Rewşa kurdan ya nivîskî rewşeke taybet e, derasayî ye. Hejmara pirtûkên kurdî yên ku di sed salekê de çap bûne, di nav miletî de di du sê rojan de çap dibin. Pirtûkên kurdî yên heyî ne di asta ku bikaribin bi her alî ve civakekê têr bikin de ne.
Pirtûkên felsefî, derûnî, dîrokî, zanistî û hwd. yan nîn in yan jî pir pir kêm in. Ji hêlekê ve em behsa heyîna 25 mîlyon kurdî dikin (li bakur) ji hêlekê ve jî em behsa heyîna 1000-2000 pirtûkên bi kurdî dikin. Gelo bi 1000-2000 pirtûkan (Ku ev jî bi giştî pirtûkên wêjeyî ne) em dikarin pêdiviya entelektuelî ya civakekê dabîn bikin (Nexasim di vê sedsala ku jê re "civaka zanînê" tê gotin de)? Bersiva vê pirsê teqez "na" ye. Naxwe em çawa dikarin pêdiviya civaka kurd ya bi zimanê xwe xwendinê dabîn bikin û pê re em çawa dikarin civaka kurd bi zimanê wê bigihînin asta civakên din? Di vir de werger digihîje alikariya me.
Belê, bi alikariya wergerê em dikarin di demeke kin de, her cure zanînê bi zimanê civaka xwe li pêşberî civaka xwe deynin û bi vê re jî girêdayî em dikarin geşadayîneke mezin di civaka xwe de pêk bînin. Gelo çima em vê nakin, ya ku dest û piyê me girê dide çi ye? Ez bawerim ya ku nahêle em vê geşedayînê pêk bînin prensîba "werger divê ji zimanê resen be" ye. Ku ne ji vê prensîbê be em dikarin di demeke kin de bi deh hazaran pirtûkan bi riya wergerê tevî zimanê xwe bikin û bi vê xebatê em hem dikarin bikin ku zimanê xwe bi pêş de bibin hem jî dikarin hişê civaka xwe jî bi pêş de bibin. Lê ku em li bendî bin ku kurd bikarin her cure pirtûkan ji zimanê resen wergerînin kurdî, ez bawerim ji me re demeke pir dirêj divê. Loma ew potansiyela me ya ku bikaribe pêdiviya bi zimanê xwe xwendinê, ya civakekê dabîn bike nîn e. Îro kesên ku bikaribin Dostoyevskî ji rusî wergerînin kurdî yan tune ne yan jî hebin jî qey du sê kes in. Lê kesên ku îro bikaribin Dostoyevskî ji tirkî wergerînin kurdî bi sedan in. Naxwe divê em çi bikin? Em pêşveçûna civakekê gorî prensîbekê bikin yan na?
Li gor min, divê em hinekî pragmatîst nêzî mijarê bibin û bi vî awayî tevbigerin. Nêzikatiya berovajî vê ji nehfê zêdetir dê ziyanê bide me. Ji bo vê jî pêdivî pê nîn e ku em tenê ji zimanê resen wergerê bikin. Helbet wekî civak ku em gîhaştin wê astê dê werger bi zimanê resen be lê wekî ku me di serî de got, rewşe ma rewşeke taybet û derasayî ye, ji bo vê jî divê em li gorî vê rewşa xwe li çareseriyan bigerin.
gernus@msn.com


