Civak dikarin bi xwarin, bi cil û berg, bi siwariya hespê û bi mêrxasî, bi çiya û şervaniya xwe ve jî di qeydên çend gerokan de cî bigrin û ji aliyê çend zanîngeh, lêkolîner, hêzên nepenî-sîxûrî û saziyên civakî-komikî ve bêne nasîn (gelo, li cîhanê nasîna me kurdan ew qas e!?) .
Dewlet bi sê navgînan karê dîplomasiyê (berjewendiyên xwe) dimeşînin; “bi siyasetê, bi aboriyê, bi hêzê-çekê”. Lê gel? Gel bi çi navgînan karê dîplomasiya sempatî-empatî, danasîna xwe (ku gelên din bi hez û dilxwezî nêzî wan dibin, bêhtir hev dinasin, ji hev hez dikin) dimeşînin!? Di encama dîplomasiya dewletan de berjewendî, lê di encama dîplomasiya gelan de bes sempatî, dildayîn, aştî û hez heye.
Ka em bi hev re bala xwe bidinê, hin civakan di vê derbarê de çi cehwer diyarî cîhanê kirine? Mînak; Avusturyayiyan Mozart mûzîkjen, almanan Beethoven mûzîkjen, spanyolan Pîcasso wênesaz, cihûyan Modiglianî wênesaz, Kafka nivîskar, fransizan Renoîr wênesaz, Baudelaire helbestkar, rusan Dostoyevskî romanivîs, Gorkî romanivîs, şîlîliyan Pablo Narûda helbestkar, tirkan Nazim Hîkmet helbestkar, Orhan Pamûk romanivîs, filistîniyan Mahmûd Derwêş helbestkar, arjantîniyan Borges helbestkar, libnaniyan Amîn Maaloûf romanivîs, Xelîl Cîbran wênesaz, helbestkar û fîlozof, pakistaniyan Tarik Elî nivîskar û entelektuel, yewnaniyan Plato, Sokrates û Arîsto hizirvan-felsefevan û Homeros helbestkar, îngilîzan Shakespeare helbestkar û nivîskarê şanoyê, erebên Basrayê Cahiz helbestkar, farisan Omer Xeyam helbestkar, Elî Şerîatî nivîskar, civaknas û hizirvan, hindûyan Selman Rûştî nivîskar û romanivîs û hwd. Mirov dikare gelek gelan û navên hunermendan li lîsteyê zêde bike, lê divêm ewqas bes e. Her çiqas ew navên li jor aîdî netew-gelê xwe bin jî, lê wan bi berhemên xwe nasnameyeke cîhanî bi dest xistine. Ji lew, ku ew çiqas ên neteweya xwe bin ewqas jî yên cîhanê ne û dibêjim, qey em hemfikirin, ku ew ew qas jî yên kurdan in. Ango, ew navên li jor her yek jê diyariyê neteweya xwe ne ji bo hemû cîhanê.
Pirs ev e; lê… lê ka yê/a kurdan! Ka kurdan çi nav û berhem diyarî cîhanê kirine!?...
Wekî helbestkar, romanivîs, şanoger, çîroknivîs, wênesaz, muzîkjen, sînemager, felsefevan, civaknas û hizirvan… ka em li qada huner û wêjeyê çend navên, ku ji bo ispat û meşrûyeta nasnameyekê ku ev demeke di devê me gişan de bûne benîşt jî bilêv bikin; Uryan, Herîrî, Feqî, Cizîrî, Xanî, Mestûre, Koyî, Cegerxwîn, O. Sebrî, M. Şêxo, Meyremxan, E. Şan, Uzun, Tîgran, Arjen û Bêkes… bêguman, ev lîste jî dikare dirêjtir bibe… Tikaya min e, bila bêhedî neyê fêhmkirin, gotina min ne ji kesayetî, huner û berhema wan re ye!...
Li aliyê din, eger ji kîjan kurdê xwende, wêje û hunerhez bipirsî dê tevê çîroka wan a jiyanê wê navên wan hunermendên cîhanî, Pîcasso, Shakespeare, Narûda, Nazim, Dostoyevskî û yên din ên di lîsteya yekem de ji ber bijmêre. Lê belê, eger em navekî ji ew ên kurd ji spanyol, ji rus, ji tirk, ji yewnan, ji erebekî/ê bipirsin, gelo dê çi bersivê bide me!. Yan jî, ew ê li me nepirsin: kurdan an jî hunermendekî/ê kurd çi berhem diyarî cîhanê kiriye? Yan jî dê nebêje, ‘gelo kurd kî ne’!?
Eger ku kiribûya… li cihekî cîhanê kesekî, komikekê, civakekê, dewletekê ji wan navên ên ji me, ku yek bi hunera wî/wê binasiyana, dibêjim li cîhanê dê îmajê kurdan ji yê niha cihêtir nebûya qey!. Li welatekî rojava strandina stranbêjekî/ê kurd, li eywaneke hunerî daliqandina kevalê şêwekarekî/ê kurd, di rêwresimekê de xwendina helbesteke kurdî, di pêşbirkeke Nobelî de navpêdana romaneke kurd…
‘Dibêm nêr e dibê bidoşe’
Dibe hinin bêjin, şertên me û wan civakan ne wekî hev in. Neteweya kurd tim di nav şer de bûye û welatê kurdan di bin dagirkeriyê, parçekirinê de bûye û, û ji loma...
Pirs..! Erê hinekî pirsa nebûna dewletekê ye, lê, ma dewleta Mahmûd Derwêşê filistînî hebû? Naxêr, ew ne bersiveke têr û di cî de ye, (eger ku bibêjî, ku bibêjin, bi hevkariya îslamîstan û feodalan tevî Rojhilata Navîn, li Kurdîstanê di nav kurdan de jî huner û wêjeyê derb xwariye û ji lew, ew ‘huner û wêje’ nebûye çiraya ronî ya şevên tarî li vê xakê, ez ê bêjim amena, tespîtek-destnîşankirinek rast e)
Eger we xwendibe, ku teqez we xwendiye, çîroka wan navên ku nasnameya cîhanê bi dest xistine, ma di dema wan de civak û welatê wan ê kîjanî ji ya civaka kurd û ji welatê kurdan pirtir di nav aramî û şertên baş de bû?
Heyf! Ji ew ên jîr, zîrek re, ku dê bûbûna beşek afirînerên vî gelî, ku hestiyê her yekî/ê di çaleke vê xakê de ye… Ku wan bizaniya, ku ji wan re bihata gotin huner çeka herî mezin e… Û heyf, ji wan pereyên ku di mîhrîcanên lolo û lêlê’yê de hatin-têne xerc kirin… ku ji wan ciwanan yekî/ê Mem û Zîn wergeranda îngîlîzî, ku yekê Mela wergeranda fransî, ku hinan Uryan wergerandana rusî û bi çend qiruşên ji wan festîvalên lolo û lêlê’yê, ku ew berhem bidana çapê û li wan welatan bihatana belavkirin, ma tevî îmaja me, dê di dîplomasiya doza aştî û azadiyê de, kurd dê hê zêdetir nebûna xwedî dost û nas û avantajan?. Û pê re, bêguman dê asta huner û hunermendên me, estetîk û dîsîplîna civaka me jî wê ciyawaz bûya, lêêê… eger ku afirandina hunera-berhema gerdûnê bi xwe fedakirina hunermend diafire, qey ew ên me xwe fedayî hunerê-berhemê nekiribûn, jiyana xwe di riya afirandina huner û wêjeyê de terxan nekiribûn? Qey wan li dijî civakê, pergalê, desthilatê û ehlaqê wan bi hunerê serî hilnedan, kirasê li bejna kevneşopiyê hatî fesilandin veneçirandin!. Ji lew, pirs e, honeka ku bes‘di riya işqê, xwedê û welêt de’ teşe girtiye bi honeka gerdûnî re çiqas li hev tê, li hev dike!?
Li aliyê din, eger ew ên ku bi salan e li Ewropayê û li welatên rojava wekî nivîskar û hunermendên kurd ku jiyana pênaberiyê dijîn, eger ku yekî/ê ji wan karibûya dostaniyeke bi derhêner, wênesaz, nivîskar, hunermendekî/ê cîhanî re girê bida, qey wê ji bo huner û hunermendên kurd nebûya delîveyeke nasînê, sînor borînê û deriyekî dîplomasiya hunera me?. Hingê dê ji me re bûbûya derfet, da em têbigihîjin, ka huner û wêjeya me çiqas hunereke gerdûnî-cîhanî ye, lê heyf ku...!
Heke bêjim berhem ne hêjayî wê ye Xanî dê di gorê de çêran ji min re bike, heke bêjim hunermend ne ew hunermendê ku nasnameya cîhanî bixe berîka xwe ye, dê Uryan û Mela xwe bienirînin. Biborin, heke bêjim ev mêjî-hiş ne tu mêjî-hiş e… Na! nabêjim, nikarim bêjim!
Lê belê, dikarim bêjim, tiştek kêm e, em ji tiştekî bêpar in! Ji lew, ne civaka min, ne hunermendê min û ne jî berhema wan tiştek diyarî cîhanê kiriye-kirine!!! Ma ne ji vê ye, xelkên alemê me bi mohra li ser paseporta welatê lê hatî û bi nasnameyeke din dinasin…


