Diyarname
Mebûsê berê yê DEP'ê Hatip Dicle ku niha girtî ye ji bo pêşberendamtiyê serî li komîsyona hilbijartinê ya BDP'ê da.
Berdevkê Komîsyona Piştgiriya Berendamên Serbixwe yê BDP'ê parêzer Fehti Gumuş got ku ji bo hilbijartinê serîlêdan îro bi dawî dibin û diyar kir ku Hatip Dicle jî ji bo pêşberendamtiyê serî li wan daye.
Mebûsa berê Leyla Zana jî ji bo pêşberendamtî serî li BDP'ê dabû.
***
Nûçeyên eleqedar:
- Lîsteya hilbijêran hate daliqandin


