logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. Piştî maçê lîstikvanên Galatasaray û Fenerbahçeyê li nav sehayê pevçûn, polîs ketin sehayê

Çorê ARDA

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
Çorê ARDA

Çorê ARDA

Payîzeke Natural

  • Dîrok: 27/09/2019
Helbestên Emerîkê Sidîqayê dengê vizîniyeke bayê naturalîstîk di guhê me de divizîne.
Xeml û rewşa heyatê bi şêwazeke empresyonîst û mijareke car carina folklorîk, carcarina natural û carcarinan jî klasîk hûnandiye.
Çavdêriyên şair ên bi kitekit û natural di helbestan de hem serdest in, hem jî çavdêrînên xwe radestî me dike. Di helbestan de "ez" tune ye, şair hema hema xwe ji navend û naveroka helbestan vekêşandiye, tenê nêriye û hûnaye, nêriye û bi awaza bilûreke şivanekî xwezayî çavdêriyên xwe straye. 
Gelek helbestvan di helbestên xwe de serdest in ango "ez" ê di helbestê de dikin serdest û naveroka mijara xwe ji "ez ê" pêk tînin. Yanê di helbestên şexsî ên hundirînî û hestwarî de "ez" roleke girîng werdigire. Îcar di vê serdemê de helbestên natural çiqas rolek girîng werdigire ew jî bi serê xwe pirsek e. 
Helbestên Emerîkê Sidîqayê dişibin wêneyên wênesazên bi nav û deng ên ku di ekola bizava empresyonîzmê de xwedî navdariyeke girîng in. Ango helbestên me dişibin dîmenên tabloyên wênesazên wekî Monet, Manet û Pîsaro û hwd. 
Wêneyên van wênesazan kitekitên xwezayê bi awayekî natural û bi çavderiyên mîkroskopîk tên şîrovekirin, nirxandin û rexnekirin û xêzkirin, ango xwezayê ji nû ve şîrove dikin, bi firçe û boyaxên xwe. Loma jî Emerikê Sidîqayê helbestên xwe mîna van wênesazan bi awayekî şayesandî û bi çavderiyên xemilandî xweza ji nû ve li gor çavhişê xwe an jî hişçavên xwe nirxandiye û şîrovekiriye. Helbet nirxandineke kirdeyî ye, ne nirxandineke bireserî ye. Şair di helbestên xwe de hema hema mîna wênesazekî çavderiyên sirûştî veguheztiye helbestan ango helbestvan ji hestên hundirîn bêtirîn çavdêrî kiriye, mîna bîyologegî li dû pêga kitekitên natural û xwezayî ketiye, ji ajala bigire heta şênayîyên xwezayê giş bi awayekî mîkroskopîk mêzandiye û di tûrikê hişê xwe de komkiriye.
Welhsail em dikarin bêjin Emerîkê Sidîqayê helbestvanekî hem natural e, hem empresyonîst e, hem folklorîk e û hem jî klasîk e. 
Feqiyê Teyran jî helbesvanekî xwezayî û xwezaperest e, li gor Feqî kana her tiştî ango kaniya heyatê û jiyînê "Av"e. Em nikarên bêjin Emerikê Sidiqîyê Feqî ye, lê belê em dikarin bêjin bêhna wî jê difûre, dewsa şopa lingên wî hene. Feqî helbestvanekî oldar û metafizîkîst e, feqet em nikarin bêjin Emerikê oldar e. Feqet ava kaniya her du nivîskaran jî kirde û bireserên xwezayê ne. Feqî helbestvanekî Metafîzîkîst e. Helbestên Metafizîkîst helbestên giştî ne, Elîot dibêje: “Helbestên metafizîkî hemû jiyanê dihefidîne, tu tiştî red nake.”(*) mirov nikare bêjin helbestên metafizîkîst behsa çend mijaran dike ango mijar berfireh in, lê belê helbestên Emerikê Sidîqayê helbestên piranî xwezayî ne, ne berfireh in, helbet li gor mijarên helbestên Feqî, Emerikê helbestvanekî pirtir ilmî ye, ilmîyeke çavkaniya xwe ji çavdêriyê werdigire, belê a Feqî jî ilmî ye, feqet ilmîyeke olî ye. 
Ji romanûsan Emile Zola jî romanûsekî naturlîst e. Ji kitekitên mekanan û dîmenên natural hez dike. Îcar ev pirs tê hişê mirov gelo ev serdem, serdema wêjeya natural e an na? 
Helbet curehelbestnivîs jî tercîhek e. Di helbestan de teqezî ne gengaz e, an jî mirov nikare tespîtên teqez deyne, feqet mirov dikare bêje pêga naturalîzmê û dewsa pêga naturalê ji helbestvanê me tê. Îcar em werin ser" gotin" û" ajalên " ku di helbestan de pir hatine şixulandin. 
Di helbestan de "Hesp" û gelek heywanên din cihekî girîng wergirtibû. Di helbestan de "Hesp" mîna karekterên roman û çîrokan bûbûn serleheng, lê belê gelek cûreyên heywên di helbestan de cî wergirtibûn. Helbet heywan wekî metafor û lehengan hatine şixulandin.. çawa ku di helbestan de cureyên heywana zêde hatibe şixulandin, heman demê di gelek helbestan de jî gotina "şîret"ê jî hatibû şixulandin. Şîret pirtirîn di gotinên pêşiyan û di biwêjan de hene. Halbûkî di roman, çîrok û helbestan de çiqas şîret tune bin ew qas baş in, feqet şîretjêderxistin mirov bi xwe ji berhemekê derxîne a wê çaxê ew ê hîna baştir û serketîtir be. 
Di helbestan de "Tenêtî û Tenêtiya hiş û hestan jî" cihekî taybet digirin.
Gotinên wekî "Newal û Berf" jî pir hatibûn bikaranîn. Ji van bêjeyan jî dixuye ku bê çiqas helbestên xwezaperestîk e. 
Zarokatîyê jî mohra xwe li rûpelên helbestan xistibû. Di gelek helbestan de çavdêriyên şair bûbûn pexşanivîsên natural, behsa bîranînên berê ên di kulîna lihêfan de mabû hatibûnkirin.
Welhasil di helbestan de kesê sêyem çavdêriyên xwe veguherandibû helbestên xwezayî ên jiyanê. Em hin mînakan ji helbestên xwe destnîşan bikin: 
"Teyr û teyrede per û perwazan dikudînin ber bi berîya dûr, lê diçêrin keriyê pez û surîyê dewêr, kuçikekî çavreş î dirr, şivanekî pîr, keweke teqlebaz, qijika belek, rovîyekî pîr diziya mirîşkan dike, kihêla şêh, çiloyê çibrebîya, dengê mike mika bizinan dibire. Guling pirr dibin ji rêwitiya berrîyê, ne'we ne'we pişîkê, daweta gur û rovî, çar heb werdek, beqên şevê kerr, kûsîyên dêm a kelemên kaxan bêpes dike, marê teyar î tevizî, du kivrûşkên pişthêşîn, tajiyekî pî tazî! Bayê ber êvarê rûyê pûşê payîzê radimûse, bilbil, masî, Di benda bostanan da qaqilên zebeşan....berfa nermijî, cotên kewê gozel, çirçirkên dengbêj, kulîyên berfa hûr, berxê nêrî mijoke ne, berf, payîz, havîn, zivistan, bihar, reşêle, hecîlegleg, qaz, beytik, marqîzer, beq, mişk, morîstang, fatfatok, kêzik, kurebeşk, çivîk, tîremar û hwd (Hema hema ji hemû rûpelan hatiye wergirtin)" Em dibinînin ku senfoniya xwezayê, senfoniya heywanan, senfoniya demsalan û senfoniya hirîna hespên kihêl, kumêt û hed bi çargavî helbestên xwe yên natural bi çargavî dirêsîne. Di hemû helbestan de a ku serdestî kiriye xweza ye. Rihê
"Vê Lehzê Payizê" li ser kevir û qûçin bena xwezayî hatiye avakirin. 
Kevirên bena me, ji çavdêriyan heywên û şênayiyên xwezayê hatiye avakirin. Helbestvan ne di hemêza helbestên xwe de ye, xwe ji hemêza helbestên xwe vekêşandiye û wekî kesê sêyem nêriye û paşê dîtinên xwe di cuherê de xwe de komkiriye, dûre li bêjinga hiş û aqlê xwe de werdaye. 
Taliya talî helbestên empresyonîst û natural hatiye avakirin. Yanê Emerikê Sidîqayê xweza li gor xwe di mercekên çavên xwe de borandiye û şîrovekiriye, dûre jî şîrovekirinên xwe veguheztiye helbestên naturalperesetîk...
(*)Kurtedîroka Wêjeyê, John Sutherland, Alfa, 84

Hin Nivîsen Nivîskar

ROMANEKE ARKEOLOJÎK

  • 06 Adar 2020

Di romana Welat Dilken a ku bi navê “Stêrka Xûricî Ferêt” de Şêwazeke mîtolojîk û arkelogiyeke zanistî hatiye bikaranîn loma mijar jî...

BEYTIKÊN ŞEVÊ

  • 13 Tebax 2020

Her helbestvan pîneyên birînên dil û binhişê xwe bi saya helbestên xwe didirûn. Di dilê her helbestvanî de pîneyên nekêlkirî hene, derdê...

POPULARÎTE Û XWEBÛN

  • 25 Gulan 2026

Berî çend rojan min filmê “Dangal” temaşe kir. Bi kurtasî film behsa serîrakirina li hember civakê û zayendiyê dike. Di film me de hemû qebûl û zagonên civakê û nêrîna li hember zayendiyê têk diçe. Helbet...

Hemû Nivîsen Çorê ARDA

Çorê ARDA kî ye?

Çorê Arda di sala 1979'an de li Heramya taxa Dêrika Çiyayê Mazî ya Mêrdinê hatiye dinê. Dibistana seretayî û navîn û lîse li Dêrikê xwendiye. Wî Zanîngela Dîcleyê beşa wênesaziyê qedandiye. Ew niha li Dêrikê mamostetî dike. Heta niha gelek nivîs û çîrokên wî di kovarên wekî Çirûsk, Heterotopîa, Felsefevan, Axa Sor, Dilopê de derketine. Arda ji destpêka 2019'an ve di Diyarnameyê de qunciknivîskarî dike.

Pirtûkên wî:

- 496, Weşanên Belkî, 2016, Roman

- Roman, Weşanên Belkî, 2017, Roman

- Rexne û Rexnegirî, Weşanên Belkî, 2021, Teorî

- Mêşo, Weşanên Payîz, 2021, Çîrok

- Rexne û Rexnegirî II, 2024, Rexne

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Şaredarî li hemberî îstîmlaqa Sûrê serî li Daniştay da!

ad

‘Çavkaniyên Çanda Gel’ hat weşandin

ad

100 hezar merdim şî fîlm temaşe kerdî

ad

Em bîran ji bîr nakin

ad

Hin navdarên ku cihên wan diyar bûne

ad

NA vê hejmarê 9 nivîs û belgeyeke pêşkêş dike

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname