Di gelek, yan jî di piraniya civîn û dan û standina me de, em li ser mijareke tenik û nazik diaxivin, carana em li dora wê derin û tên lê em li libokê naxin. Carna em ji hev fedî dikin, carna jî wekî ku em bêjin: Bi salan e heman tişt têgotin, encam çi ye? Ne tiştek. Her tişt wekî xwe dimîne û heya xirabtir dibe.
Erê mijara pîvana kaliteya stran yan jî muzikê bi firotina zêde re.
Hinek ji hunermendên me di nava xapeke mezin de avjeniyeke nedirust dikin, dema ku pesnê xwe bi fırotina zêde ya berhemên xwe didin.
Bêguman dema ku berhem bi naverok û muzîka xwe tije be, mirov li wir radiweste û ji bilî ku ji berhemdêr re rêzê bigire tişt namîne, lê gotina min li ser wan e yên ku naveroka berhemên wan vala ne.
Yek kare bipirse: Ma berhemên navero vala pir tên firotan? Erê, hem jî pir in.
Hûn zanin ku xwedanê/a berhema herî zêde bi kurdî hatiye fırotan, bi kurdî nizane?
Bipirsin hûnê zanibin kî ye.
Her wiha ji berhemên ku herî zêde hatine firotan, piraniya melodiyan ji gelêrî yan jî ji zimanên din hatine dizîn, serê stranê û binê wê hev nagirin, melodî û gotin di cihokên cuda re diherikin. Wekî nimûne: Peyv li ser şehîdan e, melodî ya dîlanê ye û zimanek şikestî ku mirovan serxweş dixe.
Erê, lê dîsa jî yê herî zêde hatine firotan ew in…?!
Ne ku berhem tije û bi kalîte ye, hinekî dengê wan heye, û stîlê ku dijminê kurdan bi salan ciwanên me di xew re dibirin, ji rihê netewî dûr dixistin, bi kar tînin.
Gunehê vê yekê di serî de yê produksiyonên muzîka kurdî ne. Ji ber ku tu derdê wan ku çanda kurdî paqij pêşkêş bikin tune ye, ji wan re pere lazim in-mafê wan yê bazirganiyê, bê guman,
heye, lê mafê wan ku îdîa bikin ew bi berpirsiyariya dirokî nêzîk dibin tune ye, ji ber ku ew bi vê karê xwe ku rê li ber wan berhemên pûç vedikin, ciwanên nûhatî vexwendeyê şemitandina ji riya rast a çanda stranê dikin. Ziman şaş belav dikin û di nerîna min de ev cinayeteke mezin e.
Hevparê vî gunehî, çapemenî û medya kurdî ye, heman tiştî dikin, ferqa wan ew e ku ew pera nagirin.
Encax berhemdar gunehkarekî /e wekî dizê ku ji xewa xelkê û şevê fêdê bike, diziya xwe bike û bireve, ji her kesî bêhtir zane bê ew çi karî dike. Xelkên di xew de, ciwanên ku zimanê xwe nizanin, şev jî rewşa gelê me ya tevlihev û nediyar e.
Eger ew stranbêj zanibe ku wê berhemên wan ji aliyê gel ve li wan vegere û wê li rû û çavê wan keve, yan jî ku saziyekê ew li mala wan bidana rûniştandin, belkî îro li şûna rexne, me yê pesnê saziyan bidaya.
Bersiva vê rewşa xerab dimîne ku bîrawirên kurd bidin. Bi helwestên xwe, bi teşhîrkirina wan sazî û kesan.
Di demên pêş de ezê hewl bidim ku bi nimûne, hîn zelaltir hinek berheman raxin ber çavan.


