Diyarname
Di Lîga Basketbolê ya Amerîkayê (NBA) de şampiyonê serdema 2020-2021'ê diyar bû: Tîma Milwaukee Bucks tîma Phoeniks Suns bi 4-2 têk bir û bû şampiyon. Milwaukee Bukcs piştî 50 salan yekem car bû şampiyon.
Milwaukee Bukcs di maça rêzeya fînalê de bi 2-0 li paş ket lê dest jê berneda û di dawiyê de bi 4-2 bi ser ket. Di maça 6'an a ku pê bû şampiyon de Bucks bi 105-98'ê bi ser ket.
Lîstikvan Diannis Antetokounmpo 50 hejmar avêtin potaya Phoeniks Sunsê û tîma xwe kir şampiyon. Antetokounmpo di maçê de bi 14 ribaund û 5 blokan jî ked da tîma xwe.
Tîma Bukcs herî dawî di sala 1971'ê de bûbû şampiyon.
Li NBA'yê 15 sal berê jî tiştek wisa qewimîbû: Tîma Miami Heat li hemberî Dallas Maveriksê bi 2-0 li paş ketibû û paşê bi 4-2 bi ser ketibû.