Diyarname
Li bajarên kurdan Demîrtaş bi têra xwe deng girtine li gor hilbijartinên berê lê ya balkêş bajarên tirkan ên Tirkiyeyê ne. Di vê hilbijartinê de Selahattin Demîrtaş li ser navê Tevgera Kurd yekem car ji her bajarê Tirkiyeyê dengan digire. Di vê hilbijartinê de li bajarê Bayburtê 0.8 deng girtiye û herî hindik ji wir girtiye. Lê li hemû bajarên din ên Tirkiyeyê bi ser 1'ê re deng girtiye.
Li bajarên mezin ên wekî Stenbol, Îzmîr û Enqereyê jî deng zêde bûne.
Li Stenbolê deng ji 4.81'ê derketine sedî 9.2. Li Îzmîrê ji 3.34 derketine sedî 8, li Enqereyê ji 0.78 derketiye sedî 3.48.
Her wiha li Mêrsînê ji 9.78 derketiye sedî 13.4. Li Edeneyê ji sedî 7.34 derketiye sedî 10.6. Bi gotineke li her bajarê tirkan deng zêde kiriye. Li gor hilbijartina herêmî ya 2014'an tenê li Rihayê deng kêm bûye.
Her wiha li gor hilbijartina 30 adara 2014'an ji aliyê rêjeyê ve sedî 3, ji aliyê dengan ve li dor mîlyon û nîv deng zêde kirine.
Li bajarên kurdan ên ku tevgera kurd heta îro qet mebûs dernexistine wekî Erzerom, Semsûr jî deng zêde bûne. Li Erzeromê ji sedî 6.25 derketiye sedî 13, li Semsûrê ji 5.36 derketiye 15.1. Ev yek tê wê wateyê ku dema HDP bendav derbas bike bi van reqeman dikare mebûsan derxe.
Wekî nota dawî: Ji bo HDP sedî 10 bendava hilbijartinê ya Tirkiyeyê derbas bike pêdivî bi xebateke xurtir heye.
**
Nûçeyên eleqedar ên li ser îro:
- Serokomarê 12'emîn ê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan e
- Demirtaş: Bila kes netirse HDP li cem hemû bindestan e
- Li Bajarên kurdan Demirtaş çiqas deng girtine?
- Encamên pêşî ên hilbijartinê
- Dengdayîna ji bo Hilbijartina Serokomariyê dest pê kir