Çîve-çîva çîvîk e
Çivîk lepek e.
Çîve-çîva çivîk e
Çivîk gepek e.
Çîve-çîva çivîk e
Çivîkek naçe berkurka qertelekî!
***
Di ‘koleksiyona 19’em… de Rênas Jiyan qertelekî weha diwesfîne:
…………………
…………………
ê wî, ew qertel bû
tenê bû
tev li refên çivîkan nebû
hezkiriyên qitikan û
xalê qulingan bû
ê wî, ew qertel bû
şoreşvan bû
mîr bû
û xwe li kîjan çahlên ezmên ên qelew qelibandibû
dîn bû (Mexzena Xwînê, R. Jiyan, Weşanên.Belkî, Rûpel.67)
……….
Qertel dîn e jixwe! Û qertelî dînitî ye!
Ku ne dîn bûya ev çend ba dijend. Ne dîn bûya ew qas bilind difiriya û ji bilindahiyê tîrîkî noqî nêçîra xwe dibû!
Li kû bifire bila bifire, qertel hêlîna xwe di xiramê herî asê de, li zinarên herî li jor çê dike!
Dênê xwe bidinê li Rojhilata Navîn ji roja roj de; remzên li ser hîm û hêtan, yên li ser al û drefşên şahristaniyên çûyî windabûyî, û ên welatên niha li ser piya mayî, sembola hêzdarî û desthelatdariya wan an şêr e, an qertel e, an jî baz e.
Jixwe niha jî; ûr-xişn û stû-stûrên Siûdî her havîn seydvaniyên teyrên baz dişênin ber bi çiyayên bakurê Kurdistanê ve, da bazên esîl bi dahfikên li ser pişta kevokan bigirin, û bi girtinê re çavên wan lixab bikin.
Çol welatê qijk/kelereşkan e.
Berî salekê di biwarê pirsgirêka Kerkûkê de li ser pirseke kirî (Kovara Nûbûn e esseh, lê niha jimara wê nayê bîra min) Serokê Herêma Kurdistanê rêzdar Mesûo Barzanî ev digot:
“Em baz in, hînê çiyayên bilin bûne. Jixwe em jî naxwazin ligel ‘kelereşkan’ bijîn!”
***
Li gorî rîwayetê baz ev çend esîl e, di kêlîka ku bê girtin de derfetê bibîne, naxwaze dîl bikeve; xwe dikuje.
Lê… bi dû hêsirketinê de?!
Min bi çavên serê xwe dîtiye; ‘qertelekî’ berika dawî bo çênîka xwe hiştiye!
Min bi van guhan bihîstiye; ‘qertelekî’ narincok bi xwe û dijminê xwe de peqandiye!.
Dibînin; dost jî dijmin jî dibîne.
Ev ‘gelê’ ku hinek wî dikin ‘gelê’ xwe jî dibîne kî çivîk e kî qertel e!
Qertel ev çend pir in li vî welatî li van çiyayan…
Ku ji çivîkan bê dê rê nedin fira ‘qertelan’.
Ez bi xwe ji ‘qerteliyê’ hez dikim
Û dixwazim bi ‘qertelan’ re bifirim!
Ji ber ku her teyr bi refê xwe re difire!
20/06/2007/ Amed


