logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn
  2. Bayer û Arsenal nekarîn hev têk bibin
  3. Di Lîga Ewropayê û Lîga Konferansê de îro
  4. Real Sociedadê pişta Lillestromê, Bournemouthê jî pişta Milanê şikand
  5. PFDK'ê ceza li Amedsporê birî

H. Kovan Baqî

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
H. Kovan Baqî

H. Kovan Baqî

Hiş Nebe Nowa

  • Dîrok: 23/05/2025

Hiş nebe Nowa. 
Hişnebûn hiş e. HişBûn talûke ye.
Nowa hiş nabe, talûke di hişbûna xwe de li hişnebûna Nowayê guhdar dike. Lewra îsyaneke li dijî romanê ye dij-romana Nowa, lidijrabûneke derveyî fêrbûnê ye. Di redkirina koka xwe de, seba bêkok nemîne xwe bi koka xwe ve aşî kiriye (Octavio Paz). Zanim gotinên min nikarin leza ruhber û neruhberên gerdûna vê romanê di şayesandinê de zeft bikin, lê dîsa jî gotinên min nikarin bibilin û hest û hîs û nêrînên xwe ji xwe û Nowayê veşêrin. 
Qurtek çayê vedixwim, tehma Nowayê dimîne li ser zimên û gotinên min bi qewlê Nowayê dibin kemanên birîndar.
Nowa, gotinên min bi sewta xwe ya birîndar dijenin strana te û birîndarî şîrîn dibe di bêçaretiya vê kemanê de. Ev lawaziya ji xurtbûnê pirhêltir, dihêle ez jî wekî wan çend ceribînivîsên rojavayê dinyayê bêhtir ji lawaziya xwe ya li hember metnên xurt hez bikim.
Li hiş(ne)bûna te guhdar dikim, Nowa.
Di kok-romanê de, guh tenê dibihîzin. Bes di Nowayê de guh dibînin, çav guhdar dikin û hîs temasî şevên dil dikin – dil dibe gerstêrk û heststêrk. 
Nowa hiş bibe hiş ê bibe neteweyeke bêzar û bêziman. Nowa hiş bibe zeman ê bi xwe ve bialiqe û tevgera dinyayê wê di bêliviya xwe de bibe jiyaneke qeşagirtî di çavên keçika êşiyayî de. 
Hiş nabe Nowa, zeman bi xwe ve naaliqe û dinya nabe jiyaneke qeşagirtî di çavên wê de. 
Nowa hiş bibe ziman ê xwe bi sêdara tîpan ve daliqîne, peyv ê terkîziman bibin, pîvaz ê nema çîrokên zindî ji guhê hebûnê re bêjin û mirin ê nema karibe bijî di çavê zemên û zimên de.
Hiş be dinya, li dengê Nowa guhdar bike!
Dinyaya hişbûyî di mista peyvê de dinive û di paceya dengê keçika biçûçik de li xwe temaşe dike.
Nowa keçik e wekî dêya dinyê.
Dinya keçik e wekî gotinên Nowayê.
Nowa keça xwe ye, ji xwe welidiye bo dinya karibe di gerdûna zimên de bijî wekî hevalcêwiya mirina zipzindî.
Dilopek hêstir ji çavê gotinê diniqite, sînga dinyayê dişewite. Şewata sînga dinyayê rûpelên romanê di nava tilîkên min de dike pizot, çavên min bi ser şewata tilîkên min de hêstiran dibarînin, çizînî ji kûraniya nava min tê – tu nabê tilîkên min di nava rûpelên romana Nowayê de bûne dil. 
Hiş nebe Nowa. Dilê min û me di dengê te de lêdidin. Tu hiş bibî, dilê me yê bisekine û dinya wê bimire.
Nowa ji deriyê dirankir derdikeve, derîyê pêjgehê li pey wê tê girtin, destê xwe diavêje zendika deriyê dawiyê, deriyê destpêkê vedibe. Nowa di derketinê re dikeve hundirê ketinê. Deriyê ketinê awirên wê dibe ser palgeha dirankir a li ber pacê. Nowa hîn jî li ser palgehê dirêjkirî ye, dinya di kefa destê wê de ye. Perdeya pacê hîn nehatiye kişandin û Nowa di çavê pacê de li derve dinêre. Nowa û derî şipya ne, li  çavên Nowaya li ser palgeha ber pacê dinêrin. Keçikeke biçûk di çavên Nowayê de dimeşe, dinya di mista wê de ye – pê dilîze.
Keçika biçûçik tilîka xwe datîne ser lêvên dinyayê û gotina bi qasî xuliqînê pîr ji devê wê dertê: “Li dinyayê me.”
Çavên dinyayê sînga keçikê destnîşan dike û gotina ji xwe pirtir dibêje: “Ez li gerdûnê me.”

“Kemaneke birîndar di dilê welatê min de dijene, tu nema ye   
zarokên din jî bişibin Nowayê. Dibînim pêşeroj bi dengê   
Nowayê diweste û ez bi qasî wan zarokên çavên wan ji 
ekranê nabin masûm im.”

Ziman welat e di zimanê Nowayê de, welatekî ji goşt û hestî ye. Gotin kemanên birîndar in di zikê zimên de, bîlîmûm dengên xwezayê dibarin ji notayan, pêşeroja westiyayî mest dibe wekî vê maseya romana Nowa pişta xwe spartiye rûyê wê û zarokên çavên wan ji ekranê nabin gişk Nowayên masûm in. 
Hişşş, mezin nebe Nowa!
Kaleydoskopa zemên û zimên e paceya pêjgeha Nowayê. Zeman bi şûn ve diherike û dinya dizivire li quncikek zimên. Bavê Nowayê bilêteke erzan peyda nekiriye û hîn nehatiye malê, firingiyek xwe ji ser dezgehê bazarfiroş diavêje erdê rûyê dinyayê sor dibe bi xwîna firingiyê, tarîxa mirovatiyê di kolana ber pacê re derbas dibe û wekî her carê awirên Nowayê diçin ser keçika biçûçik a serê dinyayê mist dide.  

 “Keviran datînim nav avê, qalik berdidin
Di dendika kevirekî de zîl dide zeman.”


Têbinî: Ev nivîs wê bidome…
 

Hin Nivîsen Nivîskar

Gunehên destên xwe dirijînim ser rûyê avê

  • 16 Tîrmeh 2026

Ji bo guhdarîkirinê:     nefesa zemên e ziman heger nefes biçike  çîrok ê bibe welatekî bê însan û nivîskar ê bibe kitêbeke bêçîrok Gotinên bêmal ji peyarêyan û banqên parkan re dibêjin,...

Welatê Dî

  • 08 Sermawez 2024

Ji bo guhdarîkirinê:       Çarşem - Gava trên çû peron vala ma.                 Cîps hebûn li cihê zarok lê.              ...

Bibore Strauss, çavên min jî wekî tarîxa çermsoran dişewitin niha

  • 04 Adar 2024

În – Sê roj in zeman jî bi min re ji alî koronayê ve hatiye dagirkirin. Di sekneke fezayî de ez û zeman qala êşa hestiyên xwe dikin ji hev re. Koronayê...

Hemû Nivîsen H. Kovan Baqî

H. Kovan Baqî kî ye?

H. Kovan Baqî di sala 1972’yan de li Herêmya ya Dêrika Çiyayê Mazî ya Mêrdînê hatiye dinê. Dibistana seretayî li Herêmya/Dêrikê xwend û dev ji xwendina dibistanê berda. Baqî ji sala 2004'an ve li Îzmîrê dijî, ligel karê nivîskariyê, karê edîtorî û redaksiyonê jî dike. 
Pirtûkên wî yên ku heta niha derketine:
- Çîroka Çîrokan / Çîrok / 2004 / Weşanên Bajar
- Bêexlaq / Çîrok / 2012/ Weşanên Na
- Heteroglossîa / Roman / 2014 / Weşanên Ronahî
- Aporîa / Roman / 2015 / Weşanên Na
- Dîfferance / Roman / 2016 / Weşanên Na
- Sî'bera Zeyno / Roman / 2017/ Weşanên J&J
- Kî / Roman / 2019/ Weşanên J&J
- Orok / Roman / 2020/ Weşanên Lîs
- Olmeyi Beceremeyen Hiç / Roman / 2018 / Weşanên J&J
- Torosa Spî / Çîrok/ 2024 / Weşanên J&J

Youtube Me

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news

Zextên li pêş nivîskaran, wêje û azadiya nivîskaran

news

Ji têkoşîna siyasî, helbestvanî, heta siwarçakiyê, jineke jêhatî: Hebê Xan

news

Qedera Geliyê Godernê

news

Kilîta Li Qutiya Dil

news

Amedspor bi têkbirina Beşîktaşî re dixwaze ji me re çi bêje?

news

‘Deftera Mezin’ bo kurdî hat wergerandin

news

Ji Helîm Yûsiv romenek nû 'Jiyan Herêmeke Qedexekirî Bû'

news
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Şerefnameya Kurdan û Mîr Şeref

ad

Amed û Van Spor ji bo mexdûrên erdhejê li sehayê bûn: 4-2

ad

Sefqan Orkêş û Mehmûd Berazî xelata xwe girtin

ad

W bi dosyaya ‘Di rewşenbîriya kurdî de rola Binxetê’ derket

ad

Demirtaş: Hûnê vî 10 mîlyonî çi bikin?

ad

Muxalîf Navalniy banga derketina kuçeyan kir

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

  • 22 10 2026
news

Bayer û Arsenal nekarîn hev têk bibin

  • 22 10 2026
news

Di Lîga Ewropayê û Lîga Konferansê de îro

  • 22 10 2026
news

Real Sociedadê pişta Lillestromê, Bournemouthê jî pişta Milanê şikand

  • 23 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname