Min dîtina aliyê deryaya Spî ya Tirkiyeyê ji mêj ve meraq dikir û van rojan delfeta min çêbû ku çend rojekî li wan aliyan bin.
Bi taybetî li bajarê Bodrûmê ku hê sezona turîzmê destpênekiribû, me karî bibin şahidê jiyana rojana ya kurdên li wî bajarî. Balkêş e ku çîroka niştecihbûna wan kurdên li Bodrûmê hemû nêzîkî hev in. Dîsa çîroka kurdên ji bo demsala kar ya turîzmê têne bajêr jî nêzîkî ya kurdên li wir niştecih bûne.
Kurdên li wir bûne xwediyên cihên kar, ji berî salan bi armanca kar hatine û di nava demê de li wir mane û bi derfetên xwe bûne karmend. Digel ku ew bi salan e li wir bûne karmend û xizmetên aboriya bajêr jî dikin, kurdbûna “bûyî bela serê wan” xwe hergav diyar dike. Ji bo ew xwe bi rayedar, bikir û cîranên xwe yên tirk bidin qebûl kirin, ji tirkan bêhtir alên Tirkiyeyê û wêneyên Ataturk bi firoşgehên xwe ve daleqandin e.
Rewşa kurdên demsalî jî li wir dijîn ji gelek hêlan ve ji ya wan ne zêde guhartîtir e. Kurdên ku demsalî bi taybetî li hotelan kar dikin, piranî bi rêya nas û xizmên xwe têne vê derê. Ji xwe li gor agahdariyên kurdên em bi wan re axivîn, gerînende û birêveberên piraniya hotêlan kurd in û ew xizmên xwe yên ciwan ji welêt didin anîn û li wan otelan di bin şertên kar û aborî yên xerab de didin xebitandin.
Me kesekî ku ji rewşa xwe ya kar memnûn nedît. Hemû kesên em bi wan re axivîn di warê ku ew di bin şert û mercên zêde xerab de têne xebitandin hemfikir bûn. Dîsa ji aliyê din ve di warê siyasî de jî rewşa wan xerab e. Li gor agahdariyên wan, bi taybetî piştî salên derbasbûyî ku hinek teqîn li bajêrên turîstîk pêk hatibûn, li her deverî polîsên sivîl ên xwe dikin di hemû şikilan de, wan kontrol dikin.
Digel vê rewşa serdest jî, hema bêje hemû ciwanên ku em bi wan re axivîn, li ser pirsa me ya di derbarê ka çima ew di bin van şertên ew bi xwe qet jê ne memnûn in kar dikin, ev bersiv didan: “Em çi bikin abê, em mecbûr in. Başqe çare me nîn e...”
Têbinî: Ji bo yên nizanin: Bodrûm li Tirkiyeyê li herêma Ege ye û navçeyeke Muglayê ye.


