Diyarname
Belgefîlmê derhêner Rodî Yuzbaşi ê bi navê "Maya" îro di çarçoveya Documentaristê de derdikeve pêşberî temaşevanan.
Bi koçên mecbûrî re kurd ji ser axa xwe hatin qewirandin. Gund hatin valakirin, bi van valakirinan re dengbêj û çîrokbêjên ku di navbera duh û îro de pirek bûn jî ji holê rabûn. Maya bi ser dengbêj û çîrokbêjan re, li Agirî û Îdirê berê xwe dide jiyana û dîrok hezar salan a gundekî
Derhêner Rodî Yuzbaşi ku berê bi "Mezra Êzîdiyan" û "Miraz" ketibû qada belgefîlman û gelek jî xelat girtibû vê carê bi belgefîlmê xwe yê nû "Maya" derdikeve pêşberî temaşevanan.
Belgefîlm di Documentaristê de îro saet 14.00'an de li Navenda Çanda Fransiz tê nîşandayîn.
Kunye:
Nav: Maya
Derhêner: Rodî Yuzbaşi
Ziman: Kurdî (bi jêrnivîsa tirkî tê nîşandayîn)
Mawe: 30 deqe
Sala Kişandinê: 2012
***
Nûçeya eleqedar: