Diyarname
Bi beşdariya gelek helbestvan û çîroknivîskaran rojeke wêjeyî li bajarê Essen ê Almanyayê li dar dikeve. Di çalakiyê de wê helbestvan helbestên xwe bixwînin û çîroknivîskar jî hem çîrokên xwe bixwînin, hem jî pirtûkên xwe îmze bikin.
Çalakî 18'ê vê mehê saet 14'an de li Essen ê Almanyayê li dar dikeve. Di çalaiyê da helbestvan Ibrahîm Hisso, Husên Hebeş, Selwa Hesen û Hesen Îrandost ligel helbestên xwe dê amade bin.
Ji aliyê çîrokê ve jî çîroknivîskar Fewaz Ebdî, Luqman Silêman û Helîm Yûsiv wê amade bin. Romana nivîskarê malpera me Helîm Yûsiv "Sobarto" bi çapa wê ya erebî jî derketibû. Yûsiv hem vê, hem jî pirtûkên xwe yên din dê îmze bike. Çalakiya ku bi kurdî û erebî wê li dar bikeve de pêşkêşvan dê helbestvan Hozan Enez be.
Navnîşan
AWO Haus
Unterdorf Str.19a (im Hof)
45143 Essen


