120 heb zarok, 350 jin, kal û pîr beriya Cejna Remezanê ji alî “Mucahîdan”! ve têne qetilkirin ku bikuj qaşo di nav “Artêşa Azad a Sûrî” de şerê rizgariyê dikin. Ev qetlîam hem zînetekê eşkere dike bê li Rojhilata Navîn talûkeyên çawa li pêş mirovahiyê ne hem jî sebeba têkçûyîna kesên li dû demokrasiyê ne dide der.
Di têkoşîna ji bo demokrasiyê de ger alav û alîkarên we dijiminên demokrasiyê bin ê ev hevîr hê gelek av hilgire.
Gelo armanca êrîşên wisa hovane bi tenê têkbirina hêzên kurd yên li Rojava ye, na; li Rojhilata Navîn tercîhên kurdan yên demokratîk, dibin sebeb ku kes û zînetên li dij demokrasyê ew qas bi xezeb bin, bi gotineke din zînetên totalîter û dîktatorî yên li hin welatan, îro bi destê rêxistinên qaşo xwe li dîn girtine xwîna zarokan didin rijandin.
Hişmendiya kurdan ya li Başûr ya birêveberiyê her weha sîyaseta ku kurd li beşên din dimeşînin bûye xeta têkçûyîn an jî serkeftinê ya demokrasiyê, heger alîgirên demokrasiyê li vir, zûtirîn demê de ji nû ve li ser tercîhên xwe nefikirin, kom û rêxistinên wisa cî bidin xwe, bi îhtimaleke mezin wê di demên pêş de bi tevî Turkiyê hemî welatên rojhilat xisarê bibînin. Li vir mesele ji kurdbûn, tirkbûn, ereb bûnê wêdetir şerên xedar yên zînetan diqewimin.
Her ku Rojavayî bi alîgiriya Artêşa Azad ya Sûrî dixwazin li wî welatî bigihijin mebestekê jî di eslê xwe de rastiyek din diqewime. Ger bala me lê be gelek rêxistinên radîkal yên olî bi awayek aktîf di nav vî şerî de ne. Hin nenerên ku bi destê wan têne kirin, daxuyaniyên ku ji alî wan ve têne dayîn, li cîhanê, dibin sebeb rûyek wan yê din aşkere bibe. Ew, bi kirinên xwe teşhîr jî dibin. Gelo Rojavayî vî rastiyê wek keysekê dihesibînin? Lewre bi vî awayî ger dom bike ê Sûrî ji dubendiya Esed û dijberan derkeve bibe qada şerê radîkalîzm û demokrasiyê. Bedêla ku tê/were dayîn mixabin wê trajediyên mezin bide der.
Heger ku kurd xwe ji hesabê sîyasî bikin, heger ku turk xwe ji hesabê sîyasî bikin, heger pirsgirêka kurd li vî welatî were çareserkirin, ji kurdbûn, tirkbûnê wêdetir, her kes serê xwe bi qedera gelan re biêşîne, her kes bi dû bikeve ku hemî mexdûrîyetên li Rojhilata Navîn ji meydanê rabin belkî gelek rêyên din vebin.
Tênagihijim, çawa mirovek dikare di kêliya kuştina zarokekê de navê Xweda bi bîr bîne! Ka wîjdan? Çawa însan dikarin bi hesabê xizmeta dîn re qetlîeman bikin. Bi salan e, li Rojhilata Navîn, entelektuel gazinan ji çavên oryantalîst dikin, ev qewimîn çi diselmînin? Helbet eleqeya dîn bi wan qetlîeman re tune lê wext nehatiye em bêjin ku, Xweda gotiye, ez ê karibim ji heqê xwe biborim lê ez ê ji bo heqê qûlên xwe ne efûkar bim. Qûlên Xweda kurd in, tirk in, ereb in, faris in, ermen in, misrî ne, îrlandî ne, îsraîlî ne, felestînî nê...
Nîşe: Heger em bi awayek berfireh lê binihêrin, gelek hişmendî û nêziktêdayînên li Rojhilata Navîn an rasterast dişibin hişmendiya rêveberên “Auschwitz” ê an jî nêzî mantelîteya wan e. Em guh bidin tespît û nêziktêdayînên Thedor W. Adorno:
“Hêlên cuda yên şexsîyeta manîpulatîf, (Di çavkaniyên derbarê rêberên Nazî de her kes dikare vana bibîne) xema di derbarê organîzasyonê de, kêm mayîn ya bidestxistina ceribên tevahî yên însanî, sertiya hestane û realîstiya serveçûyî ye. Şexsiyetên wisa, bedela wê çi be jî, bi dû reel-polîtîkayek derî rastiyê dikevin ku ew reel-polîtîkaya ku derî rastiyê ku bi çavan tête dîtin, bi destan pêkan e ku were girtin...”
Adorno behsa hişê ku bûye tişt dike, zehmetiya têkoşîna li hemberî “hişê ku bûye tişt” vedibêje:
“ Têkoşîna li hemberî hişê ku bûye tişt bi taybetî zor e lewre di esasê xwe de, şexsîyeta manîpulatîf ya ku ji ceribên însanî bêpar e tam ji ber vê sedemê bêbertekiyê pêş ve dibin...”


