Di sala 2010’an de ji bo çalakiyekê bi çend rêzdaran re em diçûn Wanê, nemir Arjen Arî jî di nav me de bû, rist li dinê, go: “Gelo dibe dawî li helbesta kurdî tê?”
Wekî bersiv min jî gotê, na, ne bawer im dawî lê tê, lê dibe ketibe qonaxeke din, yan bêdengiyê...
Arjeno hosteyê min o, pir zû mirî, pir zû..!
Qasî hebûna derfetan û demê her pirtûkeke helbestan a kurdî der diçe bi kelecan dixwazim bistînim û bixwînim, nemaze yên ciwan û bi pirtûka yekem, ên nû dest bi helbestkariyê kirine.
Çi ku wekî Arjen ez jî ne ji yên navdayî ji yên nû bi kelecan im, bendewar û bi hêvî me.
Dibêm di nav wêjeya me de bi geşedana lewnên din ên wêjeyê, bi çîrok û romanê re nabêm textê helbestê li bin hatiye kişandin, nexêr, belkî daketibe asta xwe ya asayî; ji ber ku bi salan e helbestê bi tena serê xwe serkêşiya wêjeya kurdî kiribû û ew ne asayî bû, bi normalbûna wê re dibe bi me wekî bi dawî tê dihate famkirin.
Ya xwe nizanim, gelo dawî lê hatiye yan nehatiye nizanim, lê hê jî dinivîsim, balam asta wê hê pê nizanim, çi ku ew ne erka min e, divê dînamîkeke din hebe û asta wê diyar bike.
Lê hê jî kurd, helbestkarên kurd helbestê dinivîsin, nexwe dawî lê nehatiye.
Ji hinan bi hêvî me, ku kêm jî binivîsin, dibe hinan dev jî jê berda be, çi ku mêj ve ye deng ji hinan nayê, lê bi hêvî me dawî lê nehatiye, naye jî…
Balam, dibêm gelo nebe Arjen xwestibe balê bikşîne ser ên dawî li helbesta wan, li berhemdariya wan hatî!?
Û li ser vê hizirîm…
1-Hin pirtûkan dixwînim, ku ji hêrsekî, ji çêr û sloganan pêve ne tişteke, ne helbest e, dibêm ger ew dosye ya xeşîmekî din bûya te bida şilîqiya heniya weşanger jî ew çap nedikir!..
(dibê qey ne helbestkar e, serbazek e tîmekê dide sondê û dişîne bi ser eniyekê de)
2-Du-sê pirtûkên piştî lûtkeyê derçûyîn, dibêm ger ên li derdora wî/ê jê re jidil bûna tu car nedihiştin ew wan dosyeyên xwe bide çapê; çi ku jixwe hilkişiyabû ser lûtkeya xwe; çima li wir rûnenişt, bi pirtûkên ne hêjayî navê xwe (bi yên asta lîseliyan, an jî çi mabû di binê tûrik de) pê ji wir ber bi jêr ve ew defandin, teqle bi teqle gindorî daket binî û nedî, lêwerneqilî ku divê ew yek bi helbestkariya xwe nekira.
Heyfa min pê tê…
Wêje, bi taybetî jî qedera helbestkariyê wisa ye, hin bi jêr de dest pê dikin ber bi jor ve hildikşin, hin bi jor de dest pê dikin tên ber bi jêr ve; xwezî ew li jor bisekinin, bêjin di ya yekê de em li jor bûn jê pê ve berdewam kirin ji jor daketina bi jêr de ye, loma hewce nake em berdewam bikin, lê berdewam dikin; kes nabihîse ew dengê tê bihîstin hê yê pirtûka yekem e ne yê piştî ya yekem têne ye; çi ku hunera xwe bi destê xwe kuştine; nizanin ên mirî ew in lê kesî li ser bigirî tune ye...!
Erê yek berhem yekî/ê digihîne lûtkeya nemiran, divê ew were dîtin, lê lêkirinên di berdewamiyê de dikarin bibin sedema ew mafê nemirtiyê jê were stendin; çi ku wî/wê bi afirandinên ne hêjayî ew a danîne lûtkeyê bi destê xwe, xwe kuştine! Ew xwe kuştin an mirina dramatîk jî divê were dîtin...!
3-Ya hinan jî! Çima ku bi xwe gotin, bi sond û qesem bi kurdî ne, min bi kurdî nivîsandine!
Lê gotine: ‘yê nizane baqê nîskan e’ lê yên zanin? Ên ne kor hay pê hebûn, zanibûn bêhna tirkî ji wan tê; dibe xwe bi xwe wergeriyabin ser kurdî(!)
4-Hin jî hene helbestên tahdîlatê ne; yên bi destê nûserê xwe bi salan beriya vê hatine nivîsîn!
Dibe, belkî êdî nikarin binivîsin, belkî bi salan e nikarin binivîsin, nenivîsîne!..
Loma dibêm belkî yên bi salan berî vê nivîsandine tahdîlatekê lê kirine, an restore kirine û wekî nû be dane çapê û gotine; ‘bu da iş yapar’!!!
Ger yek be dudu be tê fêmkirin, asayî ye, lê dema li binê piraniya ‘du’ dîrok hebin!?
Erê, dibe ji ber ‘ÎLÎZYONA SERDEMÊ’ li vê bazarê ‘iş’ bike, lê belê li bazara hunera mayînde!!!
Divêm ji xwe re fetîhayekê bixwîne; berhemdariya te miriye lo/ê…
Helbet ew ên ev nivîs balê dibe ser ji astên helbestê astek e (!) lê di navbera wê astê û asta helbesta kurdî de hê çend qonax divên…
Balam ji hinên giran tên, kêm berheman didin; ew ên ciwan, nefsbiçûk bi hêvî me…
Pir asayî ye, ku dawî li ya hinan hatibe jî; îlam rojekê dawî dê li ya me jî bê helbet, lê dawiya helbesta kurdî, dawiya helbestkariya kurdî nehatiye-nayê….
Lê û belê…
Rûspiyê helbesta kurdî Evdila Peşêw gotiye:
‘………………………
rabin ranezên em di nav paytonekê de ne
Ku du hespên kor wê dikşînin’
Dibêjim Peşêweyo, ew paytona te xwest rêwiyên wê hişyar bikî bila bimîne li wir, vega li vî parçeyê dil “EM DI ÎLÎZYONEKÊ DE NE”; kî deng bi xwe bixe destên bi tehnî deqa ‘Zencîbûnê’ pê ve didin…


