Amed Tîgrîs
Heta îro gelek fîlozof û zane li sersedemên şîdet û şer rawestane;lêkolane gelo şîdet û şer genetîk e, dozîn (içgudu) e, çi ye? Ne tenê mirov herweha di siruştê de ajel jî şîdetê bi kar tînin û yên bi hêz ên jar û lawaz dikujin û dixwin. Hema hema hemû lêkolîner gehiştine wê armancê ku şîdet û şer ne genetîk e û ne jî dozîn e. Bi prosesa sîstemaperwerdeû bi mercên aborî, civakî, kulturî, olîû jîngehê ve girêdayî ne.Ev hemû mijar dikevin nav têgehakulturê.Welatê ku sîstemaxwe ya perwerdê ya demokratîk ava kirine, takekes û civata xwe bi hişmendiya aştî û humanîzmê perwerde kirine û dikin.
Li Ewropa hîn li zarokxaneyan hevaltî, wekhevîya keç û lawan, wekheviya hemû rengên mirovan, regez, serbestiya hemû dîn û baweriyan,bi zarokan didin hînkirin. Weha perwerde dikin tukesnikare ji kesekî ji oleke din, komek etnîkiyê din, rengek din, sinifek dinre heqaret bike, biçûk bibîne û mafê wê/wî bin pê bike. Weke nimûne di polê de zarokeke Ewropî ji zenciyeke re bêje ”tu reşik î” an jî, ji zarokake asyayî re bêje,”çav kunîs”, ev sûc e. Ji sûc bêtir di kultura wan de ev helwest şerm û bê kulturî ye.
UNESCO di mijara aştiyê de,ji bo perwerdeyeke demokratîk neh xal danîne û dewletên endamên xwe mecbûr kiriye ku di sîstema perwerdeya xwe ya netewî de bi kar bînin: “Hiqûqa navnetewî, mafê mirovan, mafê xebat û pêşketinê, perwerdeya peneberan, zanîn û parastina jîngehê, mafên welatî û perwerdeya demokratîk, parastina mirovan, mafê zarokan û zayenda civakî.” Di nav atmosfera demokrasiyê de mafê her kesî tê parastin. Înkarî tune, diyalog û qebûlkirin heye. Ji hevdu re rêzgirtin xala sereke ye.
Her kes hîn dibe û sînorê mafê xwe û yê li hember xwe dizane û diparêze.Ev li Ewropa kultureke giştî; ne tenê li dibistanan, herweha li malê û li civakê, li dem û dezgehên fermî jî pêk tê. Dema kesekî derkeve derî van rê û rêbazên kulturî û civakîpiraniya xelkê bi çavekî din lê dinêre û ew neheq û serxweşê şîdetê dibîne. Mirov dema li Rojhilata Navîn û bi taybetî li Tirkiyê dinêre,bi kultura şer û şîdetê re rû bi rû dimîne. Ji bo aştî û têkoşîna aştiyêbê hejmar mirov hatine girtin, kuştin û koçberkirin.
Di sîstema perwerdeya Tirkiyê de aştî an jî mafê mirovan tune. Dîroka ku di dibistanan didin xwendin pesn û qaremaniya padîşah û Ataturk in kuçawa şer kirine, gelan kuştine û Asya, Afrîka û Ewropayê dagîr kirine. Civata Tirkiyêgotinaaştiyê tiştekî xerab, pasîf û ne baş dibîne. Şer û şîdetêmeslekê bav û kalên xwe dinasin. Pesnê şer didin û hertim dibêjin, ”Em tirk miletekî qahreman in û heft diwêl (dewlet) bi me nikarin.”Yanî li gor dîtina wan şer û kuştin welatparêzî û qehremanî ye. TirkjiAsya Navîn heta îro, tim esker in. Civata esker her aştîkuj e. Heta sîstemeke siyasî ya demokratîk li Tirkiyê pêk neye û sîstema perwerdêjî li ser van prensîbên UNESCOpêk neyên û çend nifş derbas nebin, kultura aştiyê di nav gelê tirk cî nagire. Ji civata esker aştîxwaz dernakevin.
Ji Azadiya Welat hatiye girtin