Beriya mehekê Salihê Kevirbirî bi ser navê Dînê ku ji Xwedê re nameyan dişîne: BIRAKO!..di Netkurdê de nivîsek nivîsand. Di wê nivîsa xwe de bang li min û Arjen Arî kiribû ku em helbestekê li ser birako binivîsînin. Sedema vê bangê jî qaşo me ji rih û giyanê dînan baş fêm dikir. Belkî jî camêr dixwest ku bibêje hûn jî yek ji wan dînan in. An ez wê cewherê di we de dibînim.
Yekemîn car li ku derê û kengî ez rastî dînekî/ê hatim baş nayê bîra min. Lê baş tê bîra min ku cara ewil min bi dînekî re têkiliyeke rêk û pêk pêk danî; Ez diçûm pola şeşan a dibistana navîn. Cara ewilîn bû ku ez ji taxa xwe diçûm taxa din a bajêr. Dema min kolana teng û zirav a eraseyê li pey xwe hişt û li milê rastê fitilîm, min dît va ye yekî ebayeke reşî gemar li ser bedena wî, lingên xwe kêşayî ber xwe, serê xwe danî ser pêlava xwe û wekî kitikekê bi meraq li dora xwe dinihêre, wekî ku tu carek ava cemidî bi ser min de bikî, yekcar bûm dareke hişk li cihê xwe. Ezmanê min di devê min de werimî.
Bi dengê Çaço yê aza û bixof “wehh, wehhh, wehhhh” hem bi ser xwe de hatim û hem jî çawa pengizîm û gihîştim serê kolanê, hê jî bi bişirîne tê bîra min. Wê rojê hezkirineke ji dil di bedena min de konê xwe vegirtibû ji bo dînan. Lew re Çaço zû bi zû bi kesî re nediaxifî û tu tişt ji destê wan nedigirt. Hele ji destê xortan û zarokan qet! Her spêd ku dihatim wê rastê min hêdîka lingekî xwe davêt wî alî kolanê û bi her du destên xwe yê vekirî û denge xwe yê zîz digot “weh, wehhh, wehhhhhh!” û bi ser Çaço de xwar dibûm. Paşê jî hêk, zeytûn û nanê tenûrê ên ku min ji mitbexê dizîne datanî ber Çaço. Wî jî çend kapaxên gazozê ji min re datanî ser hev, qaşo ji min re xaniyek ava kiriye. Hemû hevalên min ji ber vê dostaniya min û Çaço ji min dihesidîn.
Ji wê rojê û heta îro min bi dehan dîn naskirin. Li Kolika Semsûrê bi navê Hemo dînek hebû, tim dihat çayxaneya ku em mamoste diçûn wir. Pir diaxifî û pirs ji mirov dikirin û ger mirov bersiveke ne bi dilê wî bidaya, wekî ku bibêje “li vî dîn î binêrin” destê xwe dirêjî mirov dikir û dibû tîqetîqa wî. Carekê min jê pirsî;
- ka bibêje kesên herî bextewar kî ne li vê dinyayê?
- mirî û dîn in.
- ne mirî ne li vir in.
- ma tu dînan ji vê dinyayê dihesibînî?
Ez dibêjim ku em hingî bûne dîlê hiş û mejiyê xwe em naxwazin wê rastiya dînan a ku xwedî azadiyeke bêserûbine bibînin. Lê ez bawer im ku xewn û xiyala her yek ji me ew e ku rojekê bibe donkîşotê, neguhdêr, mêrxasê daye ser şopa rastiya xwe.
BIRAKO
Diyarî Salihê Kevirbirî
tazî û tenê bû qasî hawara daristanê
paşê kete çîroka dengbêjê xwe xeniqandî
hemû zarokan rûyê wî nexş kir
beredayî li wî bajarê ji dûxanê
çû xwe li tenêtiya trênekî ve girt
hezar carî bihurî ji çembera mişayixan
sîngê xwe da ber seqemê, mûm vêxist
ji wan zarokên dimirîn ji neçariyê
dizanî ku robar jî dihatin kuştin
bi destê birîna di hundirê xwe de
çû xwe li xir û cira ker û lal girt
tu lîstokan nekarî
bihedirîne êşên wî
ji bilî niftikan
lew re dizanî
agir e derman ê hemî derdan
çû xwe li xweşkokiya dînitiyê girt
tu kesî/ê nedît dilê wî yê pak
a rastiya me lê mexel hatiye
***
Newroza we pîroz be


