logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Real Sociedadê pişta Lillestromê, Bournemouthê jî pişta Milanê şikand
  2. PFDK'ê ceza li Amedsporê birî
  3. Ji sînemaya Tirkiyeyê fîlmên klasîk bi awayê restorekirî têne nîşandayîn
  4. Heta 2035'an hejmara rojnamegeran dê nîvî nîvî kêm bibe (Lêkolîn)
  5. Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

Çorê ARDA

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
Çorê ARDA

Çorê ARDA

HINAREKE HONAKÎ

  • Dîrok: 23/03/2019
Ez vê nivîsê diyarî Kerem Arî dikim
“Honak çi ye? Bi ya min: Honak darek bi pel e, bi kelem e, bi pejk e, bi strî ye, bi gulî ye, bi gewde û kok e, feqet ya ku vê darê dike dar dîsa rastî û rastiyên jiyanê ne, van rastîna jî rehên darê ne. Ger rehên darê tune be, ne pel, ne kelem, ne strî, ne pejk, ne gulî, ne gewde, ne jî kok dimîne.”

EM WERIN SER ROMANA XWE Û HONAKBÛNÊ 
Romana me ji du beşan pêk tê, nêzî dawiya romanê her du beşên me tên ba hev û vediguherin beşekê, ango êdî romana me ji du mijaran vediguherin mijarekê, feqet têkiliyên her du mijaran ji hev venaqetin, pev girêdayî ne.

Beşa ewil: Mijar di navbera Mihemedê dilşûşe, Silêmanê Mezin û keçên navspî (Lavlavka û Şaderyaya spî) dibore.

Beşa duyem: Mijar di navbera Yaqûp, Seryas û Muzefer de dibore, helbet gelek karekterên alîkar jî di mijarê de hene feqet piranî di navbera her sê karekterên me de dibore. Bingeha romanê, mijara xwe li ser kur û bavî meşandiye ango mijar Seryas û Muzefer e. Muzefer 21 salan di hefsê de dimîne, paşê tê berdan û li dû şopa lawê xwe Seryas dikeve. 

Li gor Peter Lamarque “Karekterên honakî ên wekî mîrza Allworhty an jî xanim Bridget di jiyana rastî de ne karekterên dinyê ên rasteqîn in, divê di heman demê de a ku honake lihevhanînek e”(1), li gor vê ferasetê karekterên me yê ku honak in, bingeha xwe ji rastiyê wernagirin, yanê bi temamî honak in, tu eleqeya wan bi jiyana rasteqîn ve tune ye. Feqet Terry Eagleton bi awayekî şikdar nêzî vê ferasetê dibe. Di qeneata min de jî wisa ye. Çiqas honak bin jî talî di bingeha her karekterên honak de rihê nivîskêr, an jî rihê jiyana rasteqîn di karekteran de heye, ji ber ku mirov di nava jiyanê de heyata xwe didomîne, ne hesin e, ne kevir e, ne beton e ku di bin bandora tiştekî de nemîne. Loma her honak di eslê xwe de rastiyan vedişêrin. “Felsefeya honakan, xweşnakokiyan û tijî dudilî ye.”(2) Rast e, herçî roman û cureyên ku bi honakî hatine nivîsandin bi çêj û tam in, heman demê nakokî û dudiliyan di mirovî de dihêle, di romana me de bi têra xwe dudilî û nakokî hebûn. Di romana me de ewilî karekterek Seryas hebû, paşê bûn sê Seryas, ev bi serê xwe nakokî û dudilî ye. Ji ber ku mirov di şikê de dihêle, dibe ku tenê Seryasek hebe ên din giş honak bin, welew dibe ku hersê jî yek Seryas bin? Pirs li ser pirsê bi mirovî re çêdike, dîmenên dudiliyê, şikdariyê û nakokiyê têra xwe di romana me de hebû-n. Nelson Goodman dibêje: “Hemû honak wêjeyî ne, feqet wêjeyeke derewînok e, divê Berthard Russell jî di heman fikrê de ye”(3) Em dibînin Goodman û Russell jî honakbûnê wêjeyî dibînin, lê di heman demê de şikdar lê dimeyzîne, ji ber ku divê ya ku honake heman demê de derewek e. Terry Eagleton jî li gorî fikra psîkanalîzmê li fikra honakê dinêre, dibêje, dema ku zarok ji xwe re dilîzîn, xeyal û rastiyan li bin guhê hev dixin, yanê nizanin sînorên xeyalê û rastiyê çi ye û çi ne, loma xeyal, rastî û fanteziyan li binguhê hevdu dixînin û diqewimînin. Nikarin sînorên xeyalan û rastiyan ji hev veqetîne. Em fêm dikin ku zarok di heman demê de afirandinên honakane, heta ên herî xurt in. Talî zarok jî van honakên xwe an jî xeyalên xwe ji rastiyan werdigirin. Tenê ferqek heye zarok ji ber ku bi bîrnabin, rastî û xeyalan ji hev venaqetînin. Esil zarok romanûsên herî honakdar in. Nivîskarên romanên honakî ne.

Naverok, şêwaz, bingeh û karekterên romana me 
Romana me kevirên sewaxa xwe û bingeha xwe li ser stûnên avahiyên rasteqîniyê bilindkiriye, lê rastiyên me vediguherin honakan. Kevirên xwe yên rastiyê ên avahiya xwe bi sewaxeke honakî seyandiye. Bi kurtasî romana me bingeha xwe ji rastiyê wergirtiye û şaxên xwe jî bi honakan xemilandiye. Rehên darê rastî ye, gewde, kok, şax, gulîyên darê, kelem û pejkên darê û ên din giş honak in. Romaneke bi pej e. Talî hemû honak bi serê xwe ne honak in, piçek be jî bingeha xwe ji rastiyê werdigirin, ji mîtosan werdigirin, jixwe mîtos jî taliya talî bingeha xwe ji mirovan werdigirin, ango mîtos jî afirandinên berhemên fikrên mirovî ne. Bingeha gelek tiştan ji mîtosan dizê. Îcar em werin ser romana xwe: Di romanê de serlehengên me, Seryas û Muzeferê Subhdem e. Muzefer bavê Seryasê Subhdem e. Li gor romanê û naveroka wê Muzefer mîna ku li çolekê dîl be. Muzefer di romanê de bîst û yek salan, li çolekê bi tena serê xwe di hefsekê de maye. Lawê xwe Seryas qet nediye, tenê dema roja xwedê dide wê çaxê dibîne û hew, dêya Seryas mirî ye. Dema Seryas ji dêya xwe diwelide, Muzefer tê girtin û heta 21 salan kurê xwe nabîne. Piştî tê berdan li dû şopa kurê xwe dikeve. Li gor naveroka romanê di şer de Muzefer, Seryas emanetî dostê xwe Yaqûp dike. Di şer de Muzefer dikare xwe xelas bike, Feqet divê Yaqûp tu serokê min î, divê berê berê tu xwe xilas bikî, paşê dibêje li kurê min miqate be, ji dêvla te ez ê xwe radestî neyaran bikim. Muzefer dikeve destên neyarên xwe û 21 salan di hefsê de dimîne. Piştî 21 salan hefsê de dimîne şûnde Muzefer êdî rengê dinyê, tama heyatê, tama xwarinê, dîtin, meş, hîs, hest û hwd giş jibîrkirîye, jibirkirî dixuye. Karekterekî me yê din Mihemedê dilşûşe ye. Mihemedê dilşûşe, rojekê xewna xwe de, lehiyekê dibîne û ber bi vê lehiyê ve diherike, ya girîng lehî tu kesî ber bi xwe ve nakêşîne, tenê Mihemed di ber xwe ve dikêşîne. Her kes li ser avê dimeşe, ew ber bi avê dikeve, rengê lehiya me spî ye. Spî rengê pakbûn û paqijiyê ye. Rengekî xwerû û sade ye. Rengê dilpaqijiyê ye. Rengê dirûstbûnê ye. Li gor bawermendan jî dirûstbûn, paqijbûn, dilpaqijî û xalîbûn û hwd giş encax di firîşteyan de hebin. Loma jî ji xewnê bêtirîn dişibe bihuştekê. Ji ber ku di xewna xwe de diçe cem du keçên bedew ên rengspî, îcar dibe ku bihuşt be? Li gor mîtosan, li gor wêneyên wênesazên manîyerîzmê û Ronesansê û berî serdema Ronesansê hemû firîşte bi bazk in, piraniya wan bi rengên spî û rengên vekirî hatine boyaxkirin. Loma her du keçên rengspî mîna melekan dixuye. Îcar cihê ku Mihemed çûye ne bihûşt be? Keçên cilspî ne firîşte bin? Keçên rengspî ne hûrî bin. Xewna Mihemed xewnek e razberîk û nepenîk e. Bêhna mîtosê ji xewnên Mihemed dibare. Xewna wî dişibe xewnerojkan, çimkî lehî wî tenê ber bi xezebê ve diherikîne. Heke lehî hebe wê çaxê xewna wî çawa dibe bihûşt ev bi serê xwe nakokiyek e. Ji ber ku li gor qaîdeyan bihuşt û lehî di ber hev de naçe, nakokî ye. Wê çaxê em dikarin bêjin ev sehneyek e dij-qaîdeyan e. Lehî û xewnerojk bêtirîn dohejîne. Loma sehneyek e nakokî ye. 
Karekterekî me yê din, Mihemed Dilşûş e û Silimanê mezin e. Rojekê Mihemed ji bavê xwe re dibêje ji min re ji şûşeyan xaniyekî biçûçik çêkê. Mihemed di xewna xwe de eşqî keçên rengspî dibe yanê eşqî Lavlavka spî dibe, ji derdê wê ji sînga wî xwîn diherike, helbet rasterast ji sîngê xwîn naherike, tenê şibandinek e. Feqet Lavlavka spî û xwişka xwe divê em tu carî nazewicin. Bavê Mihemed ango Silêmanê Mezin dizane ku derdê Mihemed giran e, heta ev derd dê wî bikuje. Bavê wî hîs dike vê rewşa lawê xwe yê xirab û dijwar. Loma bavê Mihemed diçe nik her du keçên rengspî û derdê xwe ji wan re vedibêje, feqet her du keçên spî peyman danîbûn digotin em tu carî nezewicin, talî Silêman Lavlavka spî qanih nake û destvala vedigere cem lawê xwe. Lavlavka spî nameyeke dixe binê dara hinarê, divê dema Mihemed were cem min li çav vê nameyê bikeve û bixwîne dê dev ji min berde. Mihemed dema nameyê dibîne û dixwîne xwîn ji sînga wî diherike. Piştî vê nameyê Mihemed dimire. Lavlavka spî û Şaderiyaya spî pir xemgîn dibin, nizanibûn dê eşqê wî bikuje, ew qas bibîrnebûbûn. Dema bavê Mihemed tên nik herdu keçikan û agahiya mirina Mihemed didin wan, ew jî radibin û diçin ser mezelên wî, li ser mezel(gor) Seryas û herdu keçên navspî li hev rastên. Mihemed û Seryas hevalên hev ên berê ên heyama serhildanê bûn, loma li wir wan jî dinase. Ya girîng xaniyê Mihemed ji şûşeyan çêbûbû. Ev jî tê wateya xwerûbûnê, xalîbûniyê, eşkerebûniyê û rasterast xwebûniyê, çimkî tu çi bikî li ber çav e. Tiştekî veşartî tune ye. Her tişt eşkere ye. Jixwe mirov nikare tiştekî jî veşêre, çimkî mala te cam e, her tişt li ber çav e û berbiçav e. Eşkere ye. Heman demê cam tê wateya hesasbûnê gava ku bişkê tu car cebar nabe. Hûhûrî dibe. Pirtik pirtikî dibe. Loma dilekî hesas bi Mihemed re hebû-ye. Mihemed Karekterekî diltenik e, dilnazik e, dilhesas e, dilxwerû ye, dilsafik e. Ji ber vê Mihemed karekterekî lîrîkîstîk e, heman demê de karekterekî qels e. Welhasil em dîsa vegerin ser Muzefer û Seryas. Muzefer şopandina xwe ya ji bo kurê xwe her û her didomîne, di vê lêgerîna xwe de bi gelek kesan re danûstendinê dike, hema hema karekterên ku di romanê de diborin bi gişan re dikeve têkiliyan, heta ku xwe digihêje kurê xwe yê qet nedî ye. Îcar dema ku bibîne ka ew ê çawa bizanibe ku lawê wî ye. Di romanê de êdî ne yek Seryas e, sê Seryas di romanê de dibore. Her ku naveroka romanê bi pêş ve diçû, roman vediguhezî darek bi kelem, strî û bêtirîn şax jixwe ber dida, mirov nikarîbû ji nav şaxên darê derketa, dara hinarê a ku bi kelem û bi strîn afirîbû, di mirovî de diçû. 
Roman, darek hinarê ya efsûnîk e, bi kelem û bi strîk e, berê romanê ne diyar e dê li ku biqede. Di romanê de qedandin tune ye, honakan erdhej li hiş û êqil çêdikir, rêsandina mijar û şêwazê cih diguherandin, mijar di nav mijaran de esirîbû, mijarên grîftîk in, roman mîna darên neeşêfkirî ne, mirov li bin guhê dîwaran diqewimîne, nahêle xwendevan li ser romanê sist bibe an jî bi xew re biçe, roman û karekterên romanê ji nişke ve sîleyên tund û hişk li birûskên(gepên) xwendevên dixîne, timî xwendevên zindî dihêle, divê hûn zindî nemîne, hûn nikarin min fêm bikin, a ku vî tiştî dibêje roman bi xwe ye, karekter bi xwe ne. 
Roman, darek wiha bû ku mirov nikaribû kêliyekê xwe sist bikira, divê dema we ez xwendim divê gerek hûn timî zindî û çalak bimînin. Romaneke efsûnîk e, romaneke honak e, romaneke felsefîk e, romaneke, derûnîk e, romaneke wêjeyîk e, romaneke, trajîk e, romaneke bi kelem e, romaneke bi strîk e. Romaneke dijwar e, ev cihêrengbûn jî şêwaza romanê derdixe holê… Karekterekî me yê dinê Îkramê Kêw e. Îkramê kêw û Muzefer piştî derketina hefsê a Muzefer li qonaxekê dikevin guftûgoyên cur bi cur, paşê derdikevin dervî qonaxê û dikevin şêwirên cihêreng in. Behsa jiyana xwe dikin, behsa heyama xwe ya şoreşê dikin. Muzefer dibêje di serdema şoreşê de ez pir çalak bûm, aniha jî mîna fîlezofekî tenêtiyê, aramiyê û hûmanîzmayê dijîm, niha li dû şopa heqîqetê û azadiyê ketime. Carinan divê azad bûyam, carinan bêbiryar dimînim, yanê dudilî dimînim. Îkram û Muzefer û her du keçên rengspî paşê hev dinasin. Talî Îkram û Muzefer dikevin galegalên heyamên şoreşê, piştî şoreşê, dema şoreşê, berî şoreşê, hemû heyaman di bêjingê dixîne, paşê çi di destên wan de mane dinêre, geh poşmanî, geh şahî, geh xemgînî û hwd di cûherên wan de mane… 

Kurtejiyana Seryas:
Seryas di dehsaliya xwe de, di nava zarokên sêwî de li ber destê meleyekî zana û tijî fêrî nivîsînadinê dibe. Seryas tu kar nemaye nekiriye, ji paqijkirina gû bigire heta erebokên destan, ango bi erebokên destan ji xwe re kar dikir navê ereboka wî jî wiha bû: “Sînga kejalê” ev nav ji çîrokekê welidiye. Yekî ji keçekê hez kiriye û navê hezkiriya xwe li ser ereboka xwe nivîsandiye loma navê vê erebokê bûye Sînga Kejalê. Feqet polîsên dewletê rehetî nedida erebokajokaran, starî nedida wan timî ji ber polîsên dewletê direviyan. Seryas li kampê dijiya, du odeyên wî hebûn, yek vikî vala bû, ya din jî ew bi xwe têde dijiya yanê Seryas di mercên dijwar de dijiya, ji wî re digotin Profesorê erebokan, Seryas timî dipirsî digot, ka bavê min, ka dêya min, qey dêya min, xwişkên min, bavên min birayên min tune ne?  Li ku ne? Talî di şer de Seryas birîndar dibe, keçên rengspî(lavlavka û şaderyaya spî) mîna firîşteyan tên ba wî, li nexweşxaneyê birînên wî derman dikin, piştî Seryas baş dibe şûnde peymanekê di navbera xwe de ava dikin, divê em heta mirinê xwişk û birayên hev du ne, ew ê tu kesên din nebin birayên me.
Peymanên keçên rengspî; 
Divê ji bilî rengên spî emê tu rengên din li xwe nekin
Emê porên xwe kur nekin
Emê bi hev re strana nebêjin

Piştî têkçûna şoreşa serîrakirinê ango serhildanê, Seryas û Mihemed û Nedîmê kurê Nesîmê şehzade hev dinasin, li cihekî wêranbûyî, erebokên têkçûyî, li cihekî feqîrî û xizanî li holê baz dide û di binê baraneke repîn de hev dinasin. Her kes direvin cihekî, ji ber dewletê direvin, ji ber dewletê giş cihê xwe diguherîne, piştî têkçûna serhildanê êdî êrîşên dewletê ên hovane dest pê dike, her kes belawela dibe. Hinara dawiyê ya dinyê jî li gorî romanê bavê Nedîmê şehzade çandiye. Nesîmê şehzade ango bavê Nedîmê şehzade dewlet wî digrin û serê wî hildiqitîne ji laşê wî… talî piştî têkçûnê encama şewatan, birîndaran, kuştiyan û encaman mirovan ne diyar bû.
Di romanê de Seryas mîna efsûna ye, geh dimire, geh dijî, geh dibe du kes, geh dibe sê kes, welhasil di romanê de sê Seryas heye, feqet her sê jî yek in, tenê serdem û temenê wan guherîne, a rast sê serdemên Seryas li ber çavan raxistiye. Roman di kêliyan de, di dema niha û borî de dipêle, esil di gelek deman de diçe û tê. Zeman ne diyar e, xûmamî ye, mijar jî carinan xumamî dimîne, şêwazek cuda ye şêwaza nivîskarê me. Dij-şêwaz e, dij-naverok e romanên Bextiyar Elî, dij-romanin, efsûnîk in, razberîk in û nepenîk in romanên wî. Dem giş di nav hev de esirandiye. Naveroka romanê tevliheviyê di serê xwendevên de dihêle, timî mirovî zindî dihêle, nahêle mirov romanê zû biqedîne, geh pêl firênê dike, geh pêl gazê dike. Roman ajokarê xwendevên e. Ne ku xwendevan ajokarê vê romanê ye. Heta roman heman demê bûye ajokarê nivîskarê xwe jî. Pîvana her tiştî, romanê bixwe û karekterên me bixwe daynîne, roman û karekterên me zagon û pergala xwe avakirine. Loma geh te disekinîne, geh te diajo, hefsarê xwendevên di destê romanê de ye, li gor xwe xwendevên xwêre dikêşîne, radike, pihînan lê dixe, dilezîne. Loma dijromaneke efsûnîk û honakî ye. Li gor romanê hevalên Seryas ên erebokgêr meytên Seryas dibin bin dara hinara dawî ya dinyayê, feqet dîtîna wê darê dijwar e, ango dar bi xwe honak e û efsûnî ye. Piştî mirina Seryas, keçên rengspî yekem car peymana xwe xera dikin û strana dixwîne, rengên cuda li xwe dikin, ji ber ku daxwaza Seryas ev bûye. Yanê yekem car sonda xwe xwaribûn keçên rengspî li ser daxwaza Seryas… feqet mirina Seryas timî, honakî û efsûnîk e. Piştî 21 salan şûnde Muzefer diçe ser meytê kurê xwe…

“Eger  tu ez bim, êdî ez kî me?”(rp-168)
Di romanê de êdî Seryas vediguhere du kesan, Seryasê yekem û seryasê duyem, welew seryasê mezin û Seryasê biçûk, êdî Seryas li ser xwe dihizire, li ser mirovan dihizire, dixwaze wateyekê bide jiyanê, feqet bi awayekî neyînî li jiyanê dinêre êdî Seryas bi parametreyên şîzofrenî tevdilive êdî ne diyar e ew ê çi bike, ji bo çi dijî an jî ji bo çi divê bijî welew dijî bi guman e. Bi hebûn û tunebûna xwe guman e. Welhasil gelek bûyerên din diqewime, paşê roman vediguhere pênc beşên ku ji kasetan afirî ye. Yanê êdî wekî dengên qeydkirî ên di kasetenda wekî romaneke nû didome, talî Muzefer xwe digihijîne Seryasê sêyem ê dawiyê, ê ku li Îngilistanê ye. Seryasê sêyem di nexweşxaneyê de ye û şewitî ye. Roman wekî darek hinarê bi kelem e, bi strîn e, her ku mirov xwe bera binê bîra romanê dide, kelem û strî di mirovî diçe. Romaneke wekî dargerînekê ye. Di destên xwendevên de timî şik dimîne, mirov nizane mirov jê fêm kir an jî fêm nekiriye, yanê mirov ji xwendina xwe gumanbar dihêle. Xwendevên di şikê de dihêle, xwendevan divê gelo min fêm kir an na? Vê pirsê di serê xwendevên de dizeliqîne. Xwendevên bi gumanbariya xwe li bin guhên dîwêran diqeminî, romaneke zêde bi grîfîtîk e, bi kelem e. Dema mirov dixwîne, mirov xwe li ser êgir hîs dike, tu dikî û nakî sar nabe agir. 
Mînakekê ji wênesazekî bidin: 
Kandînskî dibêje: Reng, xêzik û şikil gerek veneguherin şiklên naskirî, divê em wan ji şiklên naskirî ên şênber xilas bikin, em wan veguherîne fikrên û hestên dîtbarî, zimanê dîtbarî, divê ji bo min wêne, zimanê muzîkê yê razber e. Îcar dema em li wêneyên Kandînsky dinêrin em dibêjin gerek em ji wêneyîn wî gişî fêm bikin, halbûkî wêneyên wî razberîk in, honak in. Wêneyên wî bi serê xwe ziman e, muzîk e, rîtîm e, aheng e, ne-ahengî ye, ne-mêzîn e, roman e, çîrok e, helbest e. Feqet wêneyên wî piranî muzîk e, dans e, helbest e, ziman e, oryantalîstîk e…talî fêmkirina wêneyên wî dijwar e. Ji ber ku hem rengên wan, hem kompozîsyona wan, hem sazkirina dirûvên wan ango dirûvên cur bi cur ên geometrîk bi kartîne. Yanê ji renga bigire heta şiklên ku dişixulîne, fêmkirina wan gelekî dijwar e. Nefêmkirina wan jî dijwar e. Ji ber ku berî her tiştî wêneyên razberîk in, nepenîk in. Loma wêneyên razberîk û nepenîk gengaz e ku her kes tiştekî û wateyekê jê derîne, esil ev tiştekî pir û pir xwezayî ye. Loma rexne, wêne, çîrok, helbest, roman û hwd herkes dikare wateyên jihevdu cuda jê derxîne. Ji ber vê sedemê romana Bextîyar Elî romaneke çiqas şênber be, ew qasî jî razberîk û nepenîk e. Pirtir jî razberîk û nepenîk e. Çiqas kana xwe ji şênberiyê standibe jî veguheziye razberiyê, nepeniyê, wêneyên Kandîsky jî wilo ne, çiqas razber û nepenî be talî bingeha wêneyên wî xwe digihijîne şênberiyê û rastiyê. Yanê Bextiyar Elî gelek tiştan dixe kefa destên me, gelek tiştan jî ji kefan destên me derdixîne. Destên me hem tijî dike, hem jî vala dike. Feqet em fêm nakin ne destên me vala ye, ne jî tijî ye. Em hem fêm dikin ku me ji romanê fêmkiriye, hem jî em dikin ku me fêm nekiriye. Fêmkirin û nefêmkirin li bin guhên hev dikevin, tenê di dewsa ne-fêmkirinê de gumanek dimîne, perikek dimîne, valahiyek dimîne û pirsek dimîne, gelo Muzefer û Seryas xwe gihîştin hev du an na…?

- 1, 2, 3, ji "Edebiyat Olayi" hatiye girtin

Hin Nivîsen Nivîskar

Çîrokên li xwe mikurhatinê

  • 26 Sibat 2022

Berî ku dest bi nirxandin û rexneya xwe bikim dixwazim bibêjim ku çîroknivîsîn û çîroksaziya Hesen Ildiz ne xirab e. Helbet em nikarin bo hemû...

RÊWIYÊN AZADIYÊ

  • 19 Adar 2021

“Azadiya tekûz di jiyana rasteqîn de ne gengaz e, lê di baxçeyê wêjeyê de îhtîmal e ku gengaz be, heta em dikarin bibêjin azadî di hemû qadên...

Konê folklorîzmeke empresyonîst

  • 31 Gulan 2022

Çav neynika hiş, binhiş û derhiş e. Guh, neynika guhdarîkirina rih e. Çav û guh neynika rih diteyisîne. Heman dema çav û guh du organên psîkoanalîtîk...

Hemû Nivîsen Çorê ARDA

Çorê ARDA kî ye?

Çorê Arda di sala 1979'an de li Heramya taxa Dêrika Çiyayê Mazî ya Mêrdinê hatiye dinê. Dibistana seretayî û navîn û lîse li Dêrikê xwendiye. Wî Zanîngela Dîcleyê beşa wênesaziyê qedandiye. Ew niha li Dêrikê mamostetî dike. Heta niha gelek nivîs û çîrokên wî di kovarên wekî Çirûsk, Heterotopîa, Felsefevan, Axa Sor, Dilopê de derketine. Arda ji destpêka 2019'an ve di Diyarnameyê de qunciknivîskarî dike.

Pirtûkên wî:

- 496, Weşanên Belkî, 2016, Roman

- Roman, Weşanên Belkî, 2017, Roman

- Rexne û Rexnegirî, Weşanên Belkî, 2021, Teorî

- Mêşo, Weşanên Payîz, 2021, Çîrok

- Rexne û Rexnegirî II, 2024, Rexne

Youtube Me

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news

Zextên li pêş nivîskaran, wêje û azadiya nivîskaran

news

Ji têkoşîna siyasî, helbestvanî, heta siwarçakiyê, jineke jêhatî: Hebê Xan

news
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Diyarbekirsporê pûanek girt

ad

Anakronîzm û Komara Tirkiyeyê

ad

Salvegera Şoreşa Rojava li Pirsûsê wê bê pîrozkirin

ad

'Montmartre' bi 13 mîlyon euro hame rotişî

ad

Pirs: Wê kayûm bidomin yan na?

ad

Li Îranê hejmara kuştiyan derket 13'yan

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Real Sociedadê pişta Lillestromê, Bournemouthê jî pişta Milanê şikand

  • 23 10 2026
news

PFDK'ê ceza li Amedsporê birî

  • 23 10 2026
news

Ji sînemaya Tirkiyeyê fîlmên klasîk bi awayê restorekirî têne nîşandayîn

  • 23 10 2026
news

Heta 2035'an hejmara rojnamegeran dê nîvî nîvî kêm bibe (Lêkolîn)

  • 23 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname