Li vî welatî yek ji problemên sereke ew e ku heke, “ji me” be mesele qediya ye! Pergalê zîneta mirovan bi wî awayî bi şikil kiribû. Lewre ji rexne û projeyan bêtir “qebûl kirin”, “hincet”, “normalbûn”… mijara gotinê bûn; yê/yên ku birêvedibirin “dewlet” bûn û helbet li gorî zîneta heyî takekesî, gel ne muhîm bûn, dewlet pîroz bû, ne mimkûn bû dewletê xeletî bikirana!
Ji ber sedemên wisa wextê ez ji devê kurdekî gotina, “şaredariya me”, “şaredariyên me” dibihîzim fikar û metirsî têne min. Helbet wê bê gotin ku kurd li ser îtiraza wê zînetê rêveberiyên xwe bi şikil dikin. Ev rast e, bêtir, cî û deverên polîtîzebûyî, şaredariyan ne wekî, “şaredariyên me” wekî “rêveberî” difikirin. Ev jî baş e.
Belê a ku gere were gotin û qebûlkirin ev e; “rêveberî” mijar e, ne ku “şaredariyên me”, ev halê romantîk îhtîmal e ku bibe sebebê tiralî, hincet û têkçûyînan. Heke rêveberî mijar be nexwe îhtîmal e, “deshilatî” bêxem be.
Bêyî xwe li xweşbûna dengê defê bigirim û gotinên giregir ji tûrikê xwe derînim, hewl didim hin tiştan bi bîra we bînim ku hûn bixwe jî haydarî rewşê ne; di wexta ermenan de her devera Serhedê bi rez û mêwe bûne. Îro, ji derî teketûk ciyan û hewlên malbatî, gelo em dikarin behsa rezên tiriyan bikin, em dikarin behsa bexçên fişneyan bikin, em dikarin behsa fabrîqeyên mêweyan bikin…
Tenduristî, arîşeyên ekolojîk ji xwestekên rizgariyê yên herî sereke ne; demokrasî di heman wextê de xwesteka jiyaneke xweş e. Mîsal, ku mirîşkên qeşagirtî, bi erzanî werin firotin, me divê em serê xwe bi meselê re biêşînin. Li Serhedê, biharan, gel xwe li pel û pincarê digire. Gelo rêveberiyên me xebatekê dimeşînin ku ji bo bi zanebûn pel û pincar werin berhevkirin, erd bêtov nemîne ku ew tamatî berdewam bin. Gelo, em nikarin bi nav xebatan bikevin û tovên wan pel û pincaran bi awayek modern biçinin.
Dewlet bi navê destegê pere dide gel û bi dû nakeve, ji bo xwe nake xem gelo bê bi wî pereyî çandinî tê kirin yan na, mixabin, rêveberî jî serê xwe bi çandiniyê re naêşînin. Ez behsa arîşeyên gelemperî nakim; helbet derfetên aborî kêm in. Helbet şer hê jî bi gelek awayan berdewam e… Êş mezin in… Lê em mecbûr in ji her hêlî ve li heyatê mêze bikin. Gelek gav hene ku însan dikare bêyî pere bîne cî.
Aborî bi tena serê xwe ku nebe projeyeke dûvdirêj ev tê wê mehnê ku hê wextek kûr û dûr heye li pêş me. Ji ber ku ez Vartoyî me, ez ê ji pratîka jiyanê, mînakekê bidim. Ji salên nodî heya du hezar, du hezar û dehan gelek mirov koçberî Ewropayê bûn. Çi koçberiyên siyasî çi jî yên aborî.
Wextê diçûn ciwan bûn. Bi keda dest û piyan pere qezenc dikirin. Ji wî pereyî, ji bo dê û bav, malbatên xwe jî pere dişandin. Ev ji hêlekê ve baş bû, ji alî din ve jî dibû sebeb gel dûrî çandiniyê bimîne. Mesele li ser meseleya “îdare”yê dimeşiya.
Îro roj, em nikarin behsa koçberiyek berbiçav bikin. Yên çûbûn jî, niha li wir bi malbat in, bi zar û zêç in. Rewşa wan ya aborî jî zor e. Hêdî hêdî, rewş ber bi demên mêj yên tunebûnê ve diçe li welatê me.
Wekî gotina dawî, em bi hevokekê dawî li meselê bînin; heke hûn “desthilatî” bin, rengê meselê diguhere. Heke hûn rêveberî bin mesele rengîntir dibe. Min nivîsa xwe li ser wî esasî girt ku rêveberî esas e…
Nîşe-1: Nîşeyek piçûk ji bo hin nas û dostan ku ji zûde ye dixwazim bi bîr bixim; nivîskarî rastiyek e, nexweşiyek e. Muhteşemî ye ji bo min jî! Ji derî nivîskariyê, li heyatê, ez ê nema karibim tu karî bikim; ne şaredarî, ne wekîltî, ne wezîrtî û ne jî paşatî! Hewqas bi soz û qerar im.
Sehneyek ji kêlîkek nivîskariyê: Li Vartoyê em rûniştî bûn. Kek Hemîd li hemberî min bû. Ez bi ser milê xwe yê rastê ve zîvîrîm. Sehneyek li ber çavê min bû; donerger, bi pozê kêra donerê, fetil didan goşt. Min sehnê di serê xwe de bi tablo dikir. Ji bo tabloyek romana li ber dest, bi nava kitekitên tewrên donerger ketibûm. Wisa, ji xwe bêhay pêde çûme biherhal. Min dît, kek Hemîd, ji dil, bi dengek bi hestiyarî, ji min re got.
“Ev e navroj tê, were em herin doner bixwin.”
Min malîava, gotê. Ew bi israr bû. Ew jî haydar e ez bi rihetî nikarim goştê sor bixwim. Min fêm kir ku nihêrînên min yên li donerger bandor li wî kirine!
Xwe bi xwe fikirîm, min gote xwe, em nivîskar wextê, pirî caran pê de diçin, li mirovan dinihêrin, li nihêrînên wan dinihêrin, bala xwe didin tewrên wan ew jî temaşevanên me ne ku em ne jê haydar in… Ew nenivîsînin jî jê gelek jî îhtîmal e bi qasî nivîskarek bi çavdêrî ne, bi fikir, xewn û xeyal in… Hin însan nivîskarên bi mishef in hin jê jî nivîskarên bêmishef in…


