“Cihê ku tu lê sekiniyî bikole!”
gotineke swêdiyan
Piştî Şerê Cîhanê ya Yekemîn welatê me ji alî dagirkeran ve bi saya dewletên împeryalîst hate parçe kirin. Bi vê dagirkeriyê re welatê me bû çar parçe û bi sînorên mayînî ji hev hate veqetandin. Bê guman vê bindestiyê bi xwe re zilm û stemkariyeke bê hempa anî. Kurd li her parçê ket ber pêla bişaftin û jiholêrakirinê. Her çi qas li hember vê stemkariyê kurdan li berxwe da jî mixabin ji ber sedemên cuda bi ser neketin. Pêla bişaftinê her roj bergeha xwe firehtir kir. Bi demê re zimanê kurdî hate qedexekirin. Heta salên 60’î mirin û tirsê bakurê welêt xistibû di nav pencên xwe de. Piştî slaên 60’î xortên kurd ên ku li zanîngehan dixwendin xwestin kurdan ji vê xewa giran hişyar kin û ji bo mafên xwe yê rewa têbikoşin. Yek ji van kesan Edo Dêran e ku li ber têkoşîna siyasî re pênûsa xwe jî bi kar anî û xwest ala helbesta kurmancî bimilmilîne. Her çi qas wî bi du zimanan nivîsîbe jî yekem kes e ku piştî Hawarê li bakur bi kurmancî helbesta modêrn lê kiriye.
“Eme bırçibuna xwe parivekın hewra
Meçe
Eme holıkeke koçer’a çekın
Xwerra !..”.
Ev ristên ku bi ya min sembola vîn, hêvî û daxwaza her mirovekî/e ji bo jiyaneke bi nirx û rûmet diguncîne ji pênûsa nemir EDO DÊRAN herikiye. Edo Dêranê ku her kêlikek jiyana xwe, bi dilekî safî û coş û peroşeke zarokane da pey bayê dilê xwe ku ev ba hêza xwe ji Prometeûs, bawerî û hêrsa xwe ji Kawayê Hesinkar û eşqa xwe ji Memê Alan wergirtibû.
Edo Dêran yek ji pêşewayên helbesta nûjen a kurdî ye. Mixabin heta par jî wekî gelek kesan haya min ji vî mêrxas, afirîner û berxwedêrê kurd tunebû. Dema Ayhan Erkmen (Şaredarê Bazarcixê-2005) behsa wî kir û helbestên wî raberî min kir, ji xwe ve şermezariyê wekî qolinca dil ez guvaştim û dilopine sar herikî ji eniya min. Çawa dibû ku helbestkarekî kurd nehatibû nas kirin, çawa ev helbestên bêhempa di quncikeke nepen a dîroka me de wekî sêwiyekê binaliyan. Lewre di helbestên Edo Dêran de kesayetî, jarî û aştîxwaziya kurdan wekî tîrêjên rojê diçirûsîn. Bi her risteke wî pêlên bextewarî û serbilindiyê ez didame ber xwe. Asoyeke gewre û jiyaneke dilniwaz di tabloyan de dibişirî.
Edo Dêran ji Serhedê ye. Zanîngeha Stenbolê beşa parêzgeriyê kuta kiriye. Hê di dema zanîngeh dixwîne de dest bi helbest nivîsînê kiriye. Helbesta wî di sala 1966’an de bi navê “Em du bira ne” di kovara “Yenî Akiş” de tê çap kirin û sûkseke mezin çêdike. Her wiha helbesta wî ya bi navê “REV” di nava rewşenbîr û ronakbîrên kurd de deng vedide, tê jiberkirin û di hemû şevbêrk, çalakî û mitîngan de tê xwendin.
Edo Dêran bi zimaneke fesîh, şayik û herikbar helbestên xwe dirêse. Her kurdekî/e dema bixwîne bî hêsanî dikare jê fam bike û peyam û hêmayên wan şirove bike. Di helbestan de jiyan, çand û kelepora kurdan û derûniya wan bi awayek zanistî aniye ziman; birakujî, mêrxasî, birçîbûn û stemkarî û zordariya li ser wan xweş helsengandiye.
“ŞEV
Şeveke bi keder despê kir
Bi bilûra Remo
Û barekî bêemane
Bindestiya te”
Edo Dêran ne tenê tiştine ku jiyaye û dîtiye vegotiye, her wiha ji bo rizgarî û azadiyê têkoşaye û bangî her kurdî kiriye ku ew jî bidin pey hêvî û daxwazên xwe;
“Ustıki xar u çewe bı hesırva meye peşmın
Nava ela rengin mı meke
Bérumet
Kılama xwe béje
Klama xwe”
Her wiha ziman û giringiya ziman ji bo netewebûyînê baş fam kiriye û dixwaze her kes ewilîn ziman fêr bibe û wêya bike bingeha jiyana xwe;
“Bangike
Zımané xwe
Lawe xwe
U dılé xweva
Dayika te bıra nebe
Şerma netıka te”
Îro bi hezaran malbat ji bo debara xwe her havîn koçî bajarên dûr dikin û bi gor kar û xebatê bajar bi bajar digerin û payîza dereng vedigerin gundên xwe. Lewre li erdnîgariya kurd lê dijîn ne ax bi serdema modernîzmê hatiye parvekirin û ne jî senayî bi pêş ketiye. Edo Dêran hem trajediya kurdên belengaz û em jî sedema vê belengaziyê bi awayek îronîk tîne ziman;
“Eze seré xune gıran
Hıldım herım
Welaté xeriban;
Bo pari nané tısi
Bo zoxe çarıx
Bırçibun mirase mera
Tunnebun géri
Brindaré gullé neyara ji né kışandın
Qasi me”
Helbet çareyek heye ku ev belengazî û bîrçîbûn ji holê rabe, Edo rêya vê jî şanî me dide;
“Xeyda mın ne jı feleké ye
Ne ji ***
Hertım dılé mın dıbé;
-Bı dıl tengi
Tu tışt naçe séri
Merifet zana
Gere qet negri.”
Bi salan şoreşgerên vê erdnîgariyê bi hev re ji bo ramana çepgir têdikoşin. Lê Edo Dêran têdigihije ku divê her kes li ser kelepora xwe dahatûya xwe ava bike. Bi jiyana xwe ya tije kul û keser digihe encamekê ku di heman demêde rastiyeke zanistî jê difûre raberî me dike;
“bi bez ber bi tenêtiya xwe ve Eyşo,lê bi bez...
divê tu bi xwe vehûnî keziyên xwe...
va mezin bû yî.”
Bûyer û qewimînên li vê erdnîgariyê bi biwêj û qalibên gelêrî bi hostatî bi kar
aniye;
“VARTO
malxerab
aha me namîne ji wan re”
Tenêtî, koçberî û ji hev cuda bûn di giyana her kesî de şopên kûr dihêle. Edo Dêran jî piştî hevalekî xwe bi rê dike,wiha dinivîse;
“Sıt derbazbu serdanpé
gulav
Bın cewara xorta nıherri
Mın lı ewra dıneherri
Ewr siyarbu ewreki dıné
Sıt çu kete gemiyé
Lı iskelé
Çar xorte sımél reş
Ez
U levada 5 cığare man” Gıcuk-1967
Hin caran mirov di jayanê de dikeve nav tengasiyê, xemgînî û neçarî wekî bayê mirinê di demarên mirov de digere û wekî pelê li ber bayê payizê mirov sews û gêj dibe. Êdî hawara mirov dibe gêrikek mirovkuj di gewriyê de.
GAZIN
Eze rabım,
Seré çiya kevım
Devi geliyada bıgrim
Bı dıleki şıkesti.
Heta bibêjî jixwebawer û bi hêviye;
“jı bir bık stranen reşbiniye,ji bir bık!
Kılama Salıho bıbeje,da bıbinın çı merxas hene,
Û çı merxas anine dine!”
Tu bi bedena xwe ne li wir î lê strana te gelek jê hez dikir hê germ e û li esmanê sayî ê Erzeromê olan dide.
“Elzerom suk u bazar
Lı bulvara istesyone dıgerrım”
Berî ku nivîsa bi dawî bînim bi rêzdarî li ber giyan û helbesta Edo Dêran serê xwe ditewînim.
Nîşe: Ev gotar di sala 2005’an de hatiye nivîsîn. Zimanê helbestan yê orîjînal e. Min ne guherand. Tenê di gotarê de min hin guhertin kirin.
***
Têbiniya Diyarnameyê: Nivîskarê me Berkeh Bereh du hefteyan carekê nivîsa xwe ya nû pêşkêş dike. Ji ber ku xwarziyê wî (hê 25 salî û bavê du zarokan bû) wefat kir, vê carê kek Bereh nivîsa xwe bi derengî şandiye.
Em li ser navê êdîtor û xwendevanên Diyarnameyê hêvî dikin dê Xwedê xwarziyê kek Berken bi rehma xwe şa bike. Û em hêvî dikin dê Xwedê sebrê ji bo kek Berken Bereh û malbata kurik.


