CANO ŞAKIR
Dahênan û afirandina berhemeke têr û tijî ya serpêhatiyên dîrokî; têr ji reseniya dilê wêjeya kevnar a nivîsandina romaneke dîrokî di dema me ya îro de, bê zimanekî bejinbilind û astên bîreweriya ramyarî ya romana kurdî (kumancî) ya îro wê nikaribe dîroka kurdan a kevnarane ji bin kevir û zinarên wê yên dîrokî aşkere û zelal bike.
Romannivîsê kurd Fêrgîn Melîk Aykoç bi romana xwe ya dîrokî (Serwerê Med Aştiyago) romana dîrokî bi şêweyê xwe dîroka kurd û Kurdistanê bi me dê nasînin.
Fêrgîn Melîk Aykoç, berî vê bi salan romana kurdî dinivîse; li ser kevî û qerexên nalîna Kurdistanê, bi ezmûna xwe ya bê bêhnvedan û bêrawestan û ji bo çarenûsa peyva resen, li ser sînga welatê rojê yê tî diherike û me di berhemên xwe de dibe cih û dema (dîroka) ku roman lê hatî destnîşankirin.
Li vir em baş têdigihîjin ku Fêrgîn Melîk Aykoç ku bi dîroka xwe ya kevin û nû bi komkojî û fermanan yên bi serê vî gelî de hatî, bi mijarên xwe her dem bûye bersiva êş û azaran hemûyan, ne tenê wisa, ya herî girîng ku xwendevanên romanê bi giştî dîroka xwe baş fam nekirine, lê di vê romana Serwerê Med Aştiyago de dîroka pêşiyên kurdan zelal dibe.
Heger em tenê ji romanên wî dest pê bikin û em berhemên wî bi aweyekî hûr û kûr bixwînin em ê bighîjên wê serancamê ku Fêrgîn Melîk Aykoç tu caran dûrî dîroka xwe ya kevin û bê guman a nûjen nebûye.
Romana Serwerê Med Aştiyago
Ev roman ji salên 585 BZ (Berî Zayînê) dest pê dike. 28 Gulanê şerê Lîdên Zêdan û Medên roj û alan li Bakurê çemê Helîsê rû dide, bi hezaran leşker û çekdar di bereyeke bi qasî rêya du qunaxan berfereh de bi agir û guleyên mencenîqan, bi tîr û kevanan bi şingîn û ringîna şûran, bi qêrîn û hawaran tên beramberî hev.
Fêrgîn Melîk Aykoç di romana xwe ya dîrokî de me li ser pişta hespê Aştiyago li seranserî axa Medan digerîne. Me ji Ekbetanê heta ber dergehê Qesra Rojê dibe.
Di romanê de dengê Pîr Zero bi ber guhê me dikeve. Ji zewaca bi Mendayê heta bi ketina Qesra Rojê gelek bûyer li pey hev rêz dibin.
Li ber tîrêjên roja bi behweriya Ahûra Mazda û li ber agirê Zerdeşt yê pîroz; Dîrok û naskirina Kurdistanê, Ji keyayê Medan (Keyxusro)
Û ji Keyxwida heta bi Stêrnas û Herpagos, gelek nav û nîşan.
Dîroka Pîran di rê û resma kurdan de!
Di romanê de qala pîran tê kirin. Mijara bala mirov dikişîne. Mînak pîr Zero, pîr Rojmed hene. Dîroka pîran dîrokeke kevne. Fêrgîn me vedgerîne 15 sal berê. Pîrên Fêrgîn qal dike hê jî di nava civaka kurdên êzîdî û kurdên elewî de hîn heye.
Lê tişta dîsa bala me di romana Serwerê Med Aştiyago de dikşîne ew e, pîr Rojmend wekî zanyarekî tê naskirin, ev, Pîr Reşen Heyran yê ku di Serdema Şêx (1073-1162) Adî de tîne bîra me, ew jî bi xwe zanyarekî Şêx Adî bû.
Di romanê de cudahiya di navbera Zerdeştî û Mîtrahiyê de tê diyarkirin. Bi vê jî tê gotin her du bawerî ji hev cuda ne. Her çiqasî gelek tiştên wan mîna hev û nêzîkî hev hebin jî wekî du baweriyên cihê xuya dikin.
Ji bo Kurd dîroka xwe bêhtir nas bikin!
Di dawî de û bi kurtî, mîna Pîr Zero di romana Serwerê Med Aştiyago de gotî,
“Birano ne hûn westiyan û ne devê min qerimî“
Îca em jî li vir qet ji pênûsa Fêrgîn Melîk Aykoç têr nabin, lê divê em dîsa ji bîr nekin, em bi giştî romanan bixwînin, nexasim jî em romanên dîrokî bixwînin, bi saya wan li xwe û dîroka xwe serwext bibin. Romana mamoste Fêrgîn Melîk Aykoç ´Serwerê Medan Aştiyago´ jî yek ji wan roman e, û hêjayî xwendinê ye
Têbiniya Diyarnameyê: Ev nivîs ji Y.Ozgur Polîtîkayê hatiye girtin û hinek hatiye kurtkirin.


