AMED
Li gorî daneyên pirtûkxaneyan, amediyan par herî zêde pirtûkên lêkolînî, dîrokî û wêjeyî xwendine. 11’ên herî zêde hatine xwendin em derdixin pêş.
Ajansa Mezopotamyayê li ser vê yekê lêkolîneke kiriye. Ajansê ji pirtûkxaneyan pirtûkên ku ji par ve herî zêde li Amedê hatine xwendin pirsîne û di encamê de 11 pirtûkên herî zêde hatine xwendine derketine holê.
Di nûçeyê de gotina, “Li gorî daneyên ku me ji weşanxane û çapxaneyan dane ber hev, xelkê Amedê di nava pirtûkên bi kurdî de ji par heta niha herî zêde pirtûkên lêkolînî bi taybet jî yên li ser dîroka kurd û Kurdistanê xwendine” belav kiriye û pirtûkên ku herî zêde hatine xwendin wisa rêz kirine:
1- DÎROKA KURDAN Û KURDISTANÊ - M. EMÎN ZEKÎ BEG
Li gorî daneyên par, pirtûka ku ji hêla amediyan ve herî zêde hatiye xwendin, pirtûka M. Emîn Zekî Beg a “Dîroka Kurdan û Kurdistanê” ye.
2 - MÎRZAYÊ BIÇÛK - ANTOINE DE SAINT-EXUPERY
Hem li gorî salên dawî û hem jî hemû deman ji zêdetirîn pirtûka hatiye firotin û xwendin e. Pirtûk, ji çavê zarokekî jiyana mezinan û liv û tevgerên wan vedibêje.
3 - EREB ŞEMO - DIMDIM
Destana bi navê Xanê Çengzêrîn wekî destana DIMDIM'ê tê zanîn û bûyerên serhildana sedsala 17'emîn digire dest. Keleha Dimdimê li rojhilatê Kurdistanê ye. Artêşên osmanî û îranê li hev dikin û êrişî Keleha Dimdimê dikin û dixwazin bi dest bixin. Li gorî pirtûkê, kesek rêya ava paqij a diçe kelehê nîşanî artêşên êrîşkar dide. Li ser vê yekê av li ser berxwedêran tê qutkirin. Pirtûk, berxwedana Xanê Çengzêrîn a li hemberî artêşên osmanî û îranî bi zimanekî wêjeyî vedibêje.
4- LEYLAN - SELAHATTÎN DEMÎRTAŞ
Ji romanên demên dawî de hatine nivîsandin yek jê ya herî zêde hatiye firotin û xwendin, pirtûka Selahattîn Demîrtaş “Leylan” e. Di romanê de Demîrtaş, bextewarî, evîn, tekoşîn û kedê vedikole û li bersivên nû digere. Bûyerên balkêş û herikbar ji Amedê dest pê dikin, li Stenbolê û Zûrihê berdewam dikin û li Nisêbînê jî bi dawî dibin. Pirtûk her çiqas bi zimanê tirkî hatibe nivîsandin jî, lê belê wergera pirtûkê jî gelek hate firotin.
5 - METÎN AKTAŞ - NÎŞANCI
Roman, bûyerên di Serhildana Şêx Seîd de bi awayekî wêjeyî bi xwîneran re parve dike. Derheqê Serhildana Şêx Seîd de gelek agahiyên şaş û derew hatine belavkirin. Ev roman ji wan şaşî û derewan û hem jî ji jiyana li ser wan derewan hatiye avakirin re bersiveke.
6 - JINEOLOJÎ
Kovar, ji hêla jinan ve bi awayekî kolektîf tê amadekirin û çapkirin. Kovar di nivîsên xwe de dijî feraseta mêr û her wiha meseleyên civakî, aborî, jin û zayendî bi çavên jinê dinirxîne û pêşkêş dike.
7 - TENÊTIYA SEDSALÎ - GABRÎEL GARCÎA MÂRQUEZ
Nivîskar, zarokatiya xwe bi awayekî fantastîk û bi vebêjeke efsûnî girtiye dest. Nivîskar 16 salan li ser bûyerên zarokatiya xwe fikiriye û pirtûk di nava 2 salan de nivîsandiye. Di vê pirtûka xwe de nivîskar jiyaneke di xaniyeke mezin de derbas dibe vedibêje ku xwîşkek axê dixwe, dapîr pêşerojê dibîne û çend xizmên wî jî di navbera dînitî û bextewariyê de mayîn e.
8 - DENGÊ ZÊ - MEHMET AKDOGAN
Lehengê romanê Mûstafa ji bo perwerdeya medreseyê diçe Colemergê. Li aliyekî hesreta gund dikişîne û li aliyê din jî bi tirsên xwe re rûbirû dimîne. Li vir hevalê xwe Îsiv dibîne û di salên 90’î de rastî polîtîkayên dijwar ên dewletê tên. Îsiv û Mistefa şahidiya bûyeran salên 90’î dikin. Roman bûyerên van salan tîne ziman.
9 - DESTAR - ENSTÎTUYA KURDÎ YA AMEDÊ
Kovara Destarê, ji hêla gelek nivîskaran ve bi awayekî kolektîf tê derxistin û gelemperiya nivîsan, encama lêkolînan in. Ziman, wêje, lêkolîn û hwd. jî di nav de gelek mijar tên destgirtin. Kovara ku 3 mehan carekê bi zaravayên kurmancî, kirmanckî û soranî derdikeve, xîtabî tevahiya kurdan dike.
10 - FIRAT CAN – WELATEK JI HÊVIYÊ RE (UMUDA BÎR ULKE)
Roman bi tirkî hatiye nivîsîn. Nivîskar, di vê romana xwe de rastiya îktîdarê û mêrê serdest bi awayekî rexneyî digire dest û bi bûyerên siyasî û cîvakî dixwaze di şexsê jinê de berxwedanê û tekoşînê wekî rastiyekî jiyanê pêşkeşî xwîneran bike.
11 - ZANA FARQÎNÎ - FERHANGA KURMANCÎ
Ferhanga Kurmancî wekî her dem girîngiya xwe parastiye û ji bo hemû kesên ku dest bi xwendin, nivîsandin û wergera kurdî ferhegekî jêveneger e. Amadekar Farqînî, di encama lêkolînên xwe de têgehên herî zêde tên bikaranîn di ferhengê de pêşkêş kirine. Ji çapên xwe yên berê heya çapa xwe ya nû, ferhen rastî eleqeyeke mezin tê.