Diyarname
Kovara "Kurt Tarîhî" ku du mehan carekê bi tirkî weşanê dike di hejmara xwe ya nû de mijara "Di 1690-1750 yên Sûriyeya Osmanî de Kurdistana Biçûk" girtiye dest.
Kovara Kurt Tarîhî hejmara xwe ya 22'yan xist. Kovar ku di her hejmarê de dest diavêje mijarên balkêş ên ji ser dîroka kurdan di vê hejmarê de jî nivîsên balkêş pêşkêş dike. Mijara ku bûye meseleya bergê bi sernavê "Di 1690-1750 yên Sûriyeya Osmanî de Kurdistana Biçûk" bi îmzeya Stefan Winter hatiye pêşkêş kirin. Di nivîsê de li ser rewşa rojavayê Kurdistanê ya wan salan disekine.
Fehminaz Çabuk bi sernave "Meseleya Îltîcaya Eşîrên Kurda di serdama Ebdulhemîdê 2'yemîn de" girtine dest ku kurd wê demê çawa ji nav Osmanî derbesî Îranê, yan jî ji wir dihatin vî alî disekine.
Yek ji lêkolînerên kurd ê çalak jî Mehmet Bayrak e ku Bayrak di vê hejmarê de bi du nivîsan cih girtiye: "Tarîhul Tevletul Ekrad" ku wekî yekemîn berhema li ser dîroka tê zanîn û "Xebatên ferhengê yên li ser zimanê kurd".
Rohat Alakom ku her carê bala xwe dide ser şexsiyetek vê carê meseleya "Barbro Karabuda li welatên kurdan e" girtiye dest; li ser pirtûkên ku wê nivîsîne û tiştên bi ser wê re derbas bûne kirine mijara nivîsa xwe.
Yek ji nivîsên balkêş jî meseleya karker, yan jî emeleyên kurd ên di serdema Osmanî de ye ku Mesûd Serfiraz li ser mijarê nivîsiye. Serfiraz bi sernavê "Di çapemeniya kurd a serdema Osmanî de nûçeyên der barê çîna karker a kurd" mijar raxistiye ber çavan.
Di vê hejmarê de du nivîsên bi kurdî jî cih girtine. Ji van Seîd Veroj li ser "Abdurrehman Nacim", Mem Med jî li ser "Şêx Evdilqadir" nivîsiye.
Heta vir xebera xêrê ya kovarê bû ku mijarên balkêş pêşkêş dike, ji vir pêde xeberek ne xêre ji kovarê ji bo xwendevanan: Kovarê ji ber lêçûyînan buhaya kovarê ji 10 TL'yî derxistiye 12 TL'yî.
Ji bo têkilî û xwestinê:
Navnîşan: Kuloglu Mah. Sadri Alişik Sk. İdris Bey İşhani, No: 16 Kat:4 D:51 Beyoğlu-İstanbul
Tel: 0532 173 25 09
e-mail: kurttarihi@yahoo.com
www.kurttarihidergisi.org