Amsterdam
Kovara Time lîsteya "Li cîhanê 100 kesên herî bi bandor" ya sala 2013'yan weşand. Di nav lîsteyê de Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan jî heye.
Di lîsteyê de Serokwezîrê DYA’yê Barack Obama, Papa Francis, derhêner Steven Spielberg, lîstikvanê fûtbolê Mario Balotelli ji welatên cîhanê yên cuda hunermend, siyasetmedar, aktîvîst û zanistan cih digirin. Di beşa rêberan Abdullah Ocalan jî cih girtiye. Li ser kesên di lîsteyê de cih girtine kesên cur bi cur gotar nivîsîne. Li ser portreya Ocalan rêberê Sînn Feîn Gerry Adams gotar nivîsiye.
Adams di gotara xwe de li ser Ocalan wiha gotiye:
“Aştya Îrlandayê ku wekî Lihevkirina Îna bi Xêr tê zanîn vê mehê 15 salê xwe tije dike. Wekî tê zanîn hema bêje ev 15 sal in damezrînerê Partiya Karkerên Kurdistanê Abdullah Ocalan li Tirkiyeyê di girtîgehê de ye. Li dijî vê bû dengê aştiyê, di seranserê jiyana xwe de bi kesên ku pê re şer dikir destê dostaniyê dirêjê wan kir. Ji bo çareseriya pirsgirêkê bi salan riyên alternatîf pêşkêş kir û ji bo dijminê xwe qanî bike bi sebr tevgeriya û ket nav diyalogê. Ocalan ev pêşengî û rêbertî nîşan da. Ligel ku di girtîgehê de bû nexşerêyeke aştiyê û demokrasiyê çêkir. Ji bo çek bê deng bibin û siyaset biaxive dem hatiye. Ocalan têkoşîna gelê kurd aniye asteke nû. Destpêkek nû dixwaze. Ez ji ber vê pêşengiya wî, wî pîroz dikim û bang li hikumeta tirk dikim ku wî serbest berdin.”


