Lavînya (2)
Bêje; yezdan tol bû… Rûberek boşî xêz e... Dengvedaneke lolicimî… Vedaneke erdhejî….. Tirsa xwedayên xwespar û ji dil dostê dilşewatan… Dostê dînikan. Ne dost û hevkenên jar û ji dest pê ketî….Ne ji guhdarvanên jinik û mêrikên ku bi heyranbûyîneke qûneşûştî ve digotin “em in Xweda.”
Bêje; yezdan dişewitan… Bêyî guhdana eman û yemanan. Bi sekan agir pêdixist û pê re xwediyê çemê zanîna demborî, zanîna lawaz û jehrî ku xwe axa û paşa û pêşrev û xwedawend didîtin, dibûn xwespar. Dibûn cûce… Dibûn girîkar... Bi girî dia dikirin. Senfoniya xweseriyê ew vedixwendin civata têrzan a yezdan... Axxx wan nedixwest vexwendina ser sifra kamraniyê bibihîzin. Guhê xwe direvandin ji vexwendina şîrîn… Direviyan. Bi revarev xwe li olgehan digirtin û dibûn diakar. Heyf….
Bêje; bi rastî jî yezdan tolek kûr bû. Leq bi cest-bedena qelew ya kelehan dixist. Bi vinevin û lovlar…
Bêje; yezdan di peyreviya raberkirina rûyê derewkaran da bû. Dixwest jehrîhezan ravî bide…
Bêje; Gava giyan li şêrînyaran dibû mêvan, ew li xwekuştinê dihizirî. Wî di her kêliyeke jiyana xwe de, xwe bi awayek dikuşt. Goştê ji bedena xwe ya kuştî diavêt sarincê ji bo giyandarên nûhatî…
Bêjê; Gava tu li ser lêvên xwespartitiyê xwe dibû xweşdaberekê bê nirx, ew li rakirina bablîsokên çêkêr diponijî.
Bejê; yezdan navê rengvedêran bû. Diza, ew dijminê têkbirinê didît.
Bêje; xwedayên xwespar ji raberkariya wî ku wî dixwest bide zanîn ku ji bo bi xwe ve hatinê (heta dawî bê olî û bêsînorî divê) ditirsiyan û xwe bê ser û ber diavêtin ber delinkê jinikan….
Bêjê; xwedayên xwespar ku xwe şeraza didîtin, bi bihîstina gotina yezdan “berê hewla ji bo xwedabûnê pêwîst e ku giyan ji xwe re bêje ez kûçik im” re, dibûn hewcedar. Hewcedarê jinikan. Jinikên bê pêgirt tenê dikarîn ewka di nava şeqên xwe de bida wan. Jinikan ew dida wan û bi tehmkirina wî goştî re, xwedayên xwespar diqêriyan û digotin “Va ye ol ev e. Va ye zewqa bêsînor ev goşt e”
Dê bidome.