“Ji dinyê bêtir “xwe” têk bibin.”
Descartes
Li gor J.P.Sartre; heyînparêzî di mirov de lê tenê di mirov de, berî kakil tê, yanê ev tê vê wateyê ku mirov berê heye; paşê geh wiha dibe û geh wekî din dibe. Çimkî mirov kakilê xwe, ew bixwe çêdike. Çawa? Wiha: Tên dinê, ango diavêjin dinê, li wir êşê dikêşin, têdikoşin, şer dikin û hêdî hêdî xwe diyar dikin, xwe-bûna xwe, kakilê xwe ava dikin. Lê ev xwediyarkirin tu carî nayê girtin...
Heyînparezî çi ye? Heta îro gelek bersivên cihêreng hatine dayîn.
Mînak; Li gor Weil heyînparêzî, tengezarî ye,
li gor Mounier bêhêvîbûn e,
gor Hamelîn diltengî ye,
gor Banfî reşbînî ye,
gor Wahl serîhildan e,
gor Marcel azadî ye,
gor Lukacs îdealîzm e,
gor Benda dijaqilî ye
û li gor Foulquê jî tewşbûn e.
Em dibînin ku felsefeya heyîn, hebûn û heyînparêziyê li gor her ramangerî cihê ye. Heke em li gor neteweyan bifikirin a ku li gorî kurdan û kurdan temsîl dike bi ya min fikra Marcel û Wahl e. Çimkî yek azadiyê yê din serîhildanê wekî maka hebûn, heyîn û heyînparêziyê dibîne. Loma li gor nêrîn û feresta ya niha kurd têde dijîn temsîl dike ev e. Helbet li gor herkesî heyîn û hebûn tiştek e. Mînak li gor psîkoanalîzmê meriv hebûn û heyînê wekî takekesî dikare lê binêre, li gor wêjeyê meriv dikare bi awayekî gera lixwegerînê-xwebûnê, melankolîzmê û gera li dû şopa xwe û hebûna xwe bi nav bike, helbet li gor her wêjevan û wêjehezî kakilê hebûnê cihê ye. Li gor felsefeyê em dikarin bibêjin hebûn di navbera pira ramana bireser û kirdeyê de aliqî mayiye. Yanê diyalektîka di navbera herduyan de maye. Mînak dema Descartes dibêje: “Difikirim û wê çaxê ez heme" yanê dibêje hebûn li ser fikrê avabûye? Heke li ser fikrê avabûbe divê alavek îmgeyek hebe bo ku raman kamil bibe an jî heyî bibe? Ma ku bo fikir hebe, divê bireserek an jî tiştek hebe ku fıkra ramanê derê holê ji tunebûnê raman der tên holê gelo? Belkî ew jî gengaz be, lê belê wekî em dizanin di felsefeyê de pirsgirêka kirdeyê û bireserê her daîm hebû niha jî didome, kesên bawermend û xwedênenas niha jî li ser rûyê erdê hene û nîqaşa wan a li ser vê mijarê hîn jî didome...
Du cureyên dibistanên heyînê hene, yek jê heyînên xiristiyanî ye, kesên wekî Karl Jaspers û Gabriel Marcel in, yên duyem jî heyînên xwedênenas in, xwedênenasek jêk yek jî Heidegger e. Fikra herdu dibistanan a hevpar dibêjin, “Hebûn berî kakil tê” Yanê em dikarin wekî kirdebûnî tevbigerin û binêrin. Bi kurtasî li gor vê fikrê jî em têdigihîjin berê mirov çêdibe û paşê mirov şikil dide xwe, rengekî li xwe bar dike, kakilê xwe direngîne da ku xwedî kakilek be.
Di sedsalên 18’an de fıkra Xwedê ji holê radibe, helbet em nabêjin encama “Kakil berî hebûnê tê”. Çimkî ev fikir hema hema li her ciyî di Voltaire û Kant de jî em dibînin. Li gor wan di kesayet de “xwezaya însên” heye. Kakila însên, berî dîrokbûna heyînê ya ku em li xwezayê lê rû bi rû tên heye. Heyînparêzên xwedênenas dibêjin ger Xwedê tune be, tew tune be “heyînparêz berî kakil tê” yanê hebûnek heye. Ev hebûn li gor tu têgehan nedihat nasînkirin û diyarkirin. Ew hebûn însan e. Bi gotina Heidegger “Rastiya Însên e.”
Yanî berê însan tê dinyê, çêdibin, heyîn dibin, hebûna wan der tên holê paşê tên nasîn û dîyarkirin û herî dawiyê jî kakilên xwe derdixin holê...
Yanê li gor vê ramanê em têdigihîjin kakilên mirov paşê kamil dibe, ewil mirov heyî dibin paşê kakil û cewherên xwe derdixin holê...
Li gor heyînparêzan însan nayên nasînkirin û diyarkirin. Ne tu tişt in wê çaxê. Encax wextekê şûnde dibin tiştek û xwe çawa bisêwirîne wê wiha bibin. Însan ne tenê wekî fêm dike, wekî dixwaze çi be ew e. Piştî însan heyî dibe şûnde xwe çawa têdigihîje wiha dibînin. Ew tevgera ewil a hêyîbûnê ye, paşê jî dixwaze çi be dibe ew. Yanê xwe çawa bike ew e, prensîba heyînê a sereke ev e. Hinek ji vê prensîbê re dibêjin, “kirdebûnî."
Welhasil kakilê hebûnê li gor herkesî xwedî rengek e, bi ya min mirov bo ku bifikire divê îmgeyek, bireserek an jî tiştek hebe da ku fıkra ramanê derkeve pêş, di dema mirovên şikeftan de bi saya vehesînên xwe û organên din fıkra ramanê pêş ve çûye.
Mînak dema mirov bi çav siya xwe ketiye bi xwe hesiyaye, bi saya siya xwe bîra yên dîtir bûye heyîbûn dest pêkiriye, fikir destpêkiriye, bi saya çavên xwe heywan û deredora xwe naskirine kişif kirine, talûke fêmkirine, bo debara xwe bikin çav û piyê xwe bikaranîne, li wêneyê şikeftan nêrîne û wate dayîne, bi saya du keviran agir kişif kirine ji dar û keviran ewlehî û xweparastin avakirine, piştî gelek tiştên wekî wiha şûnde xwe heyîkirine û raman pêşve xistine û mirovan êdî ji xwe re xwendayên cihê avakirine, heta ku em hatine dema yekxwedayî, çimkî berê pirxwedayî serdest bû, bi ya min ramana pirxwedayî û yekxwedayî bingeha wê li ser têgeha tirsê avabûye. Loma di bingeha pirxwedayan û yekxwedayî de zehîfbûna mirov derdixîne holê.
Welhasil, hebûn tiştekî wiha ye ku meriv kakilê wê tam nikare li ser asasekî rûniştkirin bide, li gor her kesî cihê ye, yanê li gor materyalîstan tiştek e, li gor metafîzçiyan tiştek e. Helbet ev nêrîneke felsefîk û ontolojîk e. Lê li gor civakên bindest kakila hebûnê helbet tiştekî din e. Li gor wan bi ya min berê berê azadî ye. Çand e. Ziman e. Helbet kesên çanda xwe winda bike, gengaz e em behsa windakirina wan kesan jî bikin. Çimkî çand her tişt e. Tiştên ku bi mirov re eleqedar giş di hundirê çandê de veşartîne. Miletên çanda xwe winda bike hebûn û heyîna xwe jî winda dike. Dibe ku ew milet wekî bireser hebe û kirde hebin, lê hebûneke bêrih û bêwate ye. Hebûneke dejenerekirî ye. Çimkî mejiyên hatibe şûştin çanda wan jî dê hatibe şûştin. Dema dibêjim çand ez behsa zimên, raman, îdeolojiyê, orf û adêten wan, xwedayên wan, wêjeya wan, felsefe, muzîk û folklora wan dikim, ol û baweriyên wan û hwd gişan dikim. Helbet ez behsa paşverûyan nakim. Kakilê hebûnê çand e. Ziman jî di hundirê çandê de kakilê ewil e û ya herî girîng e. Ziman raman e, ziman hebûn e. Xwebûn e. Ziman her tişt e.
Sûdwergirtin:
Varoluşculuk, J. P.Sartre, weşan, Say