ONER POLAT / BERN
Kurdistaniyan li paytexta Swîsreyê Bernê, ji bo li Bernê di saziyên fermî de zimanê kurdî jî hebe, miracaetî Meclisa Şaredariyê kir.
Serjimara kurdên li Kantona Bernê ji 6 hezaran dibihure. Lê tevî vê jî zimanê kurdî fermî nayê naskirin. Li şûna wê zimanên dewletên jê tên li ser wan tê ferzkirin.
Li hemberî vê, Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (CDK), Komeleya Çandê ya Kurd û Tirk (Kutusch), Înstîtuya Kurdî ya Swîsreyê û Dergah Bernê bi hev re însiyatîfek da destpêkirin. Însiyatîfê dosyayek bi daxwazên kurdistaniyan, tevî 200 îmzeyî radestî Meclisa Şaredariyê ya Bernê kir.
Parlamenterê Kantona Bernê ya ji Partiya Kesk Haşim Sancar, derhêner Mano Xelîl û rêxistina bi navê Gesellschaft fur Minderheiten in der Schweiz jî destekê didin însiyatîfê. Însiyatîf doh bi wezîra Perwerde, Civak û Sporê ya bajarê Bernê Franziska Teuscherê re civiya.
Franziska Teuscher got, berhevkirina îmzeyan û îfadekirina daxwazan muhim e. Wê got ew ê dosyayê û îmzeyan di demeke kurt de binirxînin û bibin rêveberiya bajêr.
Li ser navê înîsiyatîfê Yeşim Ekici jî ji bo ANF’ê peyivî û got, "Nexasim li saziyên fermî û di nameyên fermî de em dixwazin bi zimanê xwe, xwe îfade bikin. Ji bo vê me 200 îmzeyên xwe radestî rêveberiya bajêr a Bernê kirin."
Ji Yenî Ozgur Polîtîka hatiye girtin