Sînorên ku li ser masê hatibûn danîn di çand û rihiyeta kurdan de ne xwedî qîmetekê bûn ji lewre kurdan wekî Serxet û Binxet erdnîgarî bi nav dikirin. Ew sînor bi dehan salan bûn sedemên mirin, birîndarî, kul û derdan.
Sînor bûn sedem her çar dewlet her hişk bin, li gorî xem û metirisyan xwe, qanûnên xwe saz bikin. Helbet sedema nedemokratîkbûyîn û rewşên dîktatoriyal bi tenê ne sînor bûn lê rewşa kurdan her sedemek bû ku dewlet hesabên xwe bikin!
Îro li vî welatî gavin têne avêtin, behsa demokrasiyê tê kirin. Heger ku wisa be, rê ne avakirina dîwaran e, hilweşandina dîwaran e. Qet nebe ji vir bi şûn de divê gel û dewletên vê erdnîgariyê ne rojane êdî bi awayek kûr û dûr bifikirin, gavan biavêjin.
Dîwarên ku ji mezheban, ji netewetiyan, yên îdeolojîk bes asteng in ku gel têkilî daneynin. Vêga hûn dîwarên sereberî lê bikin ev tê wateyekê ku ew erd hê bi dehan salan bi mayîn be! Berevajî, ji bo gel û dewletên Rojhilata Navîn di maweya nû de karibin bi jiyaneke nû re li hev bikin divê nêziktêdayîn, hişmendî, rê û rêbazên heya niha dihatin bikaranîn giş bêne terikandin.
Tê gotin ku sedem ew e da rê li “qaçaxçîtiyê” were girtin. Baş e, heger demokrasî were, heger ku têkilî sererast bin ê çi hewcedarî bi bazirganiya bi wî awayî bimîne, qet!
Nişe: Cejna Qurbanê li hemî Misilmanan pîroz be. Hêvî dikim ku însan carek din serpêhatiya Hz.Îbrahîm bi bîr bînin; bi navê “cîhad” ê xortan nekin qurban. Hêviya me ew e ku bi navê çi dibe bila be êdî xwîn nerije, dayik li çongan nedin.
Hêvî ew e ku hemî hewesên dîktatorî, hewesên berjewendiyan, hewesên pûç bêne terikandin. Heq û demokrasî cî bidin xwe.
Ne hewceyê çiv û çivanekan e; mar çiqas çivan bide xwe jî rast diçe qulê ji lewre yên bi çiv û çivanek jî wê rojekê di qulên demokrasiyê re rast derbas bin.


