Ji Basmaneya Îzmîrê em bi texsiyê diçin Alsancakê û em dixwazin li ser kuçeya Kibris Şehitligi ber bi Kordonê re li ber behrê re herin Saat Kulesiyê. Em ji wir jî bi peyatî berê xwe didin Kemeralti Çarşisiyê û di Kizlaragasi Haniyê re derdikevin. Di vê gera me ya derdora sê saetan de her û her portreyên kurdên em di rê de dibînin min di nava ramanan de digevizînin...
***
Ji Basmaneyê em li texsiyeke ticarî siwar dibin û bi çavpêketina rûyê şofêr bi kurdî dibêjim “bira ji kerema xwe me bigihîne Alsancakê.”
Ji devê şofêr ne tenê erêkirin derdikeve, her wiha digel matmayînê, bişirînek jî dikeve li ser rûyê wî. Ji vê mehdguhertina wî diyar dibe ku kêm caran wisa ji nişke ve mişteriyên wî bi kurdî pê re diaxivîn. Pirsa şofêr a yekemîn ew e ka em ji ku derê ne. Piştî ez jê re dibêjim ku ez ji Cizîrê me, bêyî pirsa navê me bike, dest bi axaftinê dike. Bi ‘welatparêziyê’ dest pê dike û bê navber berdewam dike. Hem ji aliyekî ve behsa hatina xwe ya ji berîya çel salan a Îzmîrê dike û hem jî behsa rewşa kurdên ji salên nodî û pê ve hatine Îzmîrê dike. Gazindên xwe di der barê dûrbûna ´welatparêziyê´ a kurdên ji ber sedemên siyasî reviyane Îzmîrê tîne zimên. Di dema rêya me ya derdora deh deqîqeyan de gelek tiştan dibêje. Wê hê gelek tiştên din bigota lê belê em gihîştin neciha xwe... Bala min kişand, şoforê me yê di jiyana xwe de tenê û tenê wan deh deqîqeyan em dîtibûn û heta em peya jî bûn ne navê xwe got û ne jî pirsa navê me kir, behsa peywir û metodên nêzîkbûna siyasiyan a ´welatparêzan´ qet nekir.
***
Li Alsancakê em diçin cihekî. Hevalê em diçin cem wî, du kurdên bi bedil ku li cem rûniştine û wan her du kurdên bi bedil bi me dide nasandin. Hevalê me bi xwe cizîrî ye, yên li hember bi bedil rûniştine yek jê dihokî ye û yê din jî qoserî ye. Sohbet li ser bazirganiyê ye. Her sê jî sohbetê bi zimanê tirkî dikin. Sê kurd in, gihane hev, digel ku tişta her sê gihandine hev bazirganî be jî, car caran behsa rojeva siyasî jî dikin. Heta em ji wê derê rabûn jî sohbetê bi tirkî berdewam dikir...
***
Li ber rawestgeha Alsancakê re em berê xwe didin kuçeya Kibris Şehitligi. Li nava kuçeyê çav bi kesekî avê difroşê dikevim. Bi dehan metrekên avê li ber in. Ji rûyê wî diyar dibe ku bi mitale ye. Qet ne di nava helwesteke ku mişteriyan bikişînê cem xwe û ava xwe bifiroşê de ye. Em diçin, li ber radiwestin lê belê qet li me jî nanêre. Ez bi kurdî dibêjim ´ji kerema xwe avekî bide min´. Qet li rûyê me nenêrî û dû re avê dide dest min. Matmayîneke mîna yê şoforê texsiyê pê re çênebû. Ji rûyê wî qet reflekseke mirov bibêje va guhertinek çêbû û kesek ji nişke ve bi kurdî bi min re axivî çênebû. Bayê ´hemşerîtiyê´ wechê wî dagir nekir. Ne axaftina me ya bi kurdî bandor lê kir û ne jî kirîna me ya ava ji cem wî. Nizanim sedem çi bû lê belkî jî bi kurdî axaftinê me pê li birîna wî kiribe û refleksa ´ma ez yê vê yekê bûm ku ji cih û warên xwe bibim û werim van deran avê bifiroşom´ careke din serî hilda be...
***
Em berê xwe didin Kordonê û av û av li ber qerexên deryayê re dimeşin. Di rê de çav du kesên li ber tableyekî ku mîdyeyan difiroşin dikevin. Silavê didin wan, ew bi silavan re dikevin nava tevgera haziriya xwarina mîdyeyan. Lê min qet di jiyana xwe de mîdye nexwarine û ji xwe bi niyeta li ser ´pîşesaziya mîdyeyan a di destê kurdan de´ hinek agahdariyan ji wan bistînim li wan sekinîm bûm. Piştî sedemê li wan sekinîna me fêm dikin, dev ji tevgera xwe a amadekirina mîdyeyan ber didin. Ji bersiva pirsa min zêdetir, behsa rewşa kurdan a serdest dikin. Xemgînî û bêhêvîtî ji gotinên wan dibarin. Ji nişke ve mişteriyek nêzî tableyê dibe, ne tenê babet guhertin, her wiha bi me re jî dest bi axaftina bi tirkî kirin...
***
Bi gihîştina qada Saat Kulesiyê re di nava axaftina bi hevalan re du “îşportecî” bala min dikişînin û awarên min diçin li ser wan. Yek jê ji rûyê wî diyar dibe ku kesekî romen e. Di axaftin, rû û bizava wî diyar dibe ku bi zewqeke mezin pêlîstikên zarokan difroşe. Yê din ku sandwîçan difiroşe û ji rûyê wî diyar e ku kurd e, melûl e û xwedê dizane çi bi serê wî hatiye û mitalên çi dike...
***
Ji wir re bi ketina Kemeralti Çarşisi em diçin Kizlargasi Haniyê. Li hemberî wir em dikevin firoşgeheke modern a tiştên luks ên bi taybetî ji bo turîstan difiroşin. Ji ristikan bigirin heta bazin û gustîlkên wê derê ji kevirên dîzaynkirî pêk tên. Bala min dikişîne ku her du kesên li ber kasê wekî kurdî biaxivin lê dema ez nêzîkî wan dibim bi tirkî diaxivin. Li rûyê wan dinêrim, mehdê kurdan bi wan nakeve. Digel ku mîsoger dizanim dema em dûrî wan bûn ne bi tirkî diaxivîn, lê nizanim gelo bi rastî bi kurdî diaxivîn an bi zimanekî din. Heval di nava firoşgehê de li diyariyan digerin û ez jî bi dûrketin û nêzîkbûna xwe ya kaseyê dixwazim fêm bikin ka gelo bi rastî ev di nava xwe de bi kurdî an zimanekî din diaxivin. Bi nêzîkbûna min a wan ku wekî li tiştan binêrim lê guhê min li ser wan e, mîsoger fêm dikim ku bi kurdî bi hev re diaxivin. Ez xwe hew digirim û pirsekî bi kurdî ji wan dikim. Bi diyalogê re ne tenê her du kesên li ber kaseyê, êdî hemû karkerên di nava firoşgehê de bersiva pirsên me bi kurdî didin. Yekî li ber kaseyê dibêje hevaleke me ya li ristikekî dinêre ´ew ristika Rojîn e. Wê ew ristik di klîba strana Hêjaye hêjaye de kiribû stûyê xwe.“ Pê re behsa buhaya wê ristikê ya zêdeyê du sed lîrayî tê kirin lê hê gotina wî di dev de, hevalekî me wekî refleks dibêje “me çi ji Rojînê...” Mesele diçe li ser TRT Şeş ê û veqetîna Rojîn a wê qenalê û tê...
***
Çîrokên li jor ji serpêhatiyên min ên gereke me ya Îzmîrê ya sê saetan pêk tên. Mesele ji gera me ya Îzmîrê ya sê saetan vebû. Û ez niha difikirim ka gelo çima kurdên li Îzmîrê dijîn ku şoforê texsiyê gelek caran di nava axaftina xwe ya deh deqîqeyî de behsa hejmara wan a boş dikir, nekarin di hilbijartinên 12´ê pûşperê de namzetekî kurd derînin...


