Baran dibare, ji erda hişk û ji ezmanê çik ê sayî. Di kîjan deman, kîjan hiyamê de, li ku dera gerstêrka girover bû, ji şeş mîlyar seriyên mirovan kê gotibû? Nizanim. Lê di hişê min de meyiye, nayê jibîrkirin. Çi digot? “Di baranê de, hêstirên çavan xuya nakin.”
Deşt û çiya newal û zozan, bi yek carê bûye baran. Baran dibare û di nav qiyameta baranê de rondikên çavên kul winda dibin. Dibine lehî û bi lehiyên baranê ve digihin.
Dilên dîl, bênefes; dilên desthilatdar qeşa girtine. Ji avzêmkên di quntarên çiyayên bilind û asê de, xwîn diherike bi ser gund û bajarên jixweçûyî. Ji xwe ve çûne; mêjî û dil. Karesat in, bobelat in, bênav û bêdirûv in; hest û raman.
Ji roja pêşî, ji wê kêliya ku mirov bû mirov, navê rabirdûyê jî, navê dahatûyê jî jiyan bû. Jiyana ku sedem û encam û kêf û êş û her cure kirin bû... Û her tim dikir kêferat, dil û dest û çav û dev û... û pênûs! Ji kevirê hestaman, ji hestiyê ajalan, ji darên deviyên daristanan, ji zîv û zêrên bi destê hunermendan derketî; çê dibû û dikire kêferat.
Ji roja ku Gîovannî Boccacîo, tu kirî nav her sê tiliyên xwe û bi vir ve, çend kurebav û çend keçebavan, dil û mêjiyên xwe, bi te rijandina ser zeviyên jiyanê û çend cotê çavan, berên dil û mêjiyan çêrîn û avitin kewara bîra xwe.
Gava Guy De Maupassntê Frensewî, şeraba sor di gewriya xwe re ber dida gelo dilê wî çala janê yan qada govendê bû?
Franz Kafka, gelo tu bextewer î ji ber ku tu negihîştî wan rojên dojehî û te êşa qira xwişk û birayên xwe di dilê xwe de nejiyayî? Yan ku te bidîta, te dê hovîtiya sedsalan bi pênûsa xwe, çawa û çi qasî raxista ber dilên ker?
Di wê kêliya ku te neşter avêt û bişid pênûsa xwe girte destê xwe Anton Pavlovîç Çehov, zarokên jar û bêkes, çi bi dilê te kiribûn?
Behrengî, mirovê ku mîna rojekê deşt û çiya ronî dikir di nav çemekî herikbar re herikî nav tariya bêdawî.
Fîyodor Mîhaylovîç Dostoyevskî, tu bi Xwedayê xwe kî, Ferîd Edgu rast dibêje gelo? Heke tu bihata Culemergê, te dê ‘nîşeyên ser erdê’ binivîsanda? Ku çengên zarokên kurdan, kurdên sêwiyên dîrokê ku mîna xeyarên bejî dikine du parçe, dê têketa nav kêfaratên pênûsa te?
Jorge Luîs Borges û Julîo Cortazar çi qasî dişibine hev welatên me. Li welatê we, mirov dikirin êm ji masiyên binê deryayê re. Li welatê min, zarok dibûne xwelî di salonên sînemayan de. Heke hûn bawer nakin, bipirsin ji Ehmed Huseyniyê dilêtûn, bipirsin ji Helîm Yûsivê ku dilê wî ji êşên Şermolayê avis bûye.
Ji sedsala hivdehan ve xwîn digrî pênûsa Ehmedê Xanî. Mehmûd Derwîş, dilê wî nema hil tê di qefesa xwe de, bêrawest diqîre û dibêje ‘Ez ereb im û hawar e ez mirov im.’
Cîgerxwîn, Sebahattîn Elî... çend dilop xwîn ji dilên xwe yê zîz, çend zerik rondikên çavên bîner herikandine nav pelên vegotina jiyanê? Çend bar pênûs, çend çal hibra reşî qetran û çend daristan kaxeza spî ...
Xwediyên pênûsê, xwediyên dil û mêjiyên hestiyar, hostayên deng û peyvê; kengî be û li ku derê be, zarokatiya wan, bi her cure êş û şahiyê erdnîgariya wan ketiye ber gêsina vegotinê. Dil mil dane hev, pênûs deng vedana, bar bi bar raz hilgirtine..
Û ez jî... Gava min çavên xwe li devereke vî welatê ku jê re tê gotin Mezopotamya vekirin, govenda gurên har û seyên devbixwîn bû, li her çar hêlên min. Turabdîn bû navê warê, ku ji bo gezek nanî, me tê de kêfarat dikir. Mîna çêlîka (tejika) kîvroşka ku di nav ceyê keşê de hêlîna xwe çêkiribû. Gava ku keşe, bi dasê ketibû nav zeviyê da ku biçine. Mîna wan çêlîkên ku helkehelk bi canê wan ketibû, min wisa çavên xwe vekir. Diya min, di ber dergûşa min re dilorand, nedigo ‘razê, vaye gur hatin, digot ku tu ranezê, wê eskerê romê bên te bibin.’
Û berî min, niha û kes nizane heta kengî, di her şeveqa roja ku dê ji nû ve dest pê bike; reqereqa deriyên dilan e. Bahoza tirsê, agirê mirinê; hesret, xizanî û neçariya li hemberî derdê jiyanê yek bi yek û pirê caran bi hev re, dibine mêvanên me.
Di bin her kevirekî de goristanek, her best şûna şewatek, her gund warê kundan e. Ne avzêmkên min biav û ne rezên min weşî weşî ne. Ne keriyên min li pey hev û ne bexçeyên min bihuşt in. Dipirsim, digerim, diramim, dikolim û tenê vê dibînim; di destê min de tifingek û daholek maye. Û mîna ku hozanê min jî gotiye, “Karê me kurdan ev e, xebat û kêf û şer e. Şivano lêxe lêxe, derdê dilan derêxe.”
Reqereqa ewrên reşetarî, asoya min bi carekê ve dûr diket û winda dibû. Birînên min kûr bûn, bêhna xwîna min di pozê seyên boz de bû. Û gurên har, di nav tariya qetranî de, çavên xwe mîna tifinga çaplî berdabûne birîna min a xedar. Baran dibarî, ji erd û ezmanan. Dizanim pênûsa min, dizanim. Tu keştiya Nebî Nûh dipê, li hêviyên germ û gewre digerî. Keştiya Nebî Nûh, li pey Çiyayên Qaf, di bin deryayên bêbinî de be jî, wa ye di nav kar û xebatê de ne, geh bi kêf û geh bi jar, bi çarlepkan be jî dimeşin û ew ê rojekê bi çargavkan jî ber asoyên ronî ve bibezin... di bin tava barana ku ji ewrên qetranî ve lehî bi lehî tê, bi ser sînga min de, çîrûsk jî bêrawest in. Di nav wê roniya agirîn de, ez te dibînim, dahatûya min. Şefeqa di dilê min de neqişandî û xemilandî. Di asoyên bilind de, di nav gulistanên bi roj û barana biharê şûştî de, keçikeke dev hingivîn kulîlka ji keskesorê dizî, pêşkêşî delalê dilê xwe dike.


