logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  4. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  5. Va ye bernameyê sê rojan; tîmên bajarên kurdan dilîzin

Cemil Oguz

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
Cemil Oguz

Cemil Oguz

Lêdana nûçegîhana Rûdawê yan mafên mirovan?

  • Dîrok: 25/09/2016
A rast îro min dê mijarake din binivîsanda lê aliyên min ên rojnamegerî û meyla min a parastina mafên mirovan nehişt. Vê hefteyê emê bala xwe bidin mafên mirovan...
Mesele ji vir dest pê dike: Ji bo yên nizanin "Rûdawê daxuyaniyeke weşand û got ku li Deriyê Sêmalka nûçegîhana wan dema dixwest here Rojavayê Kurdistanê Asayîşa Rojava êrîşê wê kiriye, li wê xistiye" û tiştên jê zêdetir jî gotin...
Gelek kesî, rojnamegerên me yên ji Bakur jî têde ev bûyer derxistin pêş (di nav qada tora civakî de) û her yekî ji aliyek ve bûyer şermezar kir.
Em niha xal bi xal li meseleyê binêrin:
Daxuyaniya Rûdawê bi kurtahî wekî ya li jor me qal kiriye. Lê agahiyên ji Rojava tên bûyerê bi awayekî din vedibêjin. 
Piştî min ev daxuyanî dît min mêze kir ka kesên ji Rojava çi dibêjin (li nav tora civakî)... Yekî wisa nivîsîbû (bi kurtahî): "Ev șanoya qedexekirina derbasbûna sînor ji her du aliyan ve her roj dubare dibe, tevî ku ji mafê her kesî ye, her wext derbasî welatê xwe bibe û xelk û malbata xwe bibîne. Ji xwe meseleyên lêdan û mêdanê hemî derew in, tenê qedexekirina derbasbûnê çêbûye û ew jî gereke tu caran ji her du aliyan ve jî çênebe."
Min xwe negirt, ji ser hevalekî re xwest raste rast ji Rojava agahî bigirim. Ev agahî hatin:
"Asayîşê ew îşkence nekiriye. Wê xwe avêt erdê û kincê xwe qetandiye.
Ew keçik berê jî hatibû Rojava. Dema vegeriya bû li ser Rûdawê gotibû 'YPG û DAIŞ bi hev re ne. Tenê Asayişê jêre got veger Başûr. Ew planek e. Asayişê dest nedaye."
Tiştên ez ji Bakur ve fêm dikim; Deriyê Sêmalka her gav bûye pirsgirêk. Gelek caran ji aliyê Rêveberiya Başûr ve hatiye girtin. Aliyê Rojava jî wisa diyar e jê ne kêm e, kesên nexwaze nahêle bikevin hundir. Ji her du aliyan ve jî ev meseleya rexnekirinê ye, ne meseleya provekirinê ye. Divê mirov her du aliyan jî baş rexne bike; ji ber ku tu asayîş (çi yê Başûr, çi yê Rojava) ne xwedî maf e ku nehêle kurdek li nav welatê xwe bigere.
Li vir aliyê mafên mirovan derdikeve pêş ku yek jê jixwe me got kes nikare pêşî li kesî bigire ku nehêle kurdek ji bajarekî here bajarê din. Tu dixwazî ji wî bajarî be yan nebe, ji wê parçeyê be yan nebe ne xem e.
Aliyê din ê mafên mirovan e jî ev e: Çi nûçegîhana Rûdawê, çi kesek din, kesek ji rêzê, dixtorek, parêzerek, mamosteyek, gundiyek, karkerek, kî dibe bila bibe, asayîş (yê kîjan parçeyê dibe bila bibe) nikare lêxe, lê îşkence bike. Helbet ez wekî kes bi Rûdaw û daxuyaniyên wê ne bawer im, ligel ku ev agahiyên li jor gihîştin min jî, bi ya min pêdivî bi daxuyaniya fermî ya Asayîşa Rojava heye ku meseleyê zelal bike. Ger hebe bi rastî îşkenceyek divê lêborînê bixwaze, nebe jî divê mesele zelal bibe. Belkî Asayîş pêdivî pê nabîne jî nizanim... Bersiv li cem wan e.
Û gotinek din a ji bo mafên mirovan jî ev e: Her rojnameger (çi ji Başûr be, Rojava be, Bakur be yan ji cihek din) divê her gav li dijî binpêkirina mafên mirovan be. Kesên din jî, yên ku bûyeran şermezar dikin, divê ji her alî ve, bêyî li nasnameya kes, li partî û rêxistinên kesan binêrin bûyeran şermezar bikin. Mînak di vê bûyerê de gelek kesan (rojnameger jî di nav de) ev meseleya lêxistina nûçegîhana Rûdawê belav kirin û şermezar kirin, lê dema li Başûr rojnameger Aysel Avesta hat binçavkirin û çend rojan di bin çavan de ma, dîsa dema li Duhokê rojnameger Vedat Hisên Elî hat kuştin qet derneketin û bûyer şermezar nekirin. Yên ku bixwazin bibêjin tu ji kî re dibêjî, bila li roja wan bûyeran û li parvekirinên xwe yên wê rojê yên di faceyê de binêrin, dê diyar bibe ku ez ji kî re dibêjim.
Bi kurt û kurmancî wekî dubare:
Em mecbûr in li her parçeyê, desthilatdarî kî dibe bila bibe, hûn bixwazin PDK-YNK-Goran be, bixwazin PYD be, yan dewleta Tirkiyeyê be, wekî rojnameger, wekî nivîskar, an jî wekî kesek ji rêzê em mecbûr in li dijî binpêkirinên mafên mirovan derkevin. Di warê mafên mirovan de mirov nikare li nasname, li reng, ziman û neteweya mirovan binêre.
Di bûyera dawî de jî wisa. Mirov ji Rûdawê, ji hin rêvebiriyan hez neke jî li hemberî wan neheqiyek ger çêbe mecbûr e wan biparêze. Mirov bi gavên wisa dibe mirov. Ger tenê em kesên nêzî xwe biparêzin, tenê xwedî li mafên wan derên wê çaxê tu ferqa me û yên din namîne.

Hin Nivîsen Nivîskar

Çend kesî pere ji bo Amed Sporê şand?

  • 09 Gulan 2017

Ezê pêşî vê bipirsim: "Hûn çima alîkariya Amed Sporê nakin? û wisa bidomînim:Hema bibêje her kurd, kurdên ku ji sporê hez nakin jî ji Amed...

Notên ji Duhokê, welatek hêkan jî ji derve bikire?!

  • 06 Adar 2017

Li Başûr jî gelek hevalên min hene. Ji wan didu; yek jê bi eslê xwe ji Silêmanî, yek jî ji Duhokê, her du hevalên min ev çend sal in dibêjin, "Tu...

Ji roja 'Ji mecbûrî goştê mirîşkan tê xwarin' heta niha

  • 26 Gulan 2008

 Pêşiyên me gotine; "Ji mecbûrî goştê mirîşkan tê xwarin". Min wê rojê ji bo yekî qala vê peyvê kir, ecêb ma. Belê eynî...

Hemû Nivîsen Cemil Oguz

Cemil Oguz kî ye?

Cemil Oguz di sala 1975’an de li gundê Zengê ya Licêya Amedê hat dinê. Oguz di 4’ê tîrmeha 1998’an di rojnameya Azadiya Welat de dest bi xebatê kir û heta 12’yê tîrmeha 2003’yan di rojnameyê de karê nûçegîhanî, edîtorî û gerînendetiya weşanê girt ser milên xwe.

Heta niha di gelek rojname, kovar û malperên înternetê de nûçe û nivîsên Oguz hatin weşandin. Oguz digel karê xwe yê rojnamegerî, bi belgefîlman re jî eleqedar e û vê xebata xwe jî didomîne.

Oguz demek di ajansên kurdî de xebitî, her wiha edîtoriya kovara Tîroj û kovara Dîwarê kir.

Cemil Oguz ji 21.04.2005'an ve edîtoriya malpereke bi navê Diyarname.comê dike ku ev karê wî hê didome. Ew di heman demê de di Diyarnameyê de quncekên "Diyarê Me" û "Dewey Ma”, li aliyê din ji bo rojnameya Xwebûnê jî quncik dinivîse.

Pirtûkên wî

- Rojnamegerî û pîvanên wê yên sereke (Rojnamegerî, berfanbar 2002, Weşanên Pêrî)

- Qurtek Evîn (Çîrok, reşemî 2005, Weşanên Pêrî)

- Sako / Gogol / Wergera ji bo kurdî Cemil Oguz (Çîrokek dirêj, Weşanên Hîvda, reşemî 2008)

- Duzimanî (Gotar, Tevî Dawud Rêbiwar amade kiriye, Weşanên Hîvda, reşemî 2008)

- Dengê Doyê / Ferîd Edgu / Wergera ji bo kurdî Cemil Oguz (Çîrok, Weşanên Evrensel, rezber 2011)

Belgefîlmên wî

- Rewşen (2011)

- Mazgal (2013)

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Ji Hindistanê dê weledek bigire

ad

"Documanterist" şahiya belgefîlman pêşkêş dike

ad

Sîdar: ‘Min bi helbestê birînên xwe derman kirin’

ad

Amed bi girsiyî dê wan pêşwazî bike

ad

Xwarina dibistanê

ad

Di 11 deqîqeyyan de Misir şandin mal!

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname