Rojavayê Kurdistanê biçûkê her sê birayên din e. Ew herdem bi hawara birayên xwe yên mezin ve çûye. Ew îro bi hêviya hawara li birayên xwe yên mezin ve maye.
Bi destpêka “Bihara Erebî” re li rojavayê Kurdistanê derfeteke ku kesek ne li bendê bû çêbû û hêviya xwerizgarkirina ji rejîma Baas afirî. Her çiqas di nava partiyên kurdî de tifaqeke ku bikaribe bibe dengê hemû rojavayê Kurdistanê heta roja îro jî neafireye, lê kurdan bi stratejiyek mûazam valehiya ku li erdnîgariya kurdan pêk hat dagirtin. Bi vê yekê re texrîbatên şerê navxweyî yê Sûriyê negihan rojavayê Kurdistanê. Kurd bi stratejiyeke wisa tevgeriyan ku sibe rejîm jî li ser hikûm bimîne û opozisyon jî were ser hikûm, her du jî neçar in ku kurdan mûxatab bigirin.
Ev aliyê siyasî, leşkerî û konjektûrî yê meseleyê ye lê belê aliyê mirovî yê ji nedîtîve tê jî heye. Kurdên li Rojava di nava dorpêça ambargoyeke ku di warê debara jiyanê de bi astengiyan re rû bi rû dimînin re mane. Lê berovajî vê yekê kurdên ji vî parçeyî welêt penaberî parçeyên din bûne di bin şertên tehmet de jiyana xwe didomînin.
Trajediya penaberên ji Rojava ji nedîtinê ve tê
Bi sedhezaran kurdên Rojava ji ber texrîbatên şer û metirsiya jiyana xwe ji Rojava reviyan welatên din. Her wiha îro bakur û başûrê Kurdistanê malovaniya bi sedhezaran penaberên ji Rojava dikin. Piraniya van penaberan li her du parçeyên welêt di bin şertên zehmet de jiyana xwe didomînin. Ev hejmara wan a bilind bûye sedema kêşeyên civakî û afirandina pêşdaraziyan.
Li Başûr bi çavê tewanbarên potensiyel li rojavayiyan tê nêrîn
Li Başûr derdora 250 hezar kurdên penaber yên ji Rojava dijîn. Kesên derfetê dibînin, hewl didin ji derveyî kampên penaberan jiyana xwe berdewam bikin. Derfet jî bi xwe tevlîkarina bazara kar peyda dibin. Ew di bazara kar de bi heqdestiyeke gelekî erzan kar dikin. Pêre jî hejmara bilind ya penaberên ji Rojava ya li başûrê Kurdistanê bûye sedem ku kirêyên xaniyan li gelek deveran giran bibin. Van hokan bi xwe re parçebûna civakê û pêşdarazî li dijî kurdên Rojava afirandiye. Pêkanîna sûcekî ji hêla kesekî ve êdî wekî sûcekî kolektîf tê dîtin. Gotegotên ku rojavayî şêlandin, dizî û keçên wan laşfiroşiyê dikin bûye yek ji babetên ku êdî civak pê radibe û rûdine. Ji ber bi çavekî sûcdarên potensiyal li wan tê nêrîn, êdî ji hêla gelek kesan ve ew wekî parçeyekî civaka xwe ya kurd nayên dîtin. Ew wekî ereb an jî xelkê Sûrî têne bilêvkirin.
Li Bakur belengaziya rojavayiyan tê sûîstimalkirin
Her çiqas îstatîstîkên fermî derbarê kurdên penaber yên ji Rojava li Bakurê Kurdistanê nebin jî, lê bi taybetî li bajarên li ber sînorê Serxet û Binxetê hejmareke wan ya bilind heye. Li van deran jî karê herî zehmet yên mîna avahîlêkirinê bi heqdesteke gelekî erzan li ser pişta wan e. Li van bajarên Bakur jî kirê zêde buha bûye. Her wiha parsekiya ku li nava van bajaran tê kirin dibe sedem ku pêşdaraziya ku kesê ji “Sûrî” be parsekiyê dike belav bibe. Gelek malbat belangaz in û mêrên bi temen yên ji Bakurê Kurdistanê vê belengaziya wan sûîstimal dikin û li hember nextê keçên wan yên ciwan ji xwe re tînin. Her wiha jinanîna li ser hewiyê jî bûye aliyekî din ê vê sûîstimalê. Di aliyê siyasî de jî ku piraniya xelkê van bajaran polîtîzebûyî ye, bi çavên “revokan” li van kesên ku hem ji xwe re erzan didin xebitandin û hem jî bûne “ajansa” wan ya zewacê dinêrin.
Hemaltiya du parçeyan li ser milê rojavayiyan e
Kurdên penaber yên ji rojavayê Kurdistanê, ger gotin li cih be, êdî hemaltiya gelek bajarên bakur û başûrê Kurdistanê dikin. Gelek kesên ji wan ku li Rojava xwedî dîplome bûn, karê herî zehmet yên ku dîplome jê re pêwîst nake bi nanûzikê dikin. Ger aliyên siyasî li dijî bikaranîn û sûîstimalkirina belengaziya kurdên Rojava yên penaber hem li Başûr û hem li Bakur nekin, derzên civakî wê biafirin. Ev derza civakî ya nav kurdên ji du parçeyên Kurdistanê de wê bandoreke ji derza siyasî ya niha heyî gelek mezintir bike. Xwedîderketina li mafên kar yê penaberên ji Rojava, hilweşandina pêşdaraziyan û rênedana afirîna civakên paralel di nava civaka kurd de peywira otorîteyên siyaseta başûr û bakurê Kurdistanê ye.


