Wekî gotina ‘geya di binê tehtan de namîne’; roj hat em zarokên di pêçek û dergûşên textînî de têrşîr û rebît, ewil hînî tena bûn, paşê jî em bi ser pêya ketin û daketin qada leyistikê; kolan û gasînên bi toz û tirabêlk…
Pêlîstokên me hespikên me bûn, hespikên me yên darînî.
Wekî siwarên rastîn, di destekî me de şiva ku me pê li hespik dikir heytîn, di yê din de zengo, bibeze bavo, bibeze!
Wey li wî yê ku li tûşa yê din bixe!
Di vê şêrîpaniyê de ji ber beza bi lez û bez hinin ji me gêr dibûn erdê, hata bi firnikên pozê wan mişt ax dibûn, kabokên wan diselixin, ênîşkên wan di nava xwînê de diman…
Em zarokin bêerz bûn!
Ne ketine dikarî me dûrî leyistkê bike, ne jî nifîr û tirsên ku bavên me gome gome di me werdikirin!
Lê em, ji tiştikî dibizdiyan.
Hew bizadandin? Nava me diqetiya!
Me nema ber xwe didît, dema ku me ev deng dibîhîst:
--Gur haaaat…guurrr haaaattt…gur hat!
Bi bihîstina vî dengî re, mezin ku bi me zarokan dikarîn mîna tepizka ji nava tiliyan filitî ji nava gund dipengizîn ber bi rez û beyarên gûnd ve…û dibûn pariyek nan!
Em ên zarok, em ên ku hê di pêçekê de bi tirsandina ‘ raze raze…yan na wê esker bê te’ bizdiyayî, weke kitika çav li kuçik ketî, me digot lingo bi qurbano û me berê xwe dida malê, hembez û derdawên dêya xwe!
Gur, piştî demêkê dixuyan ji me ve:
Kincine kesk li wan, hemû bi rext û tiving, bi şildim bildimeke ku jê fam nedikir diaxivîn û li deriyê malan didan!
Ez zarokekî çiyayî bûm.
Beriya ku gurên ji zozanan ji nêza dakevin nava gund, bibînim; min bi çavên serê xwe gurên manço dibûn.
Dêya min a ku ez xistibûm ber hembêza xwe û her serê bistikekê ji min re digot ‘metirse berxê min metirse’, ji hilavêtina dilê wê min tê derdixist, ku ji min bêtir ji gur ditirse!
12/02/2009


