  • H. Kovan Baqî
Ev jî hene
ad

Pirtûkek din a "Gotinên Pêşiyan" derket

ad

Deynên çar tîman 13 mîlyar TL'yî derbas kir

ad

2023: Yên ku xatir xwestine

ad

Mizgîn Can behsa Qedrîcan dike: Bavê min bi me te tirkî xeber dida

ad

Mihrîcana Helbestên Kurdî hate lidarxistin

ad

Klîba Hefteyê: I Will Always Love You

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Culemêrg çi reng e dayê?

  • 29 04 2026
news

Tûrnûvaya Futbolê ya Navsaziyan bi 44 tîman dest pê kir

  • 29 04 2026
news

Ev tenê mabû: Ji her derê dîmena Trumpî derdikeve pêş amerîkiyan!

  • 29 04 2026
news

Ji bo Mûş, Mêrdîn û Şanliurfayê dema lîstina maçên play-offê ye

  • 29 04 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Foto-Nûçe
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî

Copyright © 2005-2026 Diyarname