Diyarname
Di Kûpaya Cîhanê 2022 Qatar de maça yekemîn a nîv fînalê hebû. Li aliyekî Arjantînê ku ji zû de ye ev kûpa nebiriye mal dixwaze carek din, cara sisêyan kûpayê bibe mala xwe. Her ku Hirvatistan e, dixwaze bi girtina kûpayê ew jî bikeve nava yên xwedî vê kûpayê.
Arjantîn di hemû nîv fînalên heta niha gihîştibû kê de têk neçûbû û çûbû fînalê. Hirvatistanê ku tîma favorî ya mezin Brezîlya di çarîk fînalê de bi penaltiyan têk biribû, vê carê dixwest tîmeke din a favorî, yanê Arjantînê têk bibe û nîşan bide ku her tîmên mezin têk dibe.
Li maçê ev îstatîstîk hebûn. Li Hirvatistanê kaptan Modric bi temen û tecrubeya xwe, li Arjantînê jî kaptan Messi bi heman hestî û heman tecrubeyî li sehayê bû. Bi ser de Messi dixwest Kûpaya Cîhanê jî li kûpayên ku heta niha wî girtine zêde bike.
Di 5 deqîqeyan de 2 gol
Maçê wisa dest pê kir. Maç li Stada Lusail a li Doha bû û bi temamî 88 hezar û 966 temaşen lê amade bûn. Heyecan di asta bilind debû. Lê heta deqîqeya 25’an heyecan hebû lê şût, gol nîn bûn. Piştî vê deqîqeyê yekem şûtê maçê Arjantînê xweş avêt, qeleparêz Livakovic gog şand derve. Di deqîqeya 33’yan de Arjantînê penalti bi dest xist û helbet Messi tîma xwe bi 1-0 derxist pêş. Bi ser de hê 5 deqe derbas bûbû vê carê Alvarez derket meydanê. Wî, ji nava sehayê gog ajot, hinek jî bi siûda wî, heta ber kelehê çû, li wir goga ku li Modric ket, dîsa ket ber wî û Alvarez cara dawî jî lêda: 2-0.
Nîveka yekemîn bi vî awayî bi dawî bû. Di nîveka duyemîn de her du tîman jî xwe hejand lê yê herî zêde hejand Arjantîn û Messi bûn. Di deqîqeya 69’an de Messi gog ajot keleyê, çû, vegeriya, li dora xwe zivirî û paşê ji Alvarez re got ha ji te re biavêje. Ji bo Alvarez tenê lêdan bes bû û gol: 3-0
Fînalîst li benda reqîbê xwe ye
Bi vê encamê Arjantîn derket fînalê û ji bo sibê dê li benda reqîbê xwe be. Sibê di maça din a nîv fînalê de Fransa û Fas dê bi hev re bilîzin. Tîma bi ser bikeve dê bibe reqîbê Arjantînê. Tîma din û Hirvatistan dê bi hev re ji bo maça sêyemînî derkevin sehayê.
Arjantîn çawa heta niha hat?
Arjantîn di vê tûrnûvayê de di Koma C de bû. Di maça yekemîn de li hemberî Erebistana Siûdî bi 2-1 têk çû û her kes di şokê de bû. Di maça duyemîn de Meksîka bi 2-0 têk bir, di maça sêyemîn de Polonya bi heman skorê têk bir û derket Dora 16’an. Di vê dorê de bi 2-1 Avustralya şand mal û bû reqîbê Hollandayê. Di vê maçê de Arjantînî di deqîqeya dawî de golek xwar û bi 2-2’yê mecbûrê dema zêdek û dûre mecbûrê penaltiyan bû. Di penaltiyan de bi 4-3 bilêtê nîv fînalê girt.
Û MESSI
Messi bi vê maçê bû 25 maçên Kûpaya Cîhanê dilîze û li nav tîma Arjantînê bû şirîkê rekora Lothar Matthaus ku rekora kesê herî zêde di Kûpaya Cîhanê de formaya tîma xwe ya neteweyî li xwe kiriye di destê wî de bû. Di maça fînalê de Messi vê rekorê jî bi temamî dê bi dest bixe. Dîsa bi gola ku Messi îro avêt bû 11 gol ku di Kûpaya Cîhanê de diavêje. Bi vê yekê jî li nav tîma Arjantînê bû lîstikvanê herî zêde di Kûpaya Cîhanê de golan diavêje. Ev rekor berê bi 10 golan di destê Batistuta de bû.
***
Rûpela Taybet, hemû nûçe:
- Kûpaya Cîhanê 2022 Qatar, Rûpela Taybet


