Diyarname
Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê (HRRK) ji bo salvegera Roja Rojnamegeriya Kurdî li bajarê Wetzlar ê Almanyayê çalakiyek li dar dixe. Di çalakiyê de panelek wê li dar bikeve û guhdariya muzîkê hebe.
Di panelê de wê Malva Elî ku Nûnera HRRK’ê ya Ewropayê ye gotara xwe ya bi sernavê “Rojnamegeriya kurdî li Rojavayê Kurdistanê paş 2011 heta îro” pêşkêş bike. Edîtorê Diyarnameyê Zekî Ozmen jî wê bi gotara xwe ya bi sernavê “Rojnamegeriya kurdî li Ewropayê” beşdarî panelê bibe. Her wiha Mehmûd H. Berazî ku berpirsê rêxistinî yê Ewropayê yê HRRK’ ê ye, wê gotara xwe ya bi sernavê “Kurtedîroka Rojnamegeriya Kurdî di sedsala 20 an de” pêşkêş bike.
Di dawiya panêlê de jî Beyan Ehmed wê bi stranên xwe di çalakiyê de cih bigire û bi vî awayî wê Roja Rojnamevaniya Kurdî bê pîrozkirin.
Çalakiya HRRK'ê roja duşemê wê li bajarê Wetzlar li dar dikeve.
Dem: Duşem, 21.04.2025
Saet: Ji 13.00 heta 16.00
Adres: Philipsstrasse 9
35576.Wetzlar
Hessen- Deutschland
Têkilî: 01577 0883865


