Yek li ser a din, nêzîkî sedsalekê ye ku girik zêde dibin li ser zimanê min. Zimanê min; awaza dil û mêjiyê min. Nexşe û berhem û çand û şewata jiyana hezar salan. Zêmar, dîlok, axîn, stran, metelok, tiştanok û çîrokên gelekî.
Girik li ser girikê, asê dibim, mezin û fireh dibe qad û maweya dîlîtiya min. Her roj, her kêlî dihele hestiyê min. Ez dizanim ku hem qad, nav û amûrê mirina min e hem mifteya rizgariya min e li dîlîtiya sedsalan.
Ez dizanim ku zimanê kevnar û şîrîn gihabû/gihaye ber sekratên mirinê. Da ku bi carekê de, di nav rûpelên kevin ên dîroka kambax de winda bibe, bi salan e gora wî kolan. Lê ew xwestek û hêviya desthilatdarên hov, li ser dilên wan bû girêkeke hişkî ziwa. Bi hezaran rûmetdar xwîn û xwêdana xwe kirin hêza jiyanê ji bo vî zimanî. Mirin bi dûr ket lê azadî jî ne nêzîk e. Hovîtî, dirutî û nedîtiya desthilatdarên dagirkeran e ya ku riya azadiyê dûr dike.
Erê ku zimanê min rizgar bû, dê ew bibe mifteya dîlîtiya sedsalan jî.
Xweş diyar û xuya ye ku bi carekê, bi yek livê azadî nayê. Azadî bi domdariya tevgera bênavber e. Azadî di rika rewa de ye. Kurd ji bo azadiya zimanê xwe çi bikin rewa ye û çi bikin virnî ye. Di vî warî de, her gav gaveke dereng e. Loma divê çalakiyên ji bo azadiya zimên her roj bi hinên nû, dewlemend bibin, geş bibin, mezin bibin û fireh bibin. Çalakî bi girseya gel dibe çalakî û bihêz dibe.
Piştî axaftina birêz Ahmet Turk a di meclisê de, boykota dibistanan jî çalakiyeke rewa û di cihê xwe de bû. Çalakî gihîşt mebesta xwe, têra xwe deng veda û kete rojeva siyasetê. Piştî van, daxwaza girtiyên siyasetmedarên kurd ku xwestin di dadgehê de xwe bi kurdî biparêzin jî liveke hêja ye. Bi ya min helwesta dadgeh û dewletê çi dibe bila bibe, divê birik ji vê xwestekê neyin xwar.
Sekeftin di têkoşîna bênavber de ye. Têkoşîn bi xebata domdar dibe hêz. Hêz bi serkeftinan mezin dibe. Em ji bîr nekin, ew hêza ku kevirê mîna pola qul dike, ne hêza dilopek av e. Ew hêz hêza domdariyê ye, hêza rikê ye, hêza bibiryariyê û jixwe hêza bawerî û rewabûnê ye.
Hin bi hin deng bilind dibin, ziman digere, girêk sist dibin;
Ew deng, dengê kurdî ye, olan dide li kolanan, li gund û bajaran.
Ew ziman, zimanê kurdî ye, dê bigere di devê her kurdekî de.
Ew girêk, girêka sedsalan ya li ser zimanê min e ….
b.zelal@mynet.com


