logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  4. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  5. Va ye bernameyê sê rojan; tîmên bajarên kurdan dilîzin

Cemil Oguz

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
Cemil Oguz

Cemil Oguz

Ka emê çawa kêf bikin?!

  • Dîrok: 09/04/2012

Extiyarek li ber mirinê dê bînin wê derê û dibêjin kêf bikin? Ka emê çawa bikin?!

4'ê avrêlê dest bi darizandina derbekar Kenan Evren kirin.
Em bibêjin cezayeke giran bidin Kenan Evren dê di nav jiyana kurdan de şoreşeke çawa pêk bê? Jiyana kurdan dê çiqas xweştir bibe?

Ka em pêşî hin agahiyan rûberî hev bikin:

- 12.09.1980: Zagona Bingehîn (ji aliyê Kenan Evren û rêveberiya wî ve) hate nivîsandin.
2012: Ev zagon hê li ser kar e, hê jî li gor vê zagonê kurdan qebûl nakin.

- 12.09.1980: Bendava Hilbijartinê wekî Sedî 10 hate danîn, niha jî ev bendav heye û pêşî li partiya kurdan digire ku neçin meclisê.
Erê bi 'Serbixwe'yan kurd dîsa ketin meclisê lê bendav tuneba, wekî partî biketana meclisê, dê Wekî AKP, CHP, MHP'ê ji xezîneyê pere bigirtana. Ew pereyên ku ev partî ji wir digirin têrî çend partiyan dikin, lê BDP û kurd ji vê bêpar in.

- 12.09.1980: 98 hezar kes bi "endamtiya rêxistinê" hatin sûcdarkirin.
2011: 86 hezar kes ji Aliyê Dadgehên Bi Rayeya Taybet (Hûn dikarin wekî DGM-Dadgeha Ewlehiya Dewletê jî bixwînin. Û sedî 90'ê evên ku hatine darizandin jî kurd in) ve hatin darizandin.

- 12.09.1980: Ji bo 400 rojnamegerî bi giştî 4 bin hezar sal cezayê hepsê hate xwestin.
2012: Di serî de Berpirsên Karên Nivîsaran ên rojnameya Azadiya Welat ji bo gelek rojnamegerî bi sedan salan cezayê hepsê tê xwestin.

- 12.09.1980: Rojname hatin girtin û rojnameyan 300 roj weşan nekir.
2012: 30 roj cezayê girtinê li rojnameyê hate birîn.

- 12.09.1980: Rojnamegeran nediwêrî rastiyê binivîsin.
2012: Niha jî rojnameger newêrin rastiyê binivîsin û otosansurê dikin. Yên wêrek jî têne qewirandin. (Ji Milliyetê Nuray Mert, ji Haberturkê Ece Temelkuran, ji NTV Ruşen Çakir, Can Dundar, Banu Guven, Mirgun Cabas hin ji wan kesan in ku ji kar hatine dûrxistin.)

- 12.09.1980: YOK (Saziya Hîndekariya Bilind) hate avakirin, êdî zanîngeh li gor derbeyê tevdigeriyan. Ciwan li gor feresata derbekaran hatin gihandin.
2012: YOK hê heye û ne xwendekar dikarin gotinek bibêjin, ne çalakiyan li dar bixin. Yên ku gotinek dibêjin, yan çalakiyek dikin ji ber sedemên ne tu sedem têne girtin. (Di destpêkê de AKP'ê her digot dê YOK'ê rakin lê piştî zilamê xwe kirin Serokê YOK'ê dest ji vê gotinê berdan)

- 12.09.1980: Li Tirkiyeyê perwerdehî tenê bi tirkî tê kirin.
2012: Hê jî ji perwerdehî heta 'tekbûn'ê her tiştê bi tirkîtî re girêdayî di Zagonê de ye û rewş wisa dimeşe. Kurd bi awayekî fermî tune ne, nikarin  perwerdehiyê bibînin.

- 12.09.1980: Leşker bi rehetî ha li bajêr, ha li gund û navçeyan ku bixwazin dikarin bavêjin ser wê derê, kî bixwazin dikarin bigirin, bikujin û kes nikare ji wan hesabê bipirsin.
2012: Ne berpirsê Roboskî, ne berpirsên kuştina Ceylana ji Licê, zarokên li Wanê hatine dîtin. (Ger berpirsên van jî eynî wekî Evren, piştî 30 salan berpirsên van bûyeran bêne darizandin dê çi bibe? Gotina "Edaleta ku dereng bê ne tu edelat e" careke din dibe serdest)

- 12.09.1980: Derbe çepgiran, rastgiran digire bin çavan, lê rê li ber oldaran vedike.
2012: Çepgir wekî her gav têne binçavkirin, kurd têne binçavkirin û girtin û helbet dîsa rê li ber oldaran hatiye vekirin.

- 12.09.1980: Bi sedan/hezaran xwendekar hatin girtin.
2012: Li gor Platforma Piştgiriya XWendekarên Girtî niha 500 xwendekar girtî ne.

Û gelek tiştên din.

Dema ev tişt û gelek tiştên wisa hê li ser kar bin, dema tu mafê gotineke kurdan nîn be ka emê çawa bi darizandina derbekar Kenan Evren kêf bikin?
Bi gotineke din: Niha cezaya hepsê bidin Evren û wî bavêjin hepsê dê çi biguhere?
Darizandina Evren dê çi şoreşê di nav jiyana kurdan de pêk bîne ka hûn bibêjin...
Ger hûn dixwazin em kêf bikin, hûn dixwazin em ji bo we li çepikan xin, wê çaxê pêşî Zagona Partiyên Siyasî biguherînin û bendava Sedî 10'ê ku li tu welatê Ewropayê tuneye biguherînin.
Paşê rê li ber kurdî vekin.
Dûre ji her derê, ji her saziyê zihneyata (feresata) Derbeyê ji holê rakin ku em bizanibin tevgera ku tê kirin tiştek rast e.
Wê çaxê werin emê hemû bi hev re kêf bikin.
Wekî din, bila kesên ji derbeyê raste rast cefa dîtine biborin lê heta zihniyeta derbeyê serdest be, li ser navê xwe ez bibêjim tu kêfa min nayê.

cemilo@diyarname.com

 

Hin Nivîsen Nivîskar

DARÊN ERCÎŞÊ-DARÊN TAKSÎMÊ

  • 11 Pûşper 2013

Em darên li her du aliyan, tevgera ji bo her du aliyan bidin ber hev...Herhal haya we ji Taksîmê heye, lê ger haya we ji mesela birîna daran a li Ercîşa Wanê nîn be...

Lêdana nûçegîhana Rûdawê yan mafên mirovan?

  • 25 Rezber 2016

A rast îro min dê mijarake din binivîsanda lê aliyên min ên rojnamegerî û meyla min a parastina mafên mirovan nehişt. Vê hefteyê emê bala xwe bidin...

Qey weşanxaneyên kurd nikarin du gotinan bibêjin?

  • 25 Sermawez 2009

Hinek bi derengî be jî min dem dît ku li ser Fûara Pirtûkan a Stenbolê, TUYAP'ê tiştinan binivîsim. Vane notên min ên li ser fûarê:- Mijara bingehîn a...

Hemû Nivîsen Cemil Oguz

Cemil Oguz kî ye?

Cemil Oguz di sala 1975’an de li gundê Zengê ya Licêya Amedê hat dinê. Oguz di 4’ê tîrmeha 1998’an di rojnameya Azadiya Welat de dest bi xebatê kir û heta 12’yê tîrmeha 2003’yan di rojnameyê de karê nûçegîhanî, edîtorî û gerînendetiya weşanê girt ser milên xwe.

Heta niha di gelek rojname, kovar û malperên înternetê de nûçe û nivîsên Oguz hatin weşandin. Oguz digel karê xwe yê rojnamegerî, bi belgefîlman re jî eleqedar e û vê xebata xwe jî didomîne.

Oguz demek di ajansên kurdî de xebitî, her wiha edîtoriya kovara Tîroj û kovara Dîwarê kir.

Cemil Oguz ji 21.04.2005'an ve edîtoriya malpereke bi navê Diyarname.comê dike ku ev karê wî hê didome. Ew di heman demê de di Diyarnameyê de quncekên "Diyarê Me" û "Dewey Ma”, li aliyê din ji bo rojnameya Xwebûnê jî quncik dinivîse.

Pirtûkên wî

- Rojnamegerî û pîvanên wê yên sereke (Rojnamegerî, berfanbar 2002, Weşanên Pêrî)

- Qurtek Evîn (Çîrok, reşemî 2005, Weşanên Pêrî)

- Sako / Gogol / Wergera ji bo kurdî Cemil Oguz (Çîrokek dirêj, Weşanên Hîvda, reşemî 2008)

- Duzimanî (Gotar, Tevî Dawud Rêbiwar amade kiriye, Weşanên Hîvda, reşemî 2008)

- Dengê Doyê / Ferîd Edgu / Wergera ji bo kurdî Cemil Oguz (Çîrok, Weşanên Evrensel, rezber 2011)

Belgefîlmên wî

- Rewşen (2011)

- Mazgal (2013)

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

'Alpha'

ad

'Konsera Govendên Kurdî' vê hefteyê ye

ad

Çanda pincarên kurdan; Bar dikeve ser milê gastronomkar û endazyaran jî

ad

Wênesaz Guneştekîn bertek nîşanî girtina Demirtaş û Îmamoglu da

ad

Bi 5 nûçeyan li Başûr tiştên diqewimin

ad

TKDP û KADEP bûn yek

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname