Min di jiyana xwe ya nivîskariyê de heta îro tu caran gotinên hemasî bi kar neanîne û ji nivîsên bi vî awayî jî ez hez nakim. Lew dizanim ku gotin û nivîsên bi vî awayî wekî nivîsa li ser avê ye. Her çi qasî ji bo demek kurt bandoreke erênî an neyînî li ser xwendevan an yê guhdarî bike jî dawiyê wekî şûrî li xwediyê xwe vedigere.
Lê ev demeke ez, çi li ser rûpelên medyaya civakî an di sihbeteke civakî de rûnêm mijar her siyasî ye û axaftina tên kirin jî bi awayek hemasî û req e.
Nemaze piştî eşkerekirina pakêta demokrasiyê!ya serokwezîrê Tirkiyeyê. Gelek kes ji bo vê pakêtê dilxweş in an jî “ji neyînî çêtir e” dibêjin. Hin kes jî ew qasî bi vê pakêtê serbilindin ku jê re û yên berî wê re dibêjin “şoreşa bêdeng (ev gotin jî rasterast wergera ji tirkî ye, bi min ji dêvla wê “şoreşa bê şer e.”
Bê guman li Tirkiyeyê bi gor salan gelek guhertin pêk hatine. Dê hê jî pêk bên. Ev diyalektîka jiyanê ye. Tu tişt nikare wekî xwe bimîne. Civak jî û desthilatdarên civakê jî mecbûr in ku xwe biguherînin, an na nikarin bijîn. Ji xwe Heraklîtes berî hezaran salan ev veguherîn destnîşan kiriye: “Her tişt tê guhertin lê tişta nayê guherîn veguherîne.”
Belê Tirkiye di her hêlê de pêl bi pêl vediguhere. Lê gelo ev guherîn û veguherîn bi çi awayî û bi çi mebestê û ji bo kê çêdibe? Kesên van guherînan pêk tînin li ser navê kê û bi çi armancê pêk tînin.
Ez bi xwe bi qasî fêm dikim û tişta min ji xwendin û ji ezmûneyên dîroka veguherandinê tê gihîştime her veguherandin encama berxwedanekê ye. Tu kes an tu desthilatdar ji ber xwe ve guherîn û veguherînan ne di jiyana xwe de ne jî di desthilatdariya xwe de pêk tîne. Her, dema li hember berxwedana civakê hew dikare xwe ragire û paşê ne bi dil, lê ji tirsa desthilatdariya wî ji dest neçe hinek guhertinan di rêvebirina desthilatdariya xwe de dike û hin erken xwe dewrî wan dike. Ev rastî di dîroka mirovahiyê de eşkere ye, kesê bixwaze vê rastiyê bibîne bila piçekî li ser civaka pêşneketî, ya feodal, ya kapîtalîst û çînên civakê bihizire. Dê vê rastiyê baş bibîne.
Vêca em werin li ser pakêta demokrasiyê!ya hatî eşkere kirin. Di axaftina xwe ya 45 xulekan de serokwezîr yek carî bi tenê navê kurdan bi lêv nekir. Her wiha dema xalên pakêtê yek bi yek vegot jî navê kurdan neanî ser zimanê xwe. Her wiha dema behsa perwerdehiya zimanê dayikê û tîpên q, w, x jî kir kurd nehatin bîra wî.
Ji xwe armanca pakêtê ji bo pêkanîna şert û mercên YE (Yekîtiya Ewropayê) ne.Wekî din em baş dizanin di sala 1989’n de li dinê di hêla desthilatdariyê û siyasetê de guherînên diyarker rû dan. Dewleta Sosyalist ya Rusyaye hilweşiya, qonaxa glasnosyayê dest pê kir. Li seranserê cîhanê hemû dewlet û desthilatdariyê xwe ji nû ve dîzayn kir. Helbet pêlên vê veguherînê xwe gihand Tirkiyeyê jî. Divê Tirkiye an xwe veguherîne an jî krîzên ku îro li Afrîka,Asya û Rojhilata Navîn hene dê ew jî bida ber bayê xwe. Bê guman Lijneya rêveber a nehênî ya tirkiyê ku xwedî ezmûneyeka bêhempa ya birêvebirina desthilatdarî û ya civaka xwe ye gav bi gav ev guherîn û veguherîn plansazî kir. Ev feraseta lijneya nehênî ya ku hemwelatiyên xwe wekî evd dihesibîne û ji wan re dibêje ku li vî welatî tu hewceyî çi be ez dê ji bo te saz bikim, bi salan kir ku her kes bi wê baweriyê mezin bibe û vê hişmendiyê jî wekî mafekî parastinê ya welatê xwe dihesibîne. Ji ber ku li welatên mîn a Tirkiye hêzên berxwedêr û parêzgerên mafê civakî ne her qels in û qels mane, ev helwesta desthilatdaran li cem hemwelatiyan bi rêz û dilxweşî hatiye pêşwazî kirin.
Vêca ev pakêtên ku têne vekirin ji bo tirkekî gelek bi qedr û qîmet û giranbuha ne. Lê gelo em jî dikarin bi heman helwestê pakêtan pêşwazî bikin? Li welatê me da ev pakêt bên amade kirin ev 35 sal in şerekî dijwar berdewam e. Di vî şerî de çar hezar gundê me hatin talan kirin, bi hezaran însanên me hatin kuştin ku hin ji wan hestiyê wan jî hê nediyar e, hin di bîrên asîtan de heliyan, hin cih û warê lê veşartî ne jî ne diyar in. Îro jî bi girseyî kurd li hemberî vê zilmê û ji bo mafên xwe yê rewa berxwe didin. Bi van pakêtên xwe -ku hemû demdemî û ji bo taktîkan in- her xwestine xwe li ber dinyaya hew dixwaze mirov bê perçiqandin xwe wekî kesên demokratîk û me jî wekî terorîst bidin nîşandan. Heta astekê jî gihîşt meqseda xwe. Bi ya min yê ku naxwaze rastiyê bibîne û bi gor vê rastiyê xwe ji nû ve saz bike em in; kurd in. Çima;
1- Di van 35 salan de lehiya bişaftinê bi mîlyonan kurd dan ber xwe û birin deryaya tirkîtiyê
2- Demografiya welatê me hat asteke wisa ku em îro nikarin bibêjin ev bajarê me xwerû kurd in.
3- Feqîrî, belengazî, penaberî, mirin, kuştin bûn rastiya welatê me û kodên kurdbûnê hatin xerakirin.
4- Bîr û hiş a kurdan bi gotin û vegotinên eletewş hate bê hêz kirin.
5- Neteweperwerî û neteweparêzî bûn peyv û termen herî gunehkar û lanetkirî.
Hema ev çend xalên min li jor rêz kirin li me dide zanîn ku dewleta Tirkiyê çi anî serê me. Helbet dît û eşkere bû ku bi kuştinê nikare me ji holê rake. Dest avêt planên jehrdar ên ku bi xefkî û bi demê re te dikuje. Bi van planên xwe kir ku hem kurd bikevin navstûyê hev û hem jî ji cîhanê re bibêje ku ez demokrat û mirovparêzim. Ka em li tiştên bi pakêtan hatî eşkere kirin binêrin;
1- Vekirina TRT6’ê -ku niha jî yasayek wê nîn e-; ji xwe berî deh salan kanalên kurdî vebibûn.
2- Serbestkirina tîpên q, w, x ; ji sala 1979’an ve -Kovara Tîrêj- ev tîp û yên din azad in û bi wan sedan pirtûkên kurdî hatin nivîsandin (yên wekî şoreşa bêdeng bi nav dikin jî tê de) û li refikên pirtûkxane û malan de rêz kirine.
3- Serbestkirina navê gund û bajaran; li gelek şaredaran nexşeyên ku gund û bajarok bi navê xwe yê kurdî hatine daleqandin. Her wiha li ser lewhayên bajaran bi her du zimanan nav hatine nivîsandin.
4- Perwerdehiya kurdî (li dibistanên taybet -ku beriya salekê pêk nayê); TZP, Kurdî-Der û gelek kes û kesayetî bi awayek fermî û bê pere vê perwerdehiyê dikirin û dikin.
5- Axaftin û propagandaya siyasî ya bi zimanê dayikê; Ev jî ji roja roj de dihate kirin û niha jî gelek kes ji ber van helwestên xwe di zindanê de ne.
Nexwe, mirov dikare vê pakêtê çawa binirxîne;
1- Ev pakêt û pakêtên di rê de ne her encama berxwedana gele me û yê derdorên demokrat yên Tirkiyê ne.
2- Ev pakêt ji bo Tirkiyeyê wekî nan û av lazim in. Ji ber ku ev hevîr hew dikare avê ragire. Li derdora xwe binêrin dê vê rastiyê baştir bibînin; Misir, Iraq, Sûriye…
3- Polîtîkaya Tirkiyê ya derveyî welêt têkçûye û maye tene; Misir,Sûriye…
4- Li pêşiya me hilbijartinek heye û divê bê bela ev pêvajo bê bûrîn.
5- Di navbera PKK û Hikumatê de “qonaxek nû” daye destpêkirin û divê ev pêvajo neyê xitimandin. (Lê di axaftina xwe ya 45 xulekan de serokwezîr qet behsa vê nekir).
Wekî gotina dawî;
Em netewek in û pirsgirêkên me bi pakêtan nayên çareser kirin.
Her pakêta bê vekirin divê hêz û şiyana me ya neteweperweriyê xurtir bike.
Her biryar û rêdana ji bo mafên me yên rewa divê ji alî me ve bê parastin û em wê bi awayek xurt veguherînin şûrî û li wan vegerînin.
Hemû pakêtên hatine vekirin û yên bên vekirin, ne xêratên desthilatdaran lê fêkiyê berxwedana me û keda me ye. Ne xêra bavê wan e.
Ên ku pakêtê wekî “şoreşeke bêdeng” û qenciyek ya desthilatdaran ji bo me û gele me dibînin, berî her tiştî neheqiyê li pênûsa û berhemên xwe dikin!


