Di serî de vê bêjim, li gorî min, çi kesa/ê hewl dabe mishefa xwe biweşîne û kê mishefa xwe bi çi awayî weşandibe jî ji ber mercên aniha normal e. Xalên li jêr ne ji bo rexneyê ne, ez ê tabolyekê bi bîr bixim taliyê werim ser meseleya weşandina mishefên xwe.
1.Gelo çima nivîskarên me yên navdar jî hemî mishefên xwe di heman weşanxanê de neweşandin e?
2.Gelo çima gelek nivîskar di heman demê de xwedî weşanxane ne?
3. Gelo çima gelek nivîskar hem nivîskariyê dikin û hem jî bi keda xwe ya hişî alîkariya weşanxaneyan dikin? Gelo keda hiş jî bi qasî pereyan ne bi qîmet e?
Gelek pirs û rastiyên din hene ku di heman demê de ji derî nivîskar û weşanxaneyan bi şertên din ve girêdayî ne. Ev meseleyeke berfireh û kûr û dûr e.
Ji roja ku min dest avêt qelemê heya ji destê min hat min hewl da her tişt bi awayek vekirî, bêyî kompleks û manîpûleyan bi eşkereyî were vegotin, were gengêşîn. Carna bi pistepistî be jî meriv haydar dibe ku awayê weşandina mishefan jî dibe mijar.
Ez ê bi heman awayê vekirî parve bikim bê mishefên min bi çi awayî hatin weşandin:
1.”Ratîka”, min jî wekî kesên wî wextî bûn xwedî pirtûk perê kaxizê da weşanxanê û weşanxanê bi qasî sed mishefî dan min.
2.”Meyman”, min pere nedan weşanxanê.
3.”Deriyê çîrokê”, “Aqil diçe sewda dimîne”, “Gîtara Bê Têl”(çapa yekem) hew min perê kaxizê da weşanxanê. Ji her yekê mishef dan min.
4. “Meşa morîyan” min pere neda.
5.”Perde” min pere neda.
6.”Sehne” min pere neda.
7. “Gîtara Bê Têl” çapa duyem (min qismek alîkarî da weşanxanê) weşanxanê roman dan min.
8. “Serkêş” bê pere hate weşandin.
9.”Hurcahil”bê pere hate weşandin.
10.”Reş”bê pere hate weşandin.
Her sê berhemên dawiyê roman in û Weşanxaneya J&J weşandin. Aniha jî romana “Perde” ji bo çapa duyem amade ye. Li Tirkî jî hatiye wergerandin, amade ye. (Nav wekî, “Kevoka Tirsê” û “Korku Güvercini “ne.)
Weşandina e-pirtûkan:
1. Yek ji ber rewşa heyî yanî zor bû ku weşanxanê hin mishefên min yên din jî di demek wisa zû de biweşanda.
2. Min hemî helbestên xwe wekî dosyayek elektronîkî weşandin (Av û Berf)
3. Aniha jî min nivîsên xwe wekî bijare amade kirin (hin jê jî di Diyarnamê de hatibûn weşandin) wê wekî du pirtûkên elektronîkî werin weşandin ( “Giyayê Di Bin Kevir De”-edebiyata Kurmancî- û “Beşinci mevsimini arayan edebiyat” –kürt edebiyatı-) Wê herdu e-pirtûk jî wekî hemî helbestan “Av û Berf” di malpera candnameyê de werin weşandin.
Helbet weşandina wan tiştekî li nivîskariya min zêde nake, jê kêm jî nake. Min dikarî bi navê ‘navdariya nivîskariyê’ ew neweşandana lê ez dibêjim gerek di serî de nivîskar ji xwe bawer bin, bi xwe re lihevhatî bin û li hemberî xwendevan û nivîsê bi awayek zelal û vekirî tevbigerin; min ew weşandin çimkî ez ji xwe û ji nivîsê bawer im û em giş dizanin ger tiştek bû nivîs ew di qulika dîwaran de be jî ew heft tebaqe di bin erdê de be jî wê rojekê rastiya wê derê meydanê, çi çê çi xirab!
Min ew bi awayek e-pirtûk weşandin çimkî ez fikirîm ger pêncî kes jî bixwînin û di serê her kesekî de du pirs werin meydanê wê ew ê bike sed pirs û heqîqeten sed pirs ji bo edebiyata me ne serkeftineke kêm e!
Heger ku rojekê yek ji xwe re bike kar û hemî gotin û nivîsên nivîskariya kurd (exleb yên di qada sanal de) berhev bike û wan têxe arşîva nivîsevaniya kurdî wê çi baş be… Ji bo tarîxa edebîyata kurdî wê xizmeteke mezin be.
*Têbiniya Diyarnameyê: Nivîskarê me Cîhan Roj ji dêvla "pirtûk" peyva "mishef" tercih dike. Sernav de "mishef" bikar anî bû, me guhart kir pirtûk.