Ji bo pîrozbahiyên Newrozê, vê salê, berê min ber cihaneke din ve çû, loma jî ev demeke min Tava Heyvê vala hiştibû, biborin...
Berê min ber welatekî dûr ve, welatê aborjînan ve çû, Austuralia...
Ezê di nivîsên bê de, hinekî wan dîmenan bi we re parve bikim, lê vê carê, ez dixwazim dîmenekî trajik komîk, yên kurdan bi we re bi xwînim.
Ji xwe ne tenê roj û şev, her wiha demsala min jî tev li hev bûbû; piştî riya 24 saetan bi balafirê, tenê 2 rojan şûn de, yanî hîn ez bi ser hişê xwe ve nehatibûm, 5 saetan bi balafirê, ez çûm bajarekî din. Li wir, di jiyana xwe ya ser sahnê de, cara yekê ye ku min ji xwe nefret kir?!
Em dizanin demeke pir dirêj qerebalixeke bi deng li ser pirsgirêka Kurmancî-Soranî çêbû, dilmayîn bûn, gotar, gotûbêj, tevlihevî çêbûn, lê ez heya vê rojê jî bêdeng bûm, min nexwest ku ez tevlî vê meseleya ku ez zanim çareser nabe, bibim, lê dîmenên vê “pîrozbahiya” Newrozê, bi yek gotinê, ji roj û şev û demsala Australia xerabtir damarên min li nav hev xistin. Berî dest pê bike xirecireke hûr derket, min li gorî derfetên xwe çareser kir, min kurmanc qanî kirin. Bi derketina min a ser sahnê -ku şeva reş ji êvar de reş e- ez tê gihîstim ku divê ez zû dakevim,
- Hûn bi xêr hatine, Newroza we pîroz beee.
Kurmancan li çepikan xist, soran bi hev re diaxivîn.
Min strana pêsî got, min fam kir ku divê ez stîle xwe nestrêm, guhdarkirin pir zahmet e, min dest bi strana sivik kir, ritmê ku berê me di orga xortê Soran de qeyîd kiribû, di nava 3 deqan de geh sivik, geh giran dibû, li jêr dengê kenê hevalê Orgevan dihat heya ser sahnê, yek hat di guhê tekniker de got; “milet acize deng bilind e” dengê me hat birîn...ez serê we bi teknîkê re ne êşînim, strana 2’yan di nîvî de birin;
- Kaka helperke helperke
Min got; Ez ne stranbêjê dawetan im, biborin, lê dîsa ser çavan, hinekî guhdarî bikin, pist re emê “helperkê” jî bikin.
Deh deng bi hev re dihatin ser sahnê
- Kaka helperke bequrban..
Min gazî ciwanan kir, ku bêne ber sehneyê, heta ku em stranên sivik lêxin û helperkê -dîlanê- bikin.
Encex tenê kurmanc hatin. Çend soranên ku hatin, pir vekirî ji hêla hinekî din ve, bi şûn de hatin kişandin û dane rûniştandin...li ber çavê min û eşkere..
Kesê ku ne yê ser sehnan be, van dîmenan fam nake, lê ji bo hunermendekî, guleyek e!
Jixwe kurmanc li aliyekî bûn, Soran li aliyekî bûn, qerebalixa ku ji aliyê soranan ve dihat, vekirî sabotekirin bû. Ez sarî cemidî li ser sahneyê bûm, ji xwe kenê çend kesên ku li piş sahneyê bûn min ji ayrê min derxistibûn.
Ez nikarim detayan, yek yek bibêjim, lê di nava 20 deqeyan de 20 guhartin b imin re çêbûn,
min hew xwe girt, ez daketim,
Min ji xwe nefretkir...
Ez 29 saetan bi balfirê ji bo helperkê hatibûm vir?
Min digot ku kesî fam nekiriye, pirs çi ye, lê berî her kesî bi gotina wan “behdiniyek” kurmancek hate cem min, tenê ev gotin got: Her kerê me û van biraderan ev e, bira, em nikarin straneke xwe guhdarî bikin.
Pişt re min fam kir ku wan berî min li 3-4 hunermendên kurd wiha kirine, heta yê herî bi nav û deng saza xwe daniye û ji hêrsa helperkê ji ser sehneyê daketiye.
Piştî daketina min, teknîk bû super, bi orgekê û strana Xanim xanimi ji saet 8 heya 12’yê sevê helperke bû?
Di eynî demê de, her ew pirsgirêk li aliyê din ê dinyayê, li Amerika jî derketibû, dîsa helperke, lê wan pevçûn jî lê zêdekiribûn, şeva ku hevalê me Cewad lê amede bûbû, sabote kirin...
Li vir pirs ev e; Ne qebûlkirin û netehmulkirina kurmancî ye...
Yekîtiya me, berî ziman, bi yekîtiya sosyo-kultur heye... Ew jî di vê demê de tenê xewn e.


