Diyarname
Pirtûkan "Serê Şevê Çîrokek" ku ji aliyê Selîm Temo ve hatibû amadekirin niha bi çapa nû, bi çapa çaran derket pêşberî zarokan û pêşberî çîrokhezan.
Weşanxaneya Dara cara pêşî di bihara 2019'an de pirtûk weşandibû. Pirtûk rastî eleqeyê hatibû, loma jî heman salê payîzê çapa diduyan, bihara 2020'î de çapa sisêyan derketibû û vê biharê jî bi çapa xwe ya çaran derket pêşberî xwendevanên xwe.
Pirtûk armanc dike ku her şevek çîrokek bi zarokên kurd bide xwendin, yan jî guhdarîkirin. Loma nav lê kirine "Serê Şevê Çîrokek". Di pirtûkê de çîrokên ji bo zarokan, ji bilî wan helbest û destan, her wiha kurtejiyana navdarên kurd ên wekî Navdarên kurd wekî Aramî Tîgran, Leyla Bedirxan, Mehmet Uzun, Leyla Qasim, Mestûre Xanima Kurdistanî jî hene.
Pirtûk her serê mehê bi alfabeyê dest pê dike. Paşê her roj çîrokek pêşkêş dike ku carinan ew çîrokên kurdan, carinan yên biyanî.
Amadekarê pirtûkê Selîm Temo wisa bangî zarokan dike, "Îcar kerem bikin û her serê şevê çîrokekê bixwînin yan jî guhdarî bikin ku xewnên we bi Kurdî bin. Di nav xewnên xwe de bi aramî bigerin. Bila her şeveke we bi çîrokekê binexşe. Gava mirov bi zimanê xwe çîrokan bixwîne û bi zimanê xwe xewnan bibîne, cîhan jî dibe warê zimanê mirovî. Îcar piştî her çîrokê ji bîr nekin, çavên xwe bigirin. Ê ma mirov çavên xwe negire dikare di xew re biçe?"
- Serê Şevê Çîrokek / Amadekar Selîm Temo / Weşanên Dara /Çapa 4'an/ Bihar 2021 / 472 rûpel


