Amed
Şaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Osman Baydemîr bi moxtarên gundên ku girêdayî herêma Baglarê ne re civîneke pêk anî û got: Wê tabelayên ku navên gundan ên bi kurdî têde dinivîse daçikînin.
Ji bo pirsgirêkên taxan hîn bibin Midûriyeta Têkiliyên bi Gel re a Şaredariya Bajarê Mezin civînan bi moxtaran re li dar dixe. Di çarçoveya van çalakiyan de Şaredar Baydemîr bi moxtarên gundên ku girêdayî herêma Baglarê re hat ba hev. Di civînê de Şaredara Baglarê Yuksel Baran, Midûrê DÎSKî Fahrettin Çagdaş, serokên daîreyan û moxtarên li dor 15 gundan (êdî wekî taşên Baglarê têne hesibandin) beşdarî civînê bûn.
Di nav daxwazên moxtaran de çêkirina şînxane, av, kanalîzasyon û çêkirina rêyan hebû. Her wiha moxtaran got ku digel navên gundan ên tirkî, Yên bi kurdî jî di tabelayan de bêne nivîsîn û çikandin.
Baydemîr jî got ku ji bo tevlihevî ji holê rabe amadekirina tabelayên bi kurdî temam kirine. Baydemîr ji bo çareseriya pirsgirêkê ferman da serokên daîreyan û paşê got ku 6 meh paşê ewê careke din bi hev re civînê saz bike.
Şaredara Baglarê Yuksel Baran jî got ku ji bilî şînxaneyê wê civînxaneyeke ji bo gundiyan saz bike ku ew bikaribin têde bên ba hev, pirsgirêkên xwe nîqaş bikin.



