Diyarname
Li Rusayê muxalif Aleksey Navalniy ji bo hilbijartina sala pêşiya me bû reqîbê Serokdewletê Rusyayê Viladimir Putin lê Komîsyona Hilbijartinê ya Navendî ya Rusyayê serîlêdana wî betal kir û nehişt bikeve hilbijartinê. Wekî sedem jî ji ber karên nelirê hatiye mehkûmkirin nîşan da. Navalniy ku avakarê "Fona Têkoşîna li Dijî Karên Nelirê" ji ser youtube re bang li alîgirên xwe kir beşdarî hilbijartinê nebin û her wiha di roja 28'ê rêbendanê de derkevin kuçeyan û boykotêragihînin.
Li Rusyayê de 18'ê adara 2018'an de hilbijartina serokdewletî tê lidarxistin.
Navalniy di protestoyên li hemberî Putin de pêşengî dikir. Navalniy ku muxalif, aktîvîst, nivîskarê blogê û parêzer e di sala 2014'an de ji ber karên nelirê hatibû mehkûmkirin.
Komîsyonê nehişt beşdarî hilbijartinê bibe.


