Şer û pevçûnên çavnebariyê, bexîltî û çavsoriya dagirkeriyê, berjewendiyên neteweyî; gelek caran dibine sedema bindestiya hinên din. Ku di dezgehên dîrokê de parçebûna neteweyekê, bi dafikên olî, bi hêza dara zorê girêk bi girêk tê honandin. Ku îro gelê kurd li ser xaka xwe, li welatê bav û kalan ji hev dûr, bi dîwarên stûr û bilind ji hev cuda, her tîkeyek goşt li ber keftarekî hov.
Êşa wan diranên bixwîn bi salan di rih û bedenê gelekî de sing kutaye. Rih û bedenê ku bi salan e nexweş e, bi ked û xebateke bêrawest, hin bi hin tê dermankirin.
Yek ji wan cihên ku pir diêşiya ziman bû. Zimanê ku bi destên dagirkeran ve parçe bû, zimanê ku li ber piyan diçû, zimanê ku bêxwedî û talan dibû, sêwî û bêkes dima. Helbet dermanê herî baş a bindestiyê û parçebûnê yekîtî ye ku gelê kurd ji ber tunebûna wê bi salana e di nav gerînekên êşê de diçe û tê.
Dîwarên stûr û bilind, yek bi yek hildiweşin, xetên kûr ên ku dil kirine çar wasle ji holê radibin. Kêfxweşî û hêviyeke gewre ye ku bîrîn hin bi hin qaqil digre.
Ne bi gelekî, berî bîst –sih salan, kurdên Qersê, Mêrdînê, Amedê, Riha, Semsûr, Dêrsim... û hwd. li bajarên metropolên Tirkiyê bi mebesta bidestxistina gezek nanî dihatine nik hev, ji xwe û ji zimanê xwe şerm dikirin. Û bi zimanê ku li wan hatibû ferzkirin, bi zimanê ku mîna kirasekî teng li wan hatibû kirin, bi hev re diaxivîn. Wekî şermeke mezin, wekî amûreke qedexekirî; zimanê xwe ji hev vedidizîn, ji kesên gelê serdest vedişartin. Û bi wî zimanê ku bi darê zorê li wan hatibû ferzkirin, bêyî ku xwe vebêjin, bêyî ku ji hev têbigihêjin diaxivîn.
Lê ku îro em li rewşê dinêrin, em dibînin ku êdî ne tenê kurdên bajarên bakur, kurdên her hêlê, bakur-başûr, rojava-rojhilat, ne tenê kurmanc, ne tenê kirmanc (dimilî), ne tenê soran; bi saya têkoşîna birik û bibiryar, bi saya berdêliyên bêhempa, kurd bi hişmendiyeke rewşenbîrî û welatparêzî, li zarava û zimanê xwe hay dibin, li nirxên xwe xwedî derdikevin. Çavekî wan li rabirdûya kambax, a din li dahatûya ronî; dest dirêjî hev dibin, ji bakur-başûr, ji rojava-rojhilat.
Di raman û nîqaşa zarava û yekîtiya zimên de, gelek caran pirsgirêkên heyî dibûne sedema şikestina hêviyê min. Lê di Foruma Sosyal a Mezopotamyayê (FSM) ku li Amedê hate lidarxistin, hem hêviyên min mezin bûn, hem tirsa min ji ber zaravayên kurdî ku bi salan e ji hev dûr ketine, û her yek di nav qalika xwe ya teng de bêhenase maye, şikest.
Êdî kurmanc bi kirmanckî (dimilî), û soranî, kirmanc (dimilî) û soran bi kurmancî diaxivin. Hev û din têdigihîjin. Raman û hest di hemû zaravayan de heman tiştî vedibêjin. Bi awayekî fermî û zagonî pêk nehatibe jî, yekîtî di dilan de, di hest û ramanan de ava bûye. Êdî dîwarên stûr û bilind, têlên bidirî, hemû bazirganên jehrê bêwate ne. Hêvî ji her demê mezintir û navê wê serkeftin e. Serkeftin ji her demê rasteqîntir, nêzîktir û navê wê AZADÎ ye...


