logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Samsunspor - Amedspor: Maç xilas Amedspor bi 2-1 bi ser ket
  2. 153 nivîskar: Sally Rooney ne terorîst e
  3. Eno tablo bi 50 mîlyon Euro hame rotişî (Xebere bi zazakî-kurmancî ya)
  4. Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn
  5. 5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

Çorê ARDA

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
Çorê ARDA

Çorê ARDA

HESPÊN EFSÛNÎ

  • Dîrok: 21/11/2021
Teoriya M.Flaubert a li ser romanûsiyê wiha ye, divê em ji derve dest pê bikin. Çimkî jiyana mirovan berî herî tiştî a temaşekirinê ye û ji  bo çav çirayek,  kêf û zewkek e. 
Li gorî Flaubert a ku çav destnîşan dike hûn dikarin jê bawer bikin. Yanê li gor Flaubert çav pir girîng e û dîtin, nêrîn û temaşekirin di romanûsiyê de gelekî girîng e. 
Bo çi min behsa temaşekirin û nêrînê kir, çimkî romana me jî heman temaşeyê bi me dide  hîskirin.
Ulku Bingol di romana xwe ya bi navê Hespên Hesinî de dîtin, nêrîn û temaşekirinê destnîşanî me dike. Pêşengeha çand û dîrokeke kevnare bi me temaşekirin dide. Loma kurteromaneke temaşekirinê ye. Îcar dema em li tabloya Gustave Caillebotte ya bi navê “Zilamê Ciwan Yê Li Ber Şibakê“ dinêrin em fêm dikin karakterê me di hundir de li derve û li meydanekê temaşe dike wekî karakterê romanê ew jî li derve temaşe dike, û di der heqê derve û meydanê û bajêr agahiyekê berbiçavî me dike. Esas ev tablo di navbera hundir û derve de sînorekî û perspektîfekê û nêrînekê li dar dixîne. Di vê tabloyê de temaşekirina meydan û avahiyan ji hundir ve li ber çavên me xwendeyan raxistiye asas têkiliya mekên û zemên destnîşanî me dike, berxwedana mekan a ku li dijberî zemên hatiye berbiçavkirin, hem di romanê de û hem jî di tabloya me de ev rastî hatiye berbiçavkirin. Çawa ku Dara wêneyê an jî tabloya meydana bajarekî li ber çavên me raxistibe heman berçavraxistin di vê tabloyê de jî heye. Loma jî tabloya me hinekî emresyonîzma romana me ye. Çawa ku ev tablo çand û dîroka bajarekî an jî welatekî diteyisîne, heman tişt bo vê romana me jî derbasdar e. Loma romana me kurtepêşangeheke çandî û dîrokî ye. Her çand, kevneşopî û ziman li pê xwe şopekê, dewsekê û pêgekê ilim dihêle. 
Di romanê de rastî û xeyal di pêxîla çandeke kevnare de û di heqîqeteke efsûnwarî de û di nav lepên hiş û aqilê karekterekî de ruhber dibe. Em dikarin bibêjin naveroka romana Ulku Bîngol ya bi navê Hespên Hesinî di dergûşa xwe de çand û çavdêriyên meydaneke efsûnî xemilandiye. Naveroka romanê feylesofekî bi navê Cengoyê Feylesof, Ecemê Hedad, û bi çayvanekî civakê hatiye vehûnandin. 
Di romanê de gelek bûyer bi xewn, xeyal û rastiyên efsûnî hatine xemiladin.  Rastî veguheziye heqîqetê, heqîqet û rastî veguheriye xeyalên veşayesandî, rastî û xeyal û xewn bûne dargerînek û her diçe dargerînek her tiştî dipêçe. Loma rastî û xeyal û efsûniya rastiyan di nav hevdu de hatine esirandin. Em dikarin bibêjin romana Ulku Bingol, kurteromanek e, kurteçîrokek e. 
Îcar em werin ser karakterê xwe û naveroka romanê, karakterê  romanê Dara ye. Dara xwediyê hespên cihêrengîn e û hespên xwe li meydanekê difiroşe. Hespekî Dara yê sêling û rengspî heye û nayê firotin, lê di romanê de têkiliyeke taybet ya hespê sêling û Cengoyê feylesof heye. Çima? Pirs ji vir destpê dike. Ji ber ku di civakê de kes feylesofan naecibînin, wan wekî dînên civakê dibîne loma jî wekî dîtir têy dîtin. Wê çaxê hespê sêling jî di heman rewsê de ye. Yanê tu kes naçe hespê sêling nastîne. Çima? Çimkî dîtir e û bi kêrî tiştekî nayê, kêm dixuye, çawa ku feylesof kêm dixuye di civakê de û dîtir têy dîtin, heman rewş ji bo hespên me jî derbasdar e. 
Dara rahişt hespê spî, dirêjî Cengoyê Feylezof kir û got: ”Ezîzê min, ew lingê kêm tu yî! “(72) Çima lingê kêm wekî feylesof dibîne. Esas mesele temamkirin e. Çi dixwaze bê temamkirin. Mesele ev pirs e. “ Cengoyê feylezof hespê spî bir û got, ez ew lingê kêm im. Û got, ez ê li her derên vî bajarî bibezînim vî hespê spî!”(73) Cengoyê Feylesof hespê sêling dişibîne xwe, wekî xwe dibîne loma dibêje ez im. Hem xwe kêm dibîne û hem jî hespê xwe kêm dibîne.  Ji hêlkê ve jî Cengoyê feylesof xwe dixe dewsa lingê kêm û dibêje ez ê hespê kêm bibezînim. Gelo Cengoyê feylesof û hespê sêling çima kêm in. Û çima bi Cengoyê feylesof lingê kêm têy temamkirin. Du kêm qey temamek e. Ev mimkûn e gelo? An jî kêm çi ye? Mebest di vir de kêmbûn çi ye? Helbet meriv dikare gelek şîroveyan jê derxîne, lê hespê sêling û bi Cengoyê Feylesof re hevbeşbûna wan baldariyê dikêşîne. Vê rewşa wan wateyekê û baldarbûnekê dide hesp û Cengoyê me, ya muhîm jî ev wate û baldarbûn e. 
Di romanê de baldarbûneke din jî dubarekirina vê hevokê ye helbet: “Her du şêr bûn, ku hilkişiyabûn ser pişta ganêrên li ser kevirê diwarê mizgeftê hatibûn kolan.“ Ev gotin mekanê sabît dike ku bûyer piranî li vê meydanê û li vî bajarî diqewime. Heman demê berxwedana mekên ya li dijber zemên jî diyar dike. Belê bajar Amed dixuye û meydan jî, meydaneke Amedê dixuye, loma mekan û bajar sabît e, karakter jî sabît e. Yê guherbar xeyal û efsûniya li meydanê ya ku di hiş û aqilê karakter de diguhere. 
Ciyê diçe û tê, zeman, mekan, bajar, karakter û karekterên dîtir, giş di kompozîsyoneke sabît de dixuyin. Guherbarî tenê para xeml û xeyal û afirîneriya hiş û aqilê Dara ketiye.  Belê hemû xemilandin, kitekit û vehonandina naveroka mijar û romanê giş di destê Dara de tê vehonandin. Dara ji me re behsa mekanekî û bajarekî efsûnwarî, dîrokwarî û kevneşopiyên wê dike. Loma em di romanê de di hundirê zemên de digerin. 
Dema meriv romanê dixwîne meriv dizane karakter behsa kitekitên bajarekî xwedî dîrok û çand dike. Carinan jî nivîskar mudaxîlî karakterê xwe dibe û bi heman şêwazê rêzebûyer û vehonandina bajar û mekanên wê dike. Di romanê de karakterê felsefîk Cengoyê Feylezof e, karakterê zineetkar Hedad e, karakterê civakî û asayî, çayvan e û karakterê wêjeyî, çandî û efsûnî jî Dara ye. 
Hemû bûyer û rêzebûyer, mijar û vehonandina mijarê li deredora karakterê navendî Dara diqewime. Dara hespfiroşek e. Hespên piçûk boyax dikin û difiroşe. Lê belê hespekî wî tim nayê firotin. Ew hesp ji ber ku kêm e. Çimkî lingekî wî kêm e. Ew kêmbûn dibe bela serê wî, lê Cengoyê feylezof li hespê sêling yê spî xwedî derdikeve, aîdî xwe dibîne. Belkî jî civak aîdî wî dibîne, çimkî li gor civakê Cengoyê Feylezof kêm e. Ji ber vê kêmbûna wî hespê spî yê sêling aîdî wî dibînin. Halbûkî esaleta hespê sêling û Cengoyê feylesof li ser civakê gişî re ye. Nêrîn û dîtin girîng e. A ku divê em di vir û di vê tabloyê de binêrin nêrîn û dîtin e. Helbet behsa dîtin û nêrîneke ji rêzê nakim. Behsa nêrîn û dîtineke zanayî û estetîk û hunerî dikim. Loma cengoyê feylezof û hespê sêling bi qîmet û nirx e, li ser gelek tiştan re ye. Her wiha ji xêynî Cengo û hespên me gelek metaforên cihêreng di romanê de serdestî dikir. 
Marê birîndar, metaforeke gelekî baldar û balkêş e, bo çi birîndar e, dêmeg ew jî kêm e.  Her tiştên kêm li cem hev vehewiyanin. Kêmbûn bûye para metafor û ruhberan. Mar heywanekî xetere dixuye di jiyana rojane de, hesp piranî xwedî esalet û hêz û xurtbúnekê destnîşan dike. Wê çaxê çima ev kêm in? Çima vana dîtir in? Çima cihê ne? 
Welhasil Dara di hundirê serê xwe de xeyal û rastiyan bi awayekî efsûnî li meydana bajarekî xwedî dîrokî û çandî giloka kevneşopî , çand û zimanê kirde û bireseran vedihûne û ji nû ve li ber çavên me ruhber û zindî dike. Me xwendevanan li qonaxên bajêr yên dîrokî digerînin. Me li efsûniya bajarekî û li meydana bajarekî bi rû bi rû dihêle, dibêje a ji we re  peyzaja çand û dîrokî û ji xwe re temaşe bikin. Nivîskar me xwendevanan dibe pêşengeha çand û dîrokî digerînin. Meriv carinan dikeve nav wê meydanê û li efsûniyan biresaran û zindiyan temaşe dikin. Loma pêşengeheke dîrokî û çandî ye ev roman. Lê ji vî bajarî û meydanê tenê fotrafek û dîmenek hatiye vehûnandin. Li vî bajarî gelek meydan û ciyên dîrokî, kevnare û çandî hene. Loma tenê me li dîmeneke pêşengehê temaşekirin, an jî me tenê li tabloyekê mêzekirin. Halbûkî di rastiya efsûniya vî bajarî de tablo pir in û nayên jimartin. 
Wekî me got serlehengê romanê Dara karakterekî çandî û dîrokî ye û me di hundirê zemên de diborîne. Cengoyê Feylezof jî karakterekî zana û dijcivak e. Dema meriv vê romanê dixwîne meriv fêm dike ku teva karakter û bireser û kirdeyên xwe romaneke kirasê xwe ji bindestiyê û serdestiyê riizarkiriye. Yanê meriv dibêje qey ev roman ne li welatekî bindest hatiye nivîsandin. Lê çand û dîroka bindest hatiye vehûnandin. Bêhna kolonyalîzmê ji romanê nayê, ji kolonyalîzmê dûr hatiye nivîsandin. Têkiliya serdestiyê û bindestiyê di romanê de hema hema em bibêjin tune ye. Îcar bo nivîskarekî bindest an jî bo nivîskarekî di bindestiyê de dijî ev baş e an jî ne baş e divê em bipirsin? Bo berhemê baş e an jî nebaş e? Vana giş divê bêy lêpirsîn helbet. Lê serdestî û bindestî ne tenê meseleyeke ramyarî ye. Mînak Cengoyê Feylesof li gor civakê bindest e, li gor hunermendekî û zanayekî belkî jî ew serdest be, loma jî têgehên serdestiyê û bindestiyê tenê bi mêtingehiyê ve negirêdayîne. Du kes dibe ku li gorî hev yek serdest û yê din bindest be, mesele dîtirbûn e û têgeha dîtirbûnê ye. Di romanê de jî em dikarin bibêjin ne bi awayekî eşkere be jî têgeha dîtirbûnê di naveroka romanê de hatiye vehûnandin. Wekî encam em dikarin bibêjin romana me romaneke çandî û dîrokî zemên û mekên e.
Sûdwergirtin:
Kurmacanin retoriwi, Wayne C. Booth, Metis Sanat Kitabi, 500 Sanatçi, 500 Sanat eseri, Yem

Hin Nivîsen Nivîskar

Di helbestên ‘Danê Baranê’ de ‘Welat’

  • 15 Rezber 2019

Her helbestvan helbestên xwe bi şêwaz û teknîkeke dihûne, heman demê her helbestvan mijara xwe jî bi şêwaz û teknîkeke taybet dirêsîne. Ango di...

Xirakirin û Avakirin

  • 06 Avrêl 2020

Di van rojên koronayê de xalên herî girîng bawer im di jiyana me de têgihên ” Şikdarî, Tirs û Paranoyayê ye.” Belê, berî her tiştî dema...

Hebûn, Kakil, Heyîn, Sartre

  • 12 Tebax 2023

“Ji dinyê bêtir “xwe” têk bibin.”DescartesLi gor J.P.Sartre; heyînparêzî di mirov de lê tenê di mirov de, berî kakil tê, yanê ev tê...

Hemû Nivîsen Çorê ARDA

Çorê ARDA kî ye?

Çorê Arda di sala 1979'an de li Heramya taxa Dêrika Çiyayê Mazî ya Mêrdinê hatiye dinê. Dibistana seretayî û navîn û lîse li Dêrikê xwendiye. Wî Zanîngela Dîcleyê beşa wênesaziyê qedandiye. Ew niha li Dêrikê mamostetî dike. Heta niha gelek nivîs û çîrokên wî di kovarên wekî Çirûsk, Heterotopîa, Felsefevan, Axa Sor, Dilopê de derketine. Arda ji destpêka 2019'an ve di Diyarnameyê de qunciknivîskarî dike.

Pirtûkên wî:

- 496, Weşanên Belkî, 2016, Roman

- Roman, Weşanên Belkî, 2017, Roman

- Rexne û Rexnegirî, Weşanên Belkî, 2021, Teorî

- Mêşo, Weşanên Payîz, 2021, Çîrok

- Rexne û Rexnegirî II, 2024, Rexne

Youtube Me

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news

Zextên li pêş nivîskaran, wêje û azadiya nivîskaran

news

Ji têkoşîna siyasî, helbestvanî, heta siwarçakiyê, jineke jêhatî: Hebê Xan

news
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Li Îranê Hesen Ruhanî bi ser ket

ad

Demirtaş: Feraseta AKP, CHP û DAIŞ'ê yek e

ad

Li Eskîşehîrê 'Beşa Kurdolojiyê' xwestin

ad

Wêneyê hefteyê: Bendavê wisa têk dibin

ad

M. Ali Şahin bû serokê meclisê

ad

'Mêvana Rûmetê' Latife Tekin e

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Samsunspor - Amedspor: Maç xilas Amedspor bi 2-1 bi ser ket

  • 24 10 2026
news

153 nivîskar: Sally Rooney ne terorîst e

  • 24 10 2026
news

Eno tablo bi 50 mîlyon Euro hame rotişî (Xebere bi zazakî-kurmancî ya)

  • 24 10 2026
news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

  • 24 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname