Gava ku mirov digihişt ber deriyê avahiyê kelecana pirtûkhezan dikir ku bêhemdî ew kelecan derbasî mirov jî bibe. Xwe li standan digirtin û diketin nav deryaya pirtûkan. Bi taybetî wan zarokên ku di çavên wan de xwestina keşîfkirina dinyayek din hebû, kêfa wan bandor li mirov dikir. Di cihê xwe de nedisekinîn. Diçûn û dihatin. Wek birastî ew ê bikirin, radihiştin pirtûkan, rûpelên wan diqulipandin û paşê li buhayê wan dipirsîn. Li çavên hev dinerîn, dikeniyan û diçûn. Li gorî wan ev jî listikek bû!
Çend rojên ewil ango her sê rojên pêşî TUYAP bi zarokan şên bû. Çar rojan heta piştî nîvro zarok bi pirtûkan şadibûn. Ji bo wan dîsa lîstikek cihê û nû bû. Tiştê bala min kişand wan zarokana pirtûkên “Tirsê” dixwestin. Vêya bêşik ez difikirandim. Divê li ser vê xwesteka wan bê sekinandin. Çima zarok pirtûkên “Tirsê” dixwazin?
Li TUYAPa Stenbol keçikek biçûk tevli ku bavê wê dixwest ew pirtûkek bi zimanê tirkî bistîne wê di stendina pirtûkek bi zimanê kurdî de israr dikir. Li TUYAPa Edeneyê jî dîsa ez bûm şahidê tiştekî wiha. Lê vê carê bav ji zaroka xwe re dixwest ku pirtûkek bi zimanê kurdî hatiye nivîsandin bistîne, keçikê jî dixwest pirtûka bi zimanê tirkî hatiye nivîsandin bistîne.
Li Stenbolê keçik li Edeneyê jî bav biserketibû. Ango li herdu bajaran jî kurdî biserketibû. Vêya jî bi min xweş û balkêş hatibû.
TUYAPa Stenbolê û ya Edeneyê gava ku mirov dide berhev ji hêla eleqeya li hember kurdî bi rehetî mirov dikare bibêje ku kurdîhezên Edeneyê bêtir bûn. Ji van kurdîhezan piraniya wan xwendekar bûn, yê mayî jî mamoste û kesên din bûn. Lê mixabin; kesên ku bi şanoya kurdî re eleqeder in, dinivîsin û têkîldarî nivîsê ne, kesên di TZPê de dixebitin ya jî di vî warî de dersê distînin, di saziyan de dixebitin, siyasetê dikin, bi kurdî stranan dibêjin û hunermendên kurd in li herdu bajaran jî eleqeya wan ji kurdî re pir kêm bû.
Divê li sebeba vêya bê pirsîn, bê nîqaşkirin û li ser bê fikirandin.
Li TUYAPa Stenbolê heft weşanxaneyên kurdan hebû. Her çiqasî hejmar ne li gorî dilê me bû jî li gorî ya Edeneyê çêtir bû. Li TUYAPa Edeneyê tenê Weşanxaneya AVA hebû. Kesên ku dihatin standa AVA bi giştî xemgîniya xwe dianîn ziman ku weşanxaneyên din tevli vê organîzasyonê nebûne û ew ji berhemên xwe mehrûm hiştine. Hinek ji wan ne tenê xemgîn dibûn hêrsa xwe jî rêdidan.
Li Fûara Pirtûkan ya Edeneyê panel û gotûbêjên li ser ziman û wêjeya kurdî tunebûn. Li gorî xwendevan û wêjehezên kurdî ev jî kêmaniyek din bû!
Vêya jî rê dida ku divê bi çi awayî be weşanxaneyên kurdî ji organîsazyonên wiha nemînin, xwendevanên xwe xemgîn nekin û vê qadê vala nehêlin!
Bi hêviya ku li her derê kurdî hebe û kurdîhez jê bêpar nemînin…
Ev nivîs di Azadiya Welat de jî hatiye weşandin


