Kurdistana xweş,niştîmana ciwan
Qiblegeha min bêguman
Dildar
Bê guman di nûkirin û veguhestina helbesta kurdî de erk û bandora serhildan û komeleyên civakî hêjayî lêkolîneke berfireh e.Di destpêka sedsala bîstemîn de rewşenbîr û azadîxwazên kurdan di her qadê de li ber xwe dan.Van helwestên êrênî kir ku hunermendên kurd bi berhemdariya xwe tevlî vê xweragirtina pîroz bikin.Mukriyanî ku di vê babetê de pêşewayek nemir e li Silêmaniyê bi Pîrmerd re rojnameyek bi navê “jîn”amade kir û di vê rojnameyê de piştgiriya Komara Mahabadê kir.Her çiqas di behrem û helbestên vê qonaxê de mijar û xwesteka sereke azadî û rizgariya gelê kurd be jî lêgerîn û hewldanên nûkirinê xwe di hemû berheman de dide der. Pîremerd li ber bilindragirtina hestên netewî re,li ser xwezayê,li ser rojê û bandora wê ya li ser riwekan,sirûştê û hemû rehberan tîne ziman.Pir qîmet dide xwendinê,her wiha tu ferqê naxe navbera jin û mêran û banga jina dike ku bixwînin da nifşeke qenc û welatparêz pêk bê.
Damezrandina Jiyana Komaleye û Partiya Dimoqrata Kurdistan rê da ku tekstên wêjeyî bikaribin sînoran birûxînin û xwe bigihînin her deverê.Her wiha vê kîşwera guncav hêviyeke mezin da gel û hunermendan.Dildar helbesta “Ey Reqîb” nivîsand û li Komara Mahabadê bû merşa netewî.
Dîsa şorişa soviyetî û pêşewa û bîrdoziya wê wek li her deverê cîhanê,li ser hunermend û afrînerên kurdan jî bû xwedî erk.Bîrdoziya sosyalîzmê û şewqa wê xwe bi hunera çînî di berhemên kurdî de da der.
Evdile goran yek ji wan kesane ku felsefeya diyalektikê dipejirand û xwedî baweriyeke xurt ê sosyalîzmê bû.”Yadê Lenîn” û “çîroka biratiyê”mînakine bo birdoziya çînî.Goran,nûxwaziyê û veguhastina helbesta kurdî bi awayek rêkûpêk di berhemên xwe de bi cihkiriye.Em di helbesta “helbestî derûn”de vêya xweş dibînin.Her wiha yekemîn kes e ku xweza û qewimînên xwezayê şibandiye helwest û organên insanan;
Payîz!payîz!
Bûkî pirçzerd
Min mat,to zîz
Her du hawder!
Ji ber kar û xebatên siyasî hate zindankirin.Yek ji wan kesane ku helbestên li ser zindanê nivîsiye”Geranewe Li zindanê”Dîsa nemir Goran li ser teşe û şêwaza helbesta kurdî doza nûkirinê dikir û di helbestên xwe de ev daxwazî bi cih dikir.Ewî bi kêşa birgeyî ku resen û kurdî bû nivîsand.
Di vê sedsalê de aso û bergeha helbesta kurdî gellek fireh bû.Hem ji hêla mijar,şêwaz û hem ji hêla naverokê ve.Nalbend,tu sînor nas ne dikir.Çi behta ber devê wî an çi jiyabe û xiyal kiribe dariştiye ser helbestê.Em di helbestên wî de rastî ristên “edeba bê perde”ango pornografiyê tên.Wek,”min kuta suxtê xwe….hwd”û di wan helbestan de têkiliyên cinsî bi awayek aşkere dinivîse.
Bi beyana Riwangê ku di sala 1970de bi destê Letîf Helmet û Ferhad Şakelî tê dayîn,daxwza nûxwaziyê digihê asta herî bilind.Wan ji bona helbest û wêjeyê daxwaza form û naverokeke cuda kir ku xwe disparte rêgezine nûjen.Hêma yek ji van hêmanan bû ku divê her berhem xwe li ser wê ava bike.Lê ji hêmayê bêhtir di şêweyê de guhorînê xwe da der.Helbest ji bin nîrê kêşeyê rizgar bû.Ritm,deng û awaza hundirîn ket şûna beşawendê.Vê,deriyê derfet û deliveyine afrîneriyeke guncaw vekir bo wêjevanan.Şêrko Bêkes,Evdila Peşêw ku bi ya min pêş-avakarên vê nuxwaziyêne bi ber pirsgirêkên netewî re êş û azarên takekesî anîn zimên.Her wiha li dewsa hizr û ramanên nîgaşî,rastiya reel konê xwe veda.Şêrko Bêkes di hevpeyvînek xwe de “divê helbestvan pênûsa xwe qeyd û bend nekin û nekevin zindana erûzê”.Ji vê jî dixuye ku ew pêşveneçûyina helbestê bi girêdayîna pîvana erûzê girê dide.Ev rasterast daxwaziya veguherînê ye.Êdî her mijar û xwesteka helbestvên bi goşt û laş bû.Di têkilî û bikaranîna zimên de tevgereke zanistî destpêkir.Zimaneke resen,zelal û hêsan hate neqandin.Bi vî awayî helbesta kurdî li ser axa xwe hem,ji nû ve şîn bû hem durveke netewî girt û hem jî kirasê nûjeniyê li xwe kir.
Bê guman di vê hewldan û xweragirtina nû de divê keda Refîk Sabir,Xelîl Dihokî, Heme Emer Osman…hwd neyê ji bîr kirin.
(Dê bidome)
Beşên din ên vê rêzeyê:
- Dîroka helbesta kurdî-VI
Damezrandina Helbesta Netewî
Çirûskên nûjeniyê, Dîroka helbesta kurdî-V-
2008 û helbesta me -3-
2008 û helbesta me -2-
2008 û helbesta me -1-


