logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. 27 weşanxaneyên kurdî li benda we ne
  2. 'Qeraxên Sîya Hêvîyên Har' a Azad Dilwar
  3. Di nav gengeşiyê de tîma Îranê çû Kûpaya Cîhanê
  4. KÛPAYA CÎHANÊ: DYA'yê golavêjê Iraqê girt bin çavan
  5. Rojnameger Helkewt Ezîz di qezayê di mir
news-details

Helbesta Bakur û halê helbestên lîseyiyan

Îro "helbestên" li Bakur têne nivîsîn sedî jê 98 helbestên şagirtên lîseyî tîne bîra merivan! Meriv nikare jê re bêje "r

  • Dîrok: 02/10/2018
  • Beş: Serbest

Cîhan Roj

Îro "helbestên" li Bakur têne nivîsîn sedî jê 98 helbestên şagirtên lîseyî tîne bîra merivan! Meriv nikare jê re bêje "reşbelek" jî çimkî di reşbelekan de peyvên hatî bijartin hene, cerib hene, sêwirînek heye, kûrbûnek heye... Ne kes dilê xwe bigire, ne jî xwe tehl bikin; kerem bikin helbestên xwe li tirkî welew erebî werbigerînin û vegerin bixwînin, pey re bi yekî tirk welew ereb bidin xwendin, piştî xwend li rengê wechê wê/î binihêrin! îcabê referansan nake, ew bi tenê ê rastiyê bîne ber çavên we! Ha hûnê bêjin çi bi kurdan hatiye,belê bi kurdan jî bidin xwendin ji ber gelek sedeman ji we re rastî nayê gotin, a rast meriv bi şik e bê hûn çiqas ji bo rastiyê amade ne!
Tu li helbestekê dinihêrî tê de beşin xweş hene ên mayî bi du qiruşan nakin, li yeka din dinihêrî risteyek mihteşem tê de heye ku dikare bibe destpêka helbesteke mihteşem, a din, hestekê welew metaforekê vedihewîne ên mayî rezalet... Ev giş nîşan in ku ji alî bengîtî, hurmeta li hemberî hunerê û inyadê ve kêmaniyên me hene, di kêlîkekê de welew demekê de tiştekî dinivîse, bi kesî nade xwendin an jî wextê dide xwendin ji sedî sed jê re tê gotin, "baş e, destê xweş be...", ew sextekarî û bêberpirsiyarî jî dibe sebeb "helbestvan" an ji xwe razî be an jî neçar bimîne ku "helbesta xwe " begem bike...Kurdî tiştekî ye, zimanê hunerî ê bi kurdî tiştekî din e.
Madem helbest zimanê hest e, ji kerema xwe, ka hezkirin?Çimkî li her welatî di her zimanî de helbestan ziman bedewtir kirine, dewlemendtir kirine, ê me ew estetîka bi saya muzîk û dengbêjiyê hatî pê li ku ye ew jî tê kuştin! Na, em binivîsînin, heta ji destê me tê em binivîsînin lê pey re serê xwe pê re biêşînin, we hey dît di salekê de helbesteke gelek bedew hate pê ku ew helbest karibe bibe rûmeta helbesta zimanekî...
Mi go, hewlên şagirtên lîseyî tîne bîra merivan çimkî şagirtên lîseyî zû aciz dibin, xwîgermiya wan, bêxemiya wan dibe sebeb ku ew wê kêliyê hestên xwe bi awayek bînin zimên û pey re bidin hêlekê, meriv wextê gelek helbestan dixwîne belî ye ku bi heman halî hatine nivîsîn!
Carê min helbestekê xwend, bi wî halê xwe ne helbest bû, heta berbad bû çimkî di helbestekê de sê heb helbest hebûn, belê sê heb wextê min ew li cem xwe wekî sê helbest saz kirin bi dilxweşî min ew du sê caran xwendin!
Ez ne rexnegir im, medya civakî dibe sebeb meriv şahidî li gelek tiştan bike... Heger hûn ji tiştekî hez bikin gerek qedrê wê li cem we zêde be, belkî hezkirin û hezkiriyên we be, xewn û xeyalên we bin... bi heyrana çavên we, madem hezkirin heye ka ked, karkerî, xwêdan, sebir, lêgerîna we... Vegerin biwêjên bi kurdî bixwînin her yek jê hem mîna guleyê ye û hem jî di heman demê de bi xeml û nazik e, li hêla din edebiyata dinyayê, çima meriv nikaribe ji bo xatirê edebiyat û helbestê xewê şevan li xwe biherimîne... Em ji bîr nekin ku para kesên ku rexnegirî dikin an jî hewl didin binirxînin ji para helbestvanan ne kêmtir e! Li ser gavên bi ezber, bi qalib û nêzikahiyên sayakî meriv nikare helbestekê bes binirxîne, jê re analîz lazim in, şîrove lazim in xala dawî nirxandin e...
Hîç mereq nekin, ez ji gelekan bêhtir xweşbîn im, bi moral im, bi hêvî me heta ew hevok an jî beşên di helbestên ne helbest de jî dibin sebeb ez bifikirim, hevok û helbestên dîtir xeyal bikim, jê kêfê bigirim, mesele ne ez, tu û ew in, zimanekî heye helbesta zimanekî heye ku divê carnan em deng li hev bikin!
Eleqeya wê bi vê babetê nîn e lê ez xwî û xisleteke siyasetmedaran bi bîra we dixim ku lewitiye sohbet û qadên edebiyatê jî; wextê meriv tiştekî cuda an jî projeyekê pêşkêş dike ew dibêjin, ez jî/em jî lê fikirî bûn, fikrek me a wisa jî hebû, filan bêvan, rasterast bêhurmetiya li hemberî fikrê ye... Di edebiyatê de, di nirxandinên edebî de, di sohbetên edebî de jî ez pêrgî tabloyên wisa hatime/têm û gelek aciz dibim, ji dilê min tê bêjim, ez bi gorî, madem te jî dizanî, madem dihat hişê we jî te/we çima nekir? Yaho metirsin, bêjin, li xwe mukir werin meriv pê re mezin dibe, ew wêrekî ye, tewreke medenî ye, edebî ye, heger di vê qadê de em serkevin, taybetî û rengbûna hev qebûl bikin hûn ê bibînin bê edebiyat jî çawa dibe dîmeneke mihteşem, çawa dibe sewt û newayên dil û mejiyê me... Kes li vir tune ji min re bêje, bes e, lê dengê hin xwendevanan tê min! Demxweş, çi xweş bû we heya vir xwend!

Parve Bike

Youtube Me
Serbest - Nivîsên Dawî
news
  • 08 06 2026

'Qeraxên Sîya Hêvîyên Har' a Azad Dilwar

news
  • 06 06 2026

Gelo çima siyasetmedar û rewşenbîrên Kurd, hesabên medyaya Kurdî naşopînin?

news
  • 02 06 2026

QEREÇÎ; Aşiq-Roman-Çingene

news
  • 01 06 2026

Muzîk, Hişê Çêkirî û Kurdî: Li ser van mijaran çend gale gal

news
  • 30 05 2026

Çûyîna Bavo ya Hecê!

news
  • 25 05 2026

Di 'Dirindeyên Hesinî' de helbest, hêma, sembol û tiştên din

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Stûnên Wêjeya Berxwedanê

  • Hogir Berbir
news

Rêwîngiyek bo wî warê dûr: Berev zaroktiyê

  • Omer Dilsoz
news

Miriyê Hêlikan

  • Dilşêr Bêwar
news

Çîrokên şikestî

  • H. Kovan Baqî
news

POPULARÎTE Û XWEBÛN

  • Çorê ARDA
news

Helbest

  • yeqîn h.
news

Heke Mem Ararat avekê li vî agirî neke, parêzer wê birçî bîminin

  • H. Kovan Baqî
news

Meseleya Ferhenga Derûnnasiyê, hiqûq û tiştên din

  • Cemil Oguz
news

Bedena însên soleke teng e di lingê ûjdên de

  • H. Kovan Baqî
news

Ewrên Serhişk

  • Dilşêr Bêwar
news

Amedspor, kurd, futbol û tiştên din

  • Omer Dilsoz
news

Destana Mîrê Kela Aşîta û Mîregên Koran

  • Hogir Berbir
news

Li Cizîrê erezyona zimên

  • Zekî OZMEN
news

Çavdêrî

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji bo Ehmedê Huseynî

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

'Qelbê Sarajevo' dan derhênerê meksîkî

ad

Li Licê şewat didome, mebûs çûn cihê bûyerê (hat nûkirin)

ad

Delîl Dîlanar li 4 bajaran derdikeve pêşberî hezkiriyên xwe

ad

Li ser nîqaşên alfabeya Latînî û Erebî ya ji bo kurdî

ad

Vane notên dawî yên li ser Rojava

ad

Baş e ku çîrok tê nivîsandin!

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

27 weşanxaneyên kurdî li benda we ne

  • 07 06 2026
news

'Qeraxên Sîya Hêvîyên Har' a Azad Dilwar

  • 08 06 2026
news

Di nav gengeşiyê de tîma Îranê çû Kûpaya Cîhanê

  • 07 06 2026
news

KÛPAYA CÎHANÊ: DYA'yê golavêjê Iraqê girt bin çavan

  • 07 06 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname